Hevkariya Stratejîk a Fransa û Hîndistanê

Serokwezîrê Hîndistanê Modi ji bo tevlî pîrozbahiyên 14’ê Tîrmehê yên komarê bibe, hate Fransa’yê.

Her du alî bi minasebeta vê serdanê peymanên nû yên bazirganiya çekan mor kirin.

Hîndistan wê di berdêla 4.5 milyar dolaran wê 3 noqavên Scorpene ji Fransayê bikire.

Hîndistan û Fransa hevkariya di navbera xwe de bi serdana Narendra Modi derdixin asteke bilind.

Serokwezîrê Hîndistanê Modi ji bo tevlî pîrozbahiyên 14’ê Tîrmehê yên komarê bibe, hate Fransa’yê.

Her du alî bi minasebeta vê serdanê peymanên nû yên bazirganiya çekan mor kirin.

Naveroka peymanên nû ji çêkirina noqavan û motorên balafirên şer pêk tê.

Hîndistan wê di berdêla 4.5 milyar dolaran wê 3 noqavên Scorpene ji Fransayê bikire.

Herwiha, Fransa wê ji bo çêkirina motorên balafirên şer bi Hîndistanê re hevkariyê bike.

Yek ji aliyekî din ê hevkariyê derbarê firotina balafirên şer Rafale de ye.

Hîndistan beriya niha 36 balafirên şer ji Fransayê kirîbû.

Niha firotina 26 balafirên şer ên bi berdêla ji 5’an heta 6 milyar dolaran di rojevê de ye.

Digel ku her du lîder qala wê nekirin jî, şîrketa Fransî Dassault Aviation ragihand, hukumeta Hîndistanê kirîna balafirên şer erê kiriye.

Hîndistan dixwaze bi riya kirina van balafiran hêzên xwe yên deryayî bihêztir bike.

Hevkariya Stratejîk

Fransa bi dûv Rûsyayê re, welatê duyemîn e ku herî zêde çekan difroşe Hîndistanê.

Cara ewil ji vir 25 sal berê Fransa û Hîndistan hevkariya xwe wekî “stratejîk” bi nav kirin.

Paris û New Delhi hevkariya di navbera xwe de wekî Hevkariya Stratejîk pênase dikin.

Ev hevkarî bi giranî li ser bazirganiya çekan bilind dibe.

Fransa bi dûv Rûsyayê re, welatê duyemîn e ku herî zêde çekan difroşe Hîndistanê.

Cara ewil ji vir 25 sal berê Fransa û Hîndistan hevkariya xwe wekî “stratejîk” bi nav kirin.

Her du alî niha jî ji bo 25 salên li pêş ên vê hevkariyê wekî “Asoya 2047” pênase dikin.

Jetên Rafale yên ji bo hêzên deryayî hatine adaptekirin. Hîndistan dixwaze 26 ji van balafiran ji Fransayê bikire. Foto: Outlookindia.com

Fransa plan dike, vê hevkariyê ber bi qada zanistî û perwerdeyê ve jî berfireh bike.

Hukumeta Fransî ragihand, ew ê deriyên zanîngehên xwe ji bo xwendekarên ji Hîndistanê veke.

Herwiha, Paris da zanîn ew ê bi qasî 30,000 xwendekaran bişîne zanîngehên Hîndistanê.

Înfowelat

Foto: Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi /Dawn

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …