Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt

Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir.

Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt.

Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine.

Fransa destûrê nade di civînên meclîsên belediyeyan de Katalanî bê bikaranîn.

Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir.

Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt.

Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine.

Fotoyê bergê: Şaredarê Elnayê Nicolas Garcia (di nava her du kesan de) û du şaredarên din ên Katalonyaya Bakur di doza  Dadgeha Îdarî ya Montpelierê de. (Jêder: Vilaweb) 

Xala 2. a destûra bingehîn Fransî wekî “zimanê komarê” pênase dike di hemû karûbarên fermî de bikaranîna zimanên din qedexe dike.

Parêzerekî Katalan derbarê mijarê de axivî û got, digel biryarê jî wergera Katalanî ya axaftinên di meclîsên şaredariyan de dikare bê kirin.

Belediyeyên Katalan niha plan dikin ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya Toulouseê bidin.

Eger vê dadgehê jî heman biryarê bide, nûnerên Katalan wê giliyê Fransayê bi Dadgeha Ewrûpî ya Mafên Mirovan bikin.

Kurtedîroka meseleyê

Belediyeyên Elna, Tarerac, les Banys, Portvendres û Sant Andreu de Sureda ku hemû jî li Bakurê Katalonyayê ne, ji bo bikaranîna Katalanî rêziknameyên xwe guherandibûn.

Ev jî destûrê dabû şaredar û endamên meclîsan bikaribin bi devkî û nivîskî di civînan de Katalanî bi kar bînin.

Bajarê Katalan Elna. Cara ewil belediyeya vî bajarî di civînên meclîsê de dest bi bikaranîna Katalanî kiribû.

Belediyeyên Katalan di parastina xwe ya dadgehê de Katalanî wekî „parçeyeke mîrateya dîrokî ya herêmê“ nîşan dabûn.

Herwiha ji Fransayê hatibû daxwazkirin, hurmetê ji Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar re bigire.

Fransaya ku vê peymanê di 1999’an de îmze kiribû, heta niha peymanê di parlamentoya xwe de erê nekiriye.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …