Fransa: Divê Beşar Esed bê mehkemekirin

Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherine Colonna: Divê Beşar Esed bê mehkemekirin.

Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck: Almanya û Yekitiya Ewrûpayê têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re asayî nakin.

Tevlîbûna Esed a Komkara Ereb bûbû sebeb pirsa ku “gelo îzolasyona di asta cîhanê de ya hukumeta Esed bi dawî dibe?” bê kirin.

Ewrûpa polîtîkaya xwe ya li dijî hukumeta Sûriyeyê ya li Şamê naguherîne.

Fransa û Almanya bi daxuyaniyên xwe gumanên derbarê vê mijarê de bi dawî kirin.

Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherine Colonna di hevpeyvîneke xwe ya di televîzyonê de polîtîkaya Fransayê zelal kir.

Catherine Colonna. Wezîra Karên Derve ya Fransayê.

Colonna got, serokê hukumeta Sûriyeyê Beşar Esed di dema şerê navxweyî de bi kuştina bi sedhezaran kesî sûcdar kir.

Colonna da zanîn, Fransa dixwaze Esed ji ber sûcên şer bê mehkemekirin.

Wezîra Fransî pirseke derbarê helwesta Ewrûpayê ya li hemberê hukumeta Esad jî bersivand.

Colonna got, tu sebeb tune ye Yekitiya Ewrûpayê polîtîkaya xwe ya ambargoyê ya li dijî hukumeta Sûriyeyê biguherîne.

Helwesta Almanyayê

Li aliyekî din, Almanyayê jî li ser heman meseleyê li gel Fransayê cî girt û derî li guherîna polîtîkayê ya ji bo Sûriyeyê girt.

Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck ragihand, Almanya û Yekîtiya Ewrûpayê têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re asayî nakin.

Schneck li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Dîplomatê Alman di parvekirina xwe de bersiva vê pirsê da:

Stefan Schneck. Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê

“Çima Yekîtiya Ewropa û Almanya peywendiyên xwe bi rejîma Sûriyê re asayî nakin û ambargoyê betal nakin?

-Di proseya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de tu pêşketin çênebûne.

-Hesabên ji bo sûcên şer nehatine dayîn.

-Ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên hatine windakirin hevkariyek nayê kirin.

-Binpêkirinên mafên mirovan ên wekî girtina keyfî, îşkencekirin û kuştin didomin.”

Şam Vegeriyabû Komkara Ereb 

Serokê hukumeta Şamê Beşar Esed hefteya borî tevlî Komkara Ereb a li bajarê Ceda ya li Erebistana Siûdî bûbû.

Ev beşdariya wekî surprîz hatibû şîrovekirin, bi vexwendina hukumeta Erebistana Siûdî pêk hatibû.

Bi vî awayî, piştî 12 salan hukumeta Baas a Sûriyeyê tevlî civîna herî bilind a welatên ereb bûbû.

Sûriye ji ber biryara rêxistinê, ji 2010’an û vir ve nikaribû tevlî civînên Komkara Ereb bibe.

Ev serfiraziya dîplomasiyê ya Şamê bûbû sebeb pirsa ku “gelo îzolasyona di asta cîhanê de ya hukumeta Esed bi dawî dibe?” bê kirin.

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …