Parlamentoya Korsîkayê ji bo otonomiyê civiya

Parlamentoya Korsîkayê li ser rapora otonomiyeke berfireh duh rûniştineke taybet li dar xist.

Rapora otonomiyê bi însîyatîfa serokê desteya rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni ve hate amadekirin.

Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne.

Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne.

Girava Korsîkayê ya bi ser Fransayê ve otonomiyeke berfireh gotûbêj dike.

Parlamentoya Korsîkayê li ser vê mijarê duh rûniştineke taybet li dar xist.

Di civînê de rapora li ser otonomiyê hate nîqaşkirin.

Rapora otonomiyê bi însîyatîfa serokê desteya rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni ve hate amadekirin.

Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne.

Li gorî vê, ji bilî têkiliyên derve, parastin û sîstema siyasî-aborî pê ve, Parlamentoya Korsîkayê wê bikaribe di hemû qadan de qanûnan çêbike.

Hukumeta Korsîkayê dixwaze Fransa bi riya Destûra Bingehîn otonomiyê nas bike û hevokek derbarê Korsîkayê de di destûrê de bi cî bike.

Eger Fransa vê qebûl bike, wê hevoka derbarê otonomiya Korsîkayê de têkeve reforma Destûra Bingehîn.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron dixwaze vê reformê di 2024’an bîne rojeva parlamentoyê.

Du daxwazên din ku hukumeta Korsîkayê li dûv e, erka welatîbûnê û fermîbûna zimanê Korsîkî ligel Fransî ye.

Hukumeta Korsîkayê dixwaze biryarên derbarê welatîbûna kesên ji derve tên giravê di destên wê de be.

Hukumeta Simeoni dixwaze ji bilî têkiliyên derve, parastin û sîstema siyasî-aboriyê, hemû erkên mayî di destên Parlamentoya Korsîkayê de be.

Muzakereyên bi Fransayê re 

Bi vî awayî, Korsîka dixwaze pêşî li guherîna koça Fransîaxêvan bigire û demografyaya xwe biparêze.

Bi riya fermîbûna Korsîkî jî hukumeta herêmî dixwaze prestîja ziman bilind bike û ew biparêze.

Niha di qonaxa yekemîn de hukumeta Simeonî hêvî dike, pêşniyaza ji bo otonomiyeke berfireh di parlamentoya giravê re derbas bibe.

Piştî vê jî armanc ev e, belgeya hatiye qebûlkirin bi Fransayê re bê muzakerekirin.

Lewma jî lîderê Korsîkayê Simeoni çi serxwebûnxwaz çi jî otonomîxwaz, dixwaze hemû partiyên mixalif ji bo belgeya di rojeva parlemenê de qayil bike.

Infowelat

Foto: Rûniştina awarte ya li ser otonomiyê Parlamentoya Korsîkayê / Foto: Jornalet 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …