Arşîvên Tag: fransa

Xewna kanak a serxwebûnê pêk nehat

  Proseya dekolonîzasyona Kaledonyayê ku 30 sal berê destpêkiribû, her car rastî astengiyekê tê. Duh li giravê referandûmeke din a serxwebûnê hebû û gelek welatî hêviya xwe bi vê dengdanê ve girêdabûn. Lê beriya dengdan pêk were, Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS’ê banga boykotê li alîgirên xwe …

Bêtir »

Fransa sebebên trajediyê şêlû dike

Qezaya koçberan a li Deryaya Manşê, di rojeva Fransayê de ye…Rêvebiriya Fransayê wekî her car bi tenê kaçaxçiyan sûcdar dike û rola xwe ya di vê mijarê de nabîne…Rêvebiriyên Fransî û Brîtanî, di konsepta ewlekariyê de israra xwe didomînin, rêya çareseriyê dixetimînin. Bi vê polîtîkaya xwe Fransa, bi desteka hukumeta …

Bêtir »

Nûnerên Korsîkayê êdî di Senatoya Fransayê de ne

Di salên dawî de tevgera netewperwer a Korsîkayê bi serfiraziyên xwe yên di hilbijartinan de balê dikişîne ser xwe..Di hilbijartinên dawî de, cara yekemîn siyasetmedarekî welatparêz a Korsîkî ji bo senatoya Fransayê hat hilbijartin.. Ev encam dilê endamên doza serxwebûna Giravê xweş kir û li Korsîkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.. …

Bêtir »

Kolonyalîzm bû sebeba redkirina serxwebûna Kaledonyaya Nû

Giraveke li Okyanûsa Pasîfîkê ku 170 sal in li benda serxwebûnê ye, bi referendûmekê xwest bigihîje armanca xwe..Lê mixabin mêtingeran nehiştin welatiyên giravê bigihîjin armanca xwe..Li Kaledonyaya Nû, alîgirên serxwebûnê careke din referandûma serxwebûnê de têk çûn û hêviya xwe ji careke din re hiştin.. Tevgera serxwebûnxwaz bi mehan berê …

Bêtir »

Korsîka doza mafên tenduristiyê dike

Korsîka giraveke li rojavayê Derya Spî ya bi ser Fransayê ve ye. Welatiyên li giravê ji bo otonomiyeke berfireh, demeke dirêj e li dijî Fransayê têkoşînê dimeşînin. Siyaseta neteweparêz a Korsîkayê, bi manîfestoyeke xweseriyeke xurt beşdarê hilbijartinên herêmî yên 2017’an de bûbûn û di meclîsa Korsîkayê de piraniya kursiyan bi …

Bêtir »

Li Fransayê Serfiraziya dîplomasiya katalan

Dîplomasiya Katalonyayê ya ji bo teşhîrkirina kiryarên dewleta îspanyol, li Ewrûpayê pêş de diçe. 52 parlementerên fransewî, bi nameyekê bang li Îspanyayê kirin ku rêzê ji mafên demokratîk re bigire. Parlementerên ku ji grûbên partiyên çep bigire heta partiyên rasta navendê ne, di nameya xwe de diyar kirin, nûnerên meşrû …

Bêtir »

Oksîtan polîtîkayên perwerdeyê yên Fransayê protesto kirin

Bajarê Touluse/Tolosa ya li başûrê Fransayê ji xwepêşandanek li dijî polîtîkaya perwerdeyê ya Parîsê hat li dar xistin re malovaniyê kir. Qasî 5000 beşdarên xwepêşandana ku di 17’yê Sibatê de hat lidarxistin de qedexekirina zimanê oksîtanî ya di qada perwerdeya fermi de protesto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Herêmî ya …

Bêtir »

Bakurê Katalonyayê kampanyaya “Welatê Katalan” da destpêkirin

Şaredariyên katalan ên Fransayê “Welatê Katalan” li bin tabelayên navên xwe dinivîsin.. Bi vê kampanyayê, şaredariyên katalan daxwaz dikin ku rêveberiyeke Katalan li herêmê bê damezrandin. Cara pêşiyê, senator François Calvet pêşniyaz kir ku hemû şaredariyên li Katalonyaya Bakur ên li başûrêrojhilatê Fransayê tabelayên “Welatê Katalan” li bin navê şaredariyan …

Bêtir »

Fransa tedbîrên ji bo parastina zimanên kêmar red kir

Parlamentoya Fransayê pêşniyazqanûneke din a ji bo berfirehkirina mafên zimanên hatine kêmarkirin red kir. Bi tenê 27 parlamenter beşdarê dengdayina ku di 14’yê Çileyê de hate lidarxistin bûn û ji wan 14 parlamenter li dijî Pêşniyazqanûnê dengên xwe bi kar anîn.   Pêşniyazanûn ji aliyê parlamenterê breton Paul Molac ve …

Bêtir »

Hikumeta xweserîxwaz a Korsîkayê tê damezrandin

  Piştî hilbijartinên herêmî yên li Fransayê, hikumeta yekemîn Korsîkayê ku doza self-determînasyonê dike wê bê damezrandin. Girava Korsîkayê ya girêdayê Fransayê piştî hilbijartinên herêmî, rojên dîrokî dijî. Piştî têkoşîna Max û Edmond Simeoni ku 50 sal ajot, wê kurê Edmond Simeoni hikumeta yekemîn a ku doza mafê self-determînasyona Korsîkayê …

Bêtir »

Serokwezîrê Fransayê: Divê xwe bispêrin kurdan

      Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls da xuyakirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê xwe bispêre Kurdan. Serokwezîr Manûel Valls beriya dengdayîna li ser tezkereyê li Parlamenta Neteweyî peyivî û xwest êrîşên hewayî yên Fransayê yên li Sûriyeyê bê direjkirin. Piraniya parlamenteran, tezkereya Sûriyeyê erê kir. Valls …

Bêtir »

Li Fransayê pênc xwepêşandanên ji bo parastina ziman

    Li herêmên cuda yên Fransayê di heman demê de pênc xwepêşandanên ji bo parastina zimanên hatine marjînalkirin hatin lidarxistin. Parazvanên ziman daxwaz kirin ku zimanên wan ji aliyê dewletê ve bên naskirin û parastin. Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandên ku di 24’ê mehê de li Montpeller (Oksîtanya), Bayona …

Bêtir »