Breton û Bask li Fransayê bi ser ketin

Breton û  Bask li Fransayê di warê perwerdeyê de serkeftineke din bi dest xistin.

Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê destûra azmûnên zanistê yên bi zimanên Bretonî û Baskî da.

Breton û  Bask li Fransayê di warê perwerdeyê de serkeftineke din bi dest xistin.

Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê destûra azmûnên zanistê yên bi zimanên Bretonî û Baskî da.

Ev jî bû sebeba serkeftina aktîvîstên her du zimanan ên ev demekê ye ji bo vê meseleyê têkoşînê dikirin.

Bi destûra wezareta Fransayê, kesên ji dibistanên Bretonî û Baskî perwerde dibin wê bikaribin testa zanistê ya ji bo lîseyan bi zimanên xwe yên dayikê werbigirin.

Kesên di vê azmûnê de bi ser dikevin Dîplomaya Brevet a Neteweyî (DNB) bi dest dixin.

Mafê testa bi zimanê dayikê, cara ewil di Adarê de ji aliyê dibistanên Baskî perwerde lê tê kirin hatibû bidestxistin.

Mamosteyên li dibistanên Seaska yên Baskî havîna borî xwendina testên zanistê yên bi Fransî tê kirin, red kiribûn.

Piştî serkeftina dibistanên Seaska vê carê Breton ketibûn nava hewldanê û daxwaza bidestxistina heman mafî kiribûn.

Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê, du roj beriya azmûnên Brevetê, Şemiya borî heman destûrê dabû xwendekarên Breton.

Li gorî vê, kesên dibistanên Diwan Bretonî perwerde dibin wê bikaribin azmûnên ji bo lîseyê bi zimanê Bretonî bigirin.

Matematîk dibû zanist nedibû

Li herêma Baska Bakur a li Fransayê 4,200 xwendekar bi zimanê Baskî perwerdeyê dibin.

Ev hejmar li herêma Bretonyayê bi qasî 4,000’e.

Zarokên li dibistanên Diwan û Seaska perwerde dibin, dikarin azmûnên Matematîk, Dîrok, Cografya, Welatîbûn û Ehlaqê bi Bretonî û Baskî werbigirin.

Rêvebiriyên dibistanên bi zimanên dayikê perwerde lê dihat kirin, ji dewletê daxwaza bidestxistina mafê testên zanistê dikirin.

Li herêma Baska Bakur a li Fransayê 4,200 xwendekar bi zimanê Baskî perwerdeyê dibin.

Ev hejmar li herêma Bretonyayê bi qasî 4,000’e.

Infowelat

————————–

Foto: Mînakeke Dîplomaya Brevet a Neteweyî / Foto: paul-duez-cambrai.enthdf.fr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …