The Jerusalem Post: Bila Îsraîl derîyên Xezayê ji Tirkîyeyê re veneke

Tirkîye dixwaze di meseleya Xezayê de bibe aktorekî sereke lê Îsraîl ji vê yekê aciz e.

Gotareke di medyaya Îsraîlê de hat weşandin, paşperdeya vê mijarê ronî dike.

Di gotarê de tê gotin, divê Îsraîl derîyên xwe û yên Xezayê ji Tirkîyeyê re veneke.

Rojnameya The Jerusalem Postê gotareke balkêş li ser ragêşîya Tirkîye û Îsraîlê weşand. Nivîskarê gotarê Herb Keinon dibêje, “Heta ku Tirkîye mazûvanîyê ji Hamasê re bike, Îsraîl nikare rêya Xeza an Qudsê ji Tirkîyeyê re veke.”

Keinon bi van gotinan bersivê dide axaftina Erdogan a di civîna G20an de hatibû kirin:

“Li Rojhilata Navîn, heman lîderê ku mazûvanîya Hamasê dike, Îsraîlê wekî Nazîyan û serokwezîrê wî wekî Hîtler dibîne bi eşkereyî pêşnîyaz dike ku welatê wî dikare ji bo îstikrara Xezayê rolekê bilîze.”

Dûrûtîya polîtîkaya tirk a Îsraîlê mijareke din e ku di gotarê de cî digire. Nivîskar bi van gotinan balê dikişîne ser rastîya ambargoya aborîyê ya li hemberî Îsraîlê:

“Li vir mijar ne bandora wê ya li ser Îsraîlê ye, ji ber ku ev yek pêk nehat. Lêbelê li alîyekî Erdogan kampanyayeke polîtîk û retorîk li hemberî Îsraîlê dimeşîne lê li alîyekî din jî aborîya Tirkîyeyê ji îxracata ji bo Îsraîlê sûd werdigere. Ambargoya derew durûtîya Tirkîyeyê nîşan dide: Gotin tiştekî din e, kirin tiştekî din e. Dema ev tên kirin, mazûvanîya ji Hamasê re berdewam dike.”

Pênasekirina Îxwan wekî rêxistineke terorîst

Biryara Amerîkayê ya pênasekirina Birayên Misilman wekî rêxistineke terorîst mijarele din a vê gotarê ye. Nivîskar encamên biryara Amerîkayê bi van gotinan analîz dike:

“Pênasekirina Birayên Misilman ne tenê daxuyanîyeke polîtîk e. Dema Birayên Misilman bibe Rêxistineke Terorîst a Bîyanî, hemû sazîyên di nava tora wê de an kanalên fînansekirinê eşkere bibin. Ev ê jî bibe sebeba pêşîgirtina xebata Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkîyeyê ya li Xezeyê.”

Vîzyona Erdogan a li Rojhilata Navîn

Nivîskar xetereya Tirkîyeyê ya ji bo Îsraîlê wiha îzeh dike:

“Xurtbûna hebûna Tirkîyeyê li Sûrîyeya piştî Esed de, keştîyên wê yên şer yên li Rojhilatê Derya Spî, midaxaleyên wê yên di sîyaseta Filistînê de û hewldana wê ya ji bo girtina rolekê li Xezeyê nîşanên berfirehbûna daxwazên wê ne. Erdogan xwe wekî lîderê alema misilman dibîne. Ev vîzyon Îsraîlê wekî astengîyeke ku divê ji bê kontrolkirin qebûl dike.”

Di dawîya gotarê de ji Îsraîlê tê xwestin, “ne bi rêya sazîyên çandî, ne bi rêya ajansên humanîter û ne jî bi rêya mîsyonên dîplomatîk” destûrê nede Tirkîye di nava welêt de hebûna xurt bike.

Nûçe ji malpera Nûçe Tvyê hatîye girtin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jose Antonio Kast dike bibe serokê Şîlîyê

Nuqteyên giring Di hilbijartina Şîlîyê de namzetên komînîst Jeannette Jaraya û yê rastgir osé Antonio …