Neuchatel kantoneke li herêma Swîsreya Roman a fransîaxêv e. Erdên kantonê bi piranî ji Çiyayên Jura yên li bakur pêk tên. Gola Neuchatelê ku gola herî mezin a di nava erdên Swîsreyê de ye sînorên başûr ên kantonê ye. Mîrektîya Neuchatelê di sedsala 12. de hatîye damezrandin û herêm di 1815an de tevlî Swîsreyê bûye.
Profîl
Nifûs: 180.000
Rûerd: 802.16 km²
Paytext: Neuchatel
Zimanê fermî: Fransî
Kengî tevlî Swîsreyê bû?: 1815
Neuchatel kantoneke li herêma Swîsreya Roman a fransîaxêv e. Erdên kantonê bi piranî ji Çiyayên Jura yên li bakur pêk tên. Bilindahîya erdên kantonê ber bi Gola Neuchatelê ve nizm dibe. Paytext û bajarê herî mezin a kantonê Neuchatel berûberê vê golê dirêj dibe. Li bakur, Çiyayên Jura bi qasî 50 kîlomêtroyî sînorên bi Fransayê re pêk tîne. Kantona Bernê li alîyê bakurêrojhilat cîranê Neuchatelê ye. Kantona Neuchatelê li başûr bi Kantona Vaudê re xwedî sînoreke hevpar e. Her wiha, Neuchatel bi Kantona Vaudê û Kantona Fribourgê re li ser Gola Neuchatelê xwedî sînoran e.
Gola Neuchatelê ku gola herî mezin a di nava erdên Swîsreyê de dimîne, di navbera kantonên Neuchatel, Vaud, Fribourg û Bernê de cî digire. Tevî vê jî, beravên vê golê yên Kantona Neuchatelê ji yên hemû kantonan dirêjtir in. Neuchatel li bakurê rojhilat xwe digihîjîne Gola Bielê ya li Kantona Bernê. Golên Neuchatel û Bielê bi qenaleke 8.5 km bi hev hatine girêdan. Wargehên li kantonê piranî li berava Gola Neuchatelê, berûberê Çemê L’ Areusê û li bakurêrojhilat ê kantonê hatine avakirin. Li aliyekî din,
La Chaux-de-Fonds û Le Locle ku du bajarên mezin ên kantonê ne, li herêma Çiyayên Jura hatine avakirin. Li Neuchatelê gelek deverên xwezayî ji aliyê hikumeta federal, kanton û şexsan ve tên parastin. Gol û çîyayên li kantonê gelek derfetên geşt û bêhnvedanê pêşkêşî geştiyaran dike.

Kurtedîrok
Navê Neuchâtel cara yekem di sala 1011ê de di belgeyeke Mîrektîya Burgonyayê de derbas dibe. Împaratoyîya Pîroz a Roman-Cermen di vê demê de çav berdidin Neuchatelê dawî li hebûna Burgonyayê tînin. Bidawîbûna serdestîya Bûrgonyayê destûrê dide li ser erdên Neuchatelê pênc mîrektîyên biçûk ava bibin. Ji nîveka duyemîn a sedsala 12an û pê ve mîrê Neuchatelê serdestîya xwe li ser mîrektîyên din saz kirîye. Rêveberîya herêmî di 1214an de mafên niştecîyên bajarê Neuchatelê nas kirîye.
Ber bi dawîya heman sedsalê ve rêvebirên herêmê wekî “Kontên Neuchatelê” ji alîyê dewletên cîran, Împaratorîya Pîroz a Roman-Cermen û Dewleta Papa ve hatine naskirin. Malbata Habsbûrgên Awusturyayê ligel herêmên din, gav bi gav Neuchatelê jî xistine bin kontrola xwe û di 1226an de dawî li mafên bajarê Neuchatelê anîne. Vê rewşê, ji alîyê hiqûqî ve heta sala 1707an berdewam kirîye.
Malbata Hohenzollern a Prûsyayê di 1707an de Neuchatelê xistine bin kontrola xwe û serdestîya xwe heta 1806an domandine. A rast, rêveberên Neuchatelê ji ber dûrbûna coxrafîk a Prûsyayê û rêzgirtina wan a ji realîteya dînî ya herêmê re, serdestîya Prûsyayê tercîh kirine. Toleransa dînî bû sebeba serdemeke dirêj a aştiyê ku feydeya wê ji bo pêşketina bazirganî û pîşesaziya herêmî re çêbû. Di 1806an de Neuchatel ket bin kontrola Napolyon. Piştî rizgarîya ji bin serwerîya fransîyan, Neuchatel wekî kantonekê di 1815an de tevlî Swîsreyê bû. Tevlî vê jî, Kongreya Vîyanayê serdestîya Prûsyayê ya li ser Neuchatelê nas kir.
Di 1848an de pêlên şoreşê gihîşt Neuchatelê jî û niştecîyên bajêr di bin ala Swîsreyê de serî hildan. Serhildana Neuchatelê dawî li serdestîya Prûsyayê anî û Kantona Neuchatelê bi tevahî entegreyê Swîsreyê bû. Kanton modeleke bi tevahî komarparêz pejirand û bû kantoneke demokratîk. Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya modela demokratîk de Neuchatel li Swîsreyê kantona ewil e ku di 1959an de mafê dengdanê daye jinan.
Demografî û ziman
Neuchatel bi nifûsa xwe ya li derdora 180 hezarî kantoneke biçûk ê Swîsreyê ye. Nêzîkî 50 hezarî yê nifûsê ji bîyanîyan pêk tê. Piranîya niştecîyên biyanî ji Fransa (%31), Portûgal (%15) û Îtalyayê (%9) ne. Di deh salên dawî de zêdetirî 13 hezar ji Fransayê, 6 hezar kes ji Portûgalê, 3,600 ji Îtalyayê û 3 hezar ji Îspanyayê hatine kantonê. Ev kes bi giranî li bajarên mezin ên kantonê û li perava Gola Neuchatelê bi cî bûne. Di salên dawî de salane 5 hezar koçber hatine Neuchatelê. Penaber qismeke giring a van koçberan pêk tînin.
Fransî zimanê fermî yê kantonê ye û di asta rêveberî, perwerde û aborîyê de bi berfirehî tê bikaranîn. Ji bilî Fransî, Almaniya Swîsreyî jî tê axaftin, ku zaravayekî Almanî ye û li deverên din ên Swîsreyê bi berfirehî tê axaftin. Ji ber ku Neuchatel nêzîkî herêma almanîaxêf a Swîsreyê ye, gelek ji niştecihên Neuchâtelê jî bi almanî diaxivin. Ji bilî van zimanên sereke, hejmara kesên bi portûgalî, îtalyanî û îspanyolî diaxivin zêde ye.
Berîya fransî li herêmê belav bibe, zaravayeke zimanê franko-provençal li Neuchatelê dihat axaftin. Ev zaravayê wekî neuchâtelois tê pênasekirin di destpêka sedsala 20î de ji holê rabûye. Bi mirina çend axêverên pîr a di salên 1920î de vî zaravayê dîrokî yê herêmî ji nav çûye. Di sala 1895an de parazvanên zimên ên li kantonê tekstên nivîskî yên neuchâteloisê di pirtûkekê de kom kirine.

Aborî
Kantona Neuchâtelê salane xwedî 19 milyar frank Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ye. Ev jî jî ji % 5,8ê hemû hilberîna Swîsreyê pêk tîne. Hilberîna endustrîyê ji %50,7ê tevahîya hilberîna li kantonê pêk tîne. Çêkirina saetan ji %19.4, berhemên kîmyewî û farmakolojî (sektora dermanan) ji %7.4ê hilberîna kantonê temsîl dike. Sektora çêkirina saetan wekî semboleke kantonê tê qebûlkirin. Bajarên La Chaux-de-Fonds û Le Locle xwedî dîrokek dirêj a pîşesaziya çêkirina saetan e. Teknolojîya mîkro bi toreke hevparîyê ya di navbera akademî, sazîyên lêkolînê û endustrîyê ji sala 2015an û vir hatîye pêşxistin. Ji bilî endustrî û teknolojîya pêşketî, tûrîzm çavkanîyên dahata aborîyê ya kantonê ye. Hebûna Çiyayên Jura, Gola Neuchatelê ligel daristan û çeman gelek derfetan pêşkêşî tûrîstan dikin.
HNNya serê takekesekî/ê li Neuchatelê 106,165 frank e. Ev jî ji HNNya serê takekesî ya Swîsreyê (90,131) ji % 17.5 zêdetir e. Tevî van daneyên pozîtîf ên der barê hilberînê de, rêjeya bacê ya li Kantona Neuchatelê ji gelek kantonên din ên Swîsreyê zêdetir e.
Erkên kantonê
Kantona Neuchâtelê wekî beşeke sîstema federal a Swîsreyê xwedî xweseriyeke berbiçav e. Kantona Neuchâtelê di destûra xwe ya bingehîn de wekî dewleteke lîberal, demokratîk, sosyal û laîk hatîye pênasekirin. Bi destûra bingehîn maf û azadiyên bingehîn ên ji bo civakê ligel beşdariya gel a di rêvebirinê de misoger dike.
Parlamentoya Neuchatelê ku wekî Grand Conseil tê pênasekirin ji 100 kursîyan pêk tê. Wekîlên kantonê temsîl dikin ji çar salan carekê tên hilbijartin. Heta sala 2021ê hejmara endamê parlamentoyê 115 bû. Pênc endamên Conseil des États (Konseya Dewletê) xwedî erka hikumeta kantonê ne. Hikumet bi dengdaneke di sîstema du tûran de bi dengên piranîya parlamentoyê tê hilbijartin. Kantona Neuchatelê 4 wekîlan dişîne Parlamentoya Federal a Swîsreyê. Her wiha, wekî her kantonî 2 nûner Neuchatelê di Konseya Dewletê ya Swîsreyê de temsîl dikin.
Hejmara beledîyeyên li kantonê 26 in her yek ji wan erkan bi rêveberîya kantonê re parve dike. Beledîyeyên li kantonê di warê hin xizmetên civakî,
ewlekarî û berhevkirina bacên beledîyeyan de erkdar in. Her wiha, bikaranîn û parastina milkên beledîyeyê di nava erkên beledîyeyan de ye. Ligel van xizmet û erkan, bajarê Neuchatelê xwedî departmanên avahîsazî, pêşketina aborîyê û perwerdeya ferz e ku wekî xizmetên kantonê tên qebûlkirin.

Hin erkên girîng ên kantonê ev in:
- Amedekirina destûra bingehîn
- Avakirina parlamento û hukumetê
- Berhevkirina bacê
- Perwerde, tenduristî, polîs û binesaziya herêmî
- Sîstema dadwerîya kantonî
- Polîs
- Lidarxistina referandûman
Sazîyên otonom ên kantonê erkên xwe destûra bingehîn a kantonê digirin. Dadwerîya serbixwe ku tu têkiliyên wê bi polîtîkayê re tune ye, sazîyên heyî temam dike.
Li aliyekî din, Neuchatel di meseleyên aborî û fînansê de xwedî erkên berfireh in. Butçeya kantonê di ser 2 milyar frankî re ye û kanton salane nêzîkî mîlyarekî frank bacê berhev dike.
Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat