Fransa mafê penaberiyê da 56 hezar kesî

Li Fransayê di sala 2022’an de 156,103 kes serî li mafê penaberiyê dane.

Dema mirov bi sala 2021’an re dide ber hev, ev hejmar 28.6 % bilindtir e.

Herî zêde welatiyên ji Afganistan, Bangladeş û Tirkiye serî li Îltîcayê dane.

Serîlêdanên ji bo penaberiyê wekî welatên din ên Ewrûpayê li Fransayê jî bilind dibe.

Ofîsa Fransayê ya Parastina Penaber û Bêwelatan (OFPRA) daneyên derbarê mijarê de weşandin.

Daneyên ofîsê nîşan didin, di sala 2022’an de 156,103 kes li Fransayê serî li mafê penaberiyê dane.

Dema mirov bi sala 2021’an re dide ber hev, ev hejmar 28.6 % bilindtir e.

Herî zêde welatiyên ji Afganistan û Bangladeşê serî li Îltîcayê dane.

Tirkiye di vê mijarê de yek ji welatê herî li pêş e û ciyê wê yê di lîsteyê de sêyemîn e.

Gurcistana cîranê Tirkiyeyê bûye welatê çaremîn ku herî zêde welatiyên wê ji Fransayê daxwaza mafê penaberiyê kirine.

OFPRA û CNDA (Dadgeha Neteweyî ya Îlticayê) mafê penaberiyê an statuya parastina însanî dane 56,179 kesî.

Ev jî li gorî  2021’an 3,3 ji % zêdetir e.

Saziya penaberiyê di derbarê hejmara kesên bûne welatiyên Fransayê jî hin agahî parve kirine.

Bi tevahî 78,711 kes di 2022’an de bûne welatiyên Fransayê.

Ev rêye ji ya sala 2021’an bi qasî 16 % kêmtir e.

Par ji 94,000î zêdetir kes bûbûn welatiyên Fransayê.

Sîstema Penaberiyê ya Fransayê

Sîstema penaberiyê ya Fransayê ji Ofîsa Fransî ya Parastina Penaber û Bêwelatan (OFPRA) û Ofîsa Fransî ya Koçberî û Entegrasyonê (OFII) pêk tê.

OFPRA girêdayê Wezareta Karên Hundir e û tevlî Dadgeha Neteweyî ya Îlticayê (CNDA) berpirsê bersiva daxwazên ji bo îltîcayê ye.

Lêbelê kesên îltîcaxwaz di destpêkê de divê serî li parêzgehê (prefecture) bidin.

Bi alîkariya wergerên parêzgeh peyde dike, forma ji bo îltîcayê tê dagirtin û ev ji OFPRA’yê re tê şandin.

Hevdîtina bi OFII’yê re 

Paşê bi OFII’yê re hevdîtinek tê lidarxistin û li wir ji bo mercên mayinê yên îltîcaxwazan agahî tên dayîn.

Di vê hevdîtinê de kesê îltîcaxwaz dikare daxwaza malekê û alîkariya madî ya dewletê bike.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku Fransa dewleteke navendîparêz e li her aliyê welêt prosedûrên ji bo îltîcayî wekî hev in.

Lê digel vê jî, cî bi cî di navbera parêzgehan de hin cudahiyên biçûk dikare bê dîtin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …