Bretonya ji Fransayê xweseriyê daxwaz kir

Bi dûv Korsîkayê re Bretonya jî ji Parisê daxwaza otonomiyê kir.

Serokê Bretonyayê Loïg Chesnais-Girard got, ew jî wekî Korsîkayê “heman otonomiyê” dixwazin.

Daxwazên otonomiya polîtîk li herêmên Fransayê belav dibe.

Bi dûv Korsîkayê re Bretonya (Bi Bretonî Breizh) jî ji Parisê daxwaza otonomiyê kir.

Serokê Bretonyayê Loïg Chesnais-Girard got, ew jî wekî Korsîkayê “heman otonomiyê” dixwazin.

Lîderê Bretonyayê di banga xwe ya ji bo xweseriyê, di Kongreya Herêmên Fransayê de kir.

Di bernameya li St.Maloyê, Chesnais-Girard modela Fransî ya herêman wekî “navendîparêziyeke kevnbûyî” pênase kir.

Lîderê Breton wiha axivî:

“Serokê Komara Fransayê derbarê berfirehkirina azadî û otonomiya Korsîkayê ya di qadên bajarvanî, ziman û mijarên din de diaxive. Baş e, em jî heman tiştî dixwazin.”

Loïg Chesnais-Girard. Serokê Bretonyayê

Seroka Konseya Herêmî ya Oksîtanyayê Carole Delga jî destekê da vê bangê û dîtinên xwe wiha îfade kir:

“Ez pêbawer im ku vê gava ji bo Korsîkayê wê di heman demê de feydeya xwe ji bo Herêmên Dûrî Navendê, Bretonya û herêmên Fransaya metropolîtan jî hebe.

“Serokê Komara Fransayê derbarê berfirehkirina azadî û otonomiya Korsîkayê ya di qadên bajarvanî, ziman û mijarên din de diaxive. Baş e, em jî heman tiştî dixwazin.”

Herêmên Dûrî Navendê (Territoire d’outre-mer an jî TOM) navê statuya xweser a giravên Fransayê yên li Atlantîk û Pasîfîkê ne.

Terma Herêmên Metropolîtan jî ji bo herêmên li Fransayê tê bikaranîn.

Profîla Bretonyayê

Bretonya herêmeke dîrokî ya li bakurêrojavayê Fransayê ye ku xwedî peravên dirêj ên Okyanûsa Atlantîkê ye.

Berfirehbûna erdên Bretonyayê 34,023 km2 ye û nifûsa wê di ser 4,800,000’î de ye.

Bretonya di çarçoveya modela herêmî ya Fransayê de xwedî otonomiyeke lawaz e.

Meclîsa Breton nikare derbarê karûbarên herêmê de qanûnan qebûl bike.

Bretonya di çarçoveya modela herêmî ya Fransayê de xwedî otonomiyeke lawaz e.

Bretonya tevlî parêzgeha Loire-Atlantiqueê. Ev parêzgeh niha ji  Bretonyayê ye hatiye veqetandin. 

Meclîsa Breton nikare derbarê karûbarên herêmê de qanûnan qebûl bike.

Têkoşîna ji bo hebûna neteweyî ya gelê Breton bi giranî di qada parastina ziman de pêk tê.

Bretonî ji aliyê UNESCO’yê ve wekî “zimanekî bi dijwarî di xetereyê de ye” tê pênasekirin.

Fotoyê bergê: Ala Bretonyayê. /Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …