Korsîka statuya otonomiyê amade kir

Statuyeke nû ya otonomiyê ya Korîsîkayê di bin pêşengiya serokê desteya rêvebirinê ya Korsîkayê Gilles Simeoni de hate amadekirin.

Hukumeta Korsîkayê hêvî dike pêşniyaza ji bo otonomiyê ji aliyê piraniya parlementoyê ve bê qebûlkirin.

Di statuyê de tê nivîsandin, Parlamentoya Korsîkayê wê bikaribe hemû qanûnên derbarê giravê de amade bike.

Hukumeta Korsîkayê statuya ji bo otonomiyeke berfireh amade kir.

Belgeya statuyê wê di 4’ê Tîrmehê de pêşkêşî Parlamentoya Korsîkayê bê kirin.

Statuya nû di bin rêvebiriya serokê desteya rêvebirinê ya Korsîkayê Gilles Simeoni de hate amadekirin.

Hukumeta Korsîkayê hêvî dike pêşniyaza ji bo otonomiyê ji aliyê piraniya parlementoyê ve bê qebûlkirin.

Ji bo vê jî desteka partiya serxwebûnxwaz Core in Fronte pêwîst e.

Core in Fronte diyar kiribû, ew encax dikarin destekê bidin statuyeke ku tê de otonomiyeke berfireh hatiye formulekirin.

Tê plankirin, piştî qonaxa erêkirina parlamentoya herêmî, wê Fransayê re muzakere dest bê bike.

Eger statu di parlamentoya herêmî re derbas bibe, wê serokê desteya rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni di hevdîtinên bi hukumeta Fransayê re bihêz bibe.

Lewma jî Simeoni di serî de bi vê partiyê re, wê bi hêzên siyasî yên Korsîkayê re hevdîtinan dike.

Naveroka statuya otonomiyê

Fermîbûna zimanê Korsîkî ligel Fransî daxwazeke din a Korsîkayê ye.

Ev daxwaz di xaleke statuya nû ya otonomiyê de hatiye nivîsandin.

Aliyê herî girîng ê pêşniyaza statuyê derbarê erkên qanûnçêkirinê ya Korsîkayê de ye.

Di statuyê de tê nivîsandin, Parlamentoya Korsîkayê wê bikaribe hemû qanûnên derbarê giravê de amade bike.

Hukumeta Korsîkayê daxwaz dike, erka navborî di destûra bingehîn a Fransayê de jî bê nivîsandin.

Hêjayî gotinê ye, xweseriya Kaledonyaya Nû û çend giravên din di Destûra Bingehîn a Fransayê de hatiye nivîsandin.

Daxwazeke din jî derbarê parastina nasname û demografyaya giravê de ye.

Hukumeta giravê dixwaze, erka mafê welatîbûnê û kirîna milkan di destên wê de be.

Armanc ji vê ev e, pêşî li koçberiya ji derve bê girtin û bi vî awayî jî nasnameya etnîk a giravê bê parastin.

Fermîbûna zimanê Korsîkî ligel Fransî daxwazeke din a Korsîkayê ye.

Ev daxwaz di xaleke statuya nû ya otonomiyê de hatiye nivîsandin.

Macron ji bo muzakereyan amade ye

Fransa diyar kiribû, ew dixwaze Korsîka bibe xwedî otonomiyeke wekî yên giravên Derya Spî.

Wekî tê zanîn, Sîcîlya, Sardînya û Balear çend herêmên Derya Spî ne ku hemû jî xwedî astên cihê yên xweseriyê ne.

Fransa û Korsîka ji bo otonimoya giravê di demên dawî de hevdîtinan dikin.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin meha borî gotibû, ew amade ne pêşniyaza statuyeke nû bi Korsîkayê re muzakere bikin.

Serokê Fransayê Emanuel Macron jî tevlî hevdîtinên dawî bûbû û ji bo otonomiyê lembeya kesk ji Korsîkayê re pêxistibû.

Fransa diyar kiribû, ew dixwaze Korsîka bibe xwedî otonomiyeke wekî yên giravên Derya Spî.

Wekî tê zanîn, Sîcîlya, Sardînya û Balear çend herêmên Derya Spî ne ku hemû jî xwedî astên cihê yên xweseriyê ne.

Korsîka giraveke bi ser Fransayê ya li Derya Spî ye ku cîranê girava Sardînya ya Îtalyayê ye.

Nifûsa giravê bi qasî 350 hezarî ye û girav xwedî otonomiyeke bisînorkirî ye.

Parlamentoya Korsîkayê bi tenê xwedî erkên xwerêvebirinê ye (îdarî) û nikare qanûnan qebûl bike.

Infowelat

Foto: Serokê Resteya Rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni / Corse Matin

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …