Bakurê Baskê ji bo ziman meşiya

Di 22yê nîsanê de nêzîkî 4,000 kesên li Bayonneê ya li Fransayê kom bûn, meşeke girseyî li dar xistin.

Armanca vê çalakiyê, bidestxistina  mafê lidarxistina azmûnên zanîngehê bi zimanê Baskî bû.

Parazvanên zimanê Baskî li Fransayê çalakiyên xwe didomînin.

Ciyê çalakiya dawî, bajarê Bayonne (bi zimanê Baskî Baiona) a li başûrêrojavayê Fransayê bû.

Di 22yê nîsanê de nêzîkî 4,000 kesên li vî bajarî kom bûn, meşeke girseyî li dar xistin.

Armanca vê çalakiyê, bidestxistina  mafê lidarxistina azmûnên zanîngehê bi zimanê Baskî bû.

Çalakger bang li parêzgehê kirin, ji bo zarokên ji dibistanên Ikastolayê perwerde dibin azmûnên zanîngehê bi Baskî li dar bixe.

Li herêma Bakurê Baskê ya li Fransayê, di sala 2022/2023’an 4,000 xwendekar li dibistanên Ikastola perwerde bûbûn.

Li heman herêmê 21 ji % xwendekaran jî ku hejmara wan bi qasî 10,000’e, li dibistanên duzimanî perwerde bûbûn.

Yekitiya Belediyeyan

Li Bakurê Baskê di 158 belediye yekitiyekê ava kirin.

Bakurê Baskê ku navê wê yê esil Iparral de ye, parêzgeheke Fransayê ye.

Nifûsa vê herêma 300,000’e û sê deverên dîrokî yên Baskê di bin banê wê de kom dibin.

Di 2016’an de ji nîvê zêdetir belediyeyan li Bakurê Baskê bi referandûmekê yekitiyekê damezrandin.

Digel vê jî, Fransa heta niha otonomiya polîtîk a Bakurê Baskê qebûl nekiriye.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …