Parlamentoya Fransayê reforma guherîna nexşeya terîtoryal a Fransayê derbas kir. Di dengdayina ku di 19’yê Mijdarê de pêk hat de reform bi piraniya sosyalist a parlamentoyê hat qebûlkirin. Di çarçoveya reformê de hejmara herêmên Fransayê ji 22’yan dadikeve 13’yan. Daxwazên ku demeke dirêje li herêma Alsasê ya li …
Bêtir »Têkoşîna Savoyê ya hatiye ji bîr kirin
Piştî demeke dirêj a polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê, di Tebaxa 2014’an de li Savoyê ku herêmeke rojhilata başûr ê Fransayê ye Midûriyeta Karên Savoyê hat damezrandin. Lê kurtedemek şûn de serokê saziyê Fabrice Dugerdil sê meh cezayê girtîgehê girt û dewleta Fransa ji ber xebatên saziyê gef lê …
Bêtir »Alsas daxwaza xurtbûna xweseriya xwe dike
Parçeya yekemîn a reforma nexşeya terîtoryal a Fransayê ku du hefte berê ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve hatibû qebûlkirin, piştî Bretonyayê li herêma Alsasê jî bû sebeba nerazîbûnan. Li gorî reforma nû, wê li rojhilatê Fransayê herêmeke makro bê damezrandin û Alsas ligel herêmên Lorraine û Champagne-Ardennesê vê …
Bêtir »Reforma nû yekitiya Bretonyayê dijwartir dike
Pêşniyazqanûna li ser guherîna sînorên herêman di Parlamentoya Fransayê de gav bi gav pêş de diçe. Hefteya çûyîn beşeke pêşniyazqanûnê ji aliyê parlementeran hat qebûlkirin. Bi vê gavê derket holê ku herêmparêzên Bretonyayêji bo yekitiya herêma xwe divê qet nebe heta 2016-2019’an bisekinin. Beşa pêşniyazqanûna ku di 17’yê …
Bêtir »FLNC’ya Korsîkayê têkoşîna çekdarî bi dawî dike
Rêxistina çekdar a Korsîkayê biryar da ku mînakên IRA û ETA’yê yên ji bo çareseriya promlemên Îrlandaya Bakur û Welatê Baskê bişopîne. FLNC diyar kir ku Meclîsa Korsîkayê ji Fransayê daxwaza guherînên polîtîk kiriye ku demeke dirêje tevgera serxwebûnxwaz a giravê ji bo vê têkoşînê dikir. Eniya Rizgariya …
Bêtir »“Lemosin oksîtan e û divê oksîtan bimîne”
Reforma terîtoryal a nû ku ji aliyê serokwezîrê Fransayê François Holland ve hatibû pêşniyazkirin, piştî bêaramiya li hin herêman rastî rexneyên alîgirên yekitiya Oksîtanyayê hat. Kordînasyona Oksîtan a Lemosin (Limousin) bi kampanyayeke îmzeyan li dijî planên damezrandina herêmeke nû ya bi navê Poitou-Charantes-Centre a li ser axa Oksîtanyayê …
Bêtir »Holland reforma herêman pêşkêş kir
Serokomarê Fransayê François Holland reforma xwe ya nû ya di derbarê berfirehkirina hêzên herêman de pêşkêş kir. Li gorî vê reformê, wê jimara herêman ji 22’an dakeve 14’an û hêzên di destên herêman de bên berfirehkirin. Lê hêzên herêmparêz ên li Bretonya, Alsas, Savoy û Languedocê bi hinceta …
Bêtir »Kaledonyaya Nû: ‘Peymana gelê kanak’
Serekên xwecî yên li girava Kaledonyaya Nû ya girêdayî Fransayê peymana ku tê de prensîb û pêdiviyên gelê xwecî yê li giravê eşkere kirin. Çav li rê ye ku vê peymanê ji aliyê rêvebiriya giravê bê qebûlkirin û di Destûra Bingehîn a Kaledonyaya Nû de cî bigire. Peyman …
Bêtir »Ji bo yekitiya Bretonyayê meşa mezin
Bi hezaran kes bi armanca Bretonyayeke yekgirtî di 19’ê Nîsanê de li bajarê rojavayê Fransayê Nantesê meşiyan. Di meşa ku nêzîkî deh hezar kes beşdar bûn de daxwazên yekitiya wîlayeta bajarê Nantesê ya bi herêma Bretonyayê ve hatin îfadekirin. Piraniya hêzên polîtîk ên breton, tevgera herêmparêz a breton …
Bêtir »Li Newala Aranê akademiya oksîtanî tê damezrandin
Li herêma Aran a li Katalonyayê ku devokeke oksîtanî li wir tê axaftin, Enstîtuya Xebatên Oksîtanî wê bê damezrandin. Enstîtuya nû wê ji 21 xebatkaran pêk bê û ji bo parastin û normalkirina oksîtanî xebatê bike. Wezîrê Çandê Ferran Mascarell û Wezîrê Edaletê Germa Gordo ku her du …
Bêtir »Li Fransayê di derbarê kurdan de kêm agahî diçe ber destê gel
Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Breton (AKB) hem ji bo bersivê bide banga çavdêriya ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo xebatên xwe yên ji bo Kurdistanê, di çarçoveya gera xwe ya Kurdistanê ya salane de di Newrozê de hatin Kurdistanê. Di nava vê heyeta ku ji 10 kesan pêk tê …
Bêtir »Di hilbijartina Fransayê de namzetên herêmî pêş ketin
Di hilbijartinên lokal ên li Fransayê namzetên neteweperest ên herêmparêz û serxwebûnparêz encamên balkêş girtin. Di tûra yekemîn a hilbijartinên ku di 23’ê mehê de hatin lidarxistin de encamên ku partiyên Korsîka, Baskê û Kaledonyaya Nû balê kişand. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 30’yê Adarê de bê …
Bêtir »Breton ji Fransayê daxwaza xweseriyê kirin
Tevgera breton a Kumên Sor ji bo Bretonyaya pêşerojê yazdeh daxwazên din ji hikumeta fransewî kirin. Endamên tevgerê ji Serokomarê Fransayê François Holland daxwaz kirin ku ji bo li pêşniyazên gelê breton guhdar bike, were Bretonyayê. Nêzîkî 3,000 endam û alîgirên Tevgera Li Bretonyayê Bijî, Biryarê Bide û …
Bêtir »Parlamentoya Fransayê erêkirina peymana ziman niqaş dike
Piştî 15 salan, nîqaşa li ser naskirina hiqûqî ya zimanên herêmî yên Fransayê ji nû ve ket rojeva siyasî ya Fransayê. Di 22’yê Çileyê de li Parlamentoya fransewî pêşniyazqanûna ya di derbarê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî hat nîqaşkirin. Lê di nava saziyên dewletê …
Bêtir »Li Fransayê reforma terîtoryal ji nû ve ket rojevê
Serokê Fransayê François Holland diyar kir ku ew dixwaze ji nû ve li ser projeya kêmkirina hejmara herêmên Fransayê bisekine. Hikumeta Holland dixwaze hejmara herêman kêm bibe û hin “hêzên qanûnçêkirinê” yên nû bide herêman. Holland nêrînên xwe yên di derbarê vê mijarê de di daxuyaniya xwe ya …
Bêtir »Welatiyên Bretonyayê daketin kolanan
Li herêma Bretonya ya li bakurêrojavayê Fransayê, di du mehên dawî de bi armanca protestokirina polîkayên aboriyê yên hikumeta François Hollande xwepêşandanên cihêreng tên lidarxistin. Di xwepêşandan de saziyên çandî û ziman jî cî digirin. Xwepêşandanên li herêmê, bi protestokirina baca ekolojiyê ya ku ji bo qemyonan hatibû …
Bêtir »Li Fransayê xwepêşandana ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur
Li erdên Baskê ya li başûrêrojavayê Fransayê, bi armanca naskirina mafên gelê bask xwepêşandanekê hat lidarxistin. 3,500 mirov beşdarê xwepêşandana ku di 30’yê Berfanbarê de ji aliyê rêxistina sivîl a Baterayê hat lidarxistin, bûn. Ev bû meşa duyemin a ku isal ji bo heman daxwazê hat lidarxistin. Di …
Bêtir »Perwerdeya bi bretonî pêş dikeve
Li herêma Bretonyayê ya li Fransa’yê perwerdeya bi zimanê bretonî ji % 4.3 pêş ket. Hejmara zarokên ku diçin dibistanên ku bi bretonî û bi duzimanî perwerde tê kirin zêde bû. Hejmara zarokên diçin dibistanên fermî yên duzimanî Div-Yezh’ê gihîşt 6,662’an ku tê wateya ji % 6,5 mezinbûnê û …
Bêtir »Zimanê bretonî wê li Amerîkayê bê fêrkirin
Zimanê bretonî, brezhoneg, ku li herêma Bretonya ya li Fransayê tê axaftin, wê li Amerikayê bê fêrkirin. Zanîngeha navdar a amerîkî Harvard ji bo fêrkirina bretonî bi zanîngeha Rennes II re li hev kir. Li gorî peymana her du zanîngehan, wê li Departmana Ziman û Çandên Seltîk a li Harvardê …
Bêtir »Perwerdeya duzimanî li Fransayê bû fermî
Di dîroka perwerdeyê ya Komara Fransayê’de cara pêşiyê bi awayekî qanûnî perwerdeya zimanên kêmaran hate qebûlkirin. Xala 27’an a ku di çarçoveya qanûna dibistanan de hate qabûlkirin de derfet dide ku “hînkirina perwerdeya herêmî” an “perwerdeya bi duzimanî ya di zimanê fransewî û zimanê herêmî” de di …
Bêtir »