Herêm ji Fransayê statu dixwazin

Hevdîtinên Paris û Korsîkayê yên ji bo berfirehkirina xweseriyê bandorê li Bretonya û Alsasê jî kir.

Lewma, rêvebirî û aktîvîstên li Bretonya û Alsasê ji bo heman daxwazî ketin nava hewldanan.

Herêmên Fransayê ji bo otonomiyê bi dest bixin di nava hewldanan de ne.

Navenda vê dînamîzma dawî Bretonyaya li bakurêrojava û Alsasa li rojhilatê welêt e.

Hevdîtinên Paris û Korsîkayê yên ji bo berfirehkirina xweseriyê bandorê li Bretonya û Alsasê jî kir.

Bawerî ev e, wê Fransa statuyeke nû ya otonomiyê di 2024’an de bide Korsîkayê.

Bretonya statu daxwaz dike

Lewma, rêvebirî û aktîvîstên li Bretonya û Alsasê ji bo heman daxwazî ketin nava hewldanan.

Aktîvîstên li Bretonyayê (bi zimanê welêt Breizh) niha zextê li rêvebiriya herêmî dikin da ku li biryara xwe ya par xwedî derkeve.

Bretonya piştî Korsîkayê di warê daxwazên otonomiyê de herêma herî li pêş e. (Harîte: Frenchinstitute.net)

Par Konseya Herêmî ya Bretonyayê bi biryarakê ji Fransayê statuyeke otonomiyê daxwaz kiribû.

Pêşniyaza ji bo statuya xweseriyê bi daxwaza Yekitiya Demokratîk a Breton (UDB) hatibû rojevê.

Ev biryar di Nîsana 2022’an de bi dengên piraniya endamên konseyê hatibû qebûlkirin.

Li herêmê gelek kes jî daxwaz dikin, bajarê Nantesê divê bibe parçeyeke Bretonyayê.

Nantes bi awayekî dîrokî bajarekî Breton e lê demeke dirêje ji herêmê hatiye veqetandin.

Referandûma Alsasê

Di referandûmê de 92 ji % civakê di ji bo Alsas (bi zimanê herêmê Elsass) bi tena serê xwe bibe herêmek, dengên xwe dabûn.

Bi pêşketinên li Bretonyayê re paralel, Alsas jî ji bo desentralîzasyonê proseyeke şêwra bi civakê re dabû destpêkirin.

Rêvebiriya Alsasê ya bi navê Kolektîvîtîya Ewrûpî ya Alsasê (CEA) îsal li herêmê referandûmekê li dar xistibû.

Di referandûmê de 92 ji % civakê di ji bo Alsas bi tena serê xwe bibe herêmek, dengên xwe dabûn.

Bi reforma 2016’an li Fransayê herêmên mezin hatibûn avakirin û Alsas jî bi herêma Grand-Est ve hatibû girêdan.

Li aliyekî din, qismeke Alsasî daxwaza statuyeke xwedî erkên qanûnçêkirinê dikin.

Partiya Unser Land a otonomîst ji bo pêkhatina vê dixwazê çalakiyan li dar dixe.

Ev derdor dixwaze li Alsasê Parlamentoya herêmî bê damezrandin.

Reforma 2024’an

Gelek kes bawer dikin, hukumeta Fransayê wê bi reforma 2024’an hin ji van daxwazan qebûl bike.

Tê ragihandin, daxwazên ji Korsîka, Bretonya û Alsasê bilind dibin wê hukumeta Macron neçar bihêle hin gavan bavêje.

Gelek kes bawer dikin, hukumeta Fransayê wê bi reforma 2024’an hin ji van daxwazan qebûl bike.

Li gorî vê, îhtimala herî mezin ev e, Fransa wê dawî li herêmên mezin bîne û careke din li gorî taybetiyên wan ên zimanî û dîrokî herêmên biçûk bên damezrandin.

—————–

Foto: Daxuyaniyeke çapemeniyê ya berpirsên Unser Landê derbarê parastina nasnameya herêmî ya Alsasê de.  (Wikipedia)

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …