Fransa li kolonyalîzma ziman xwedî derdikeve

Hukumeta Fransayê navendeke bi navê Bajarê Navneteweyî ya Zimanê Fransî ava kir.

Bajarê muzeya ziman lê hatiye vekirin Villers-Cotterêts e ku nêzîkî Parisê ye.

Ev bajar, bi biryarnameya dewleta Fransî ya qedexekirina zimanên din tê naskirin.

Hukumeta Fransayê navendeke bi navê Bajarê Navneteweyî ya Zimanê Fransî ava kir.

Fransa li mîrateya kolonyalîzma xwe ya ziman xwedî derdikeve.

Hukumeta Fransayê navendeke bi navê Bajarê Navneteweyî ya Zimanê Fransî ava kir.

Navenda  ziman di 30’ê Cotmehê de bi beşdariya serokomar Emanuel Macron ve hat vekirin.

Mesrefa ji bo vê projeya dêwane bi qasî 211 milyon euro ye.

Hukumet texmîn dike, salane 200,000 kes wê biçin serdana vê navendê.

Muzeya dîroka Fransî

Kesên tên serdanê wê bikaribin li vê navenda wekî muzeyê hatiye dîzaynkirin, hemû detayên dîroka Fransî fêr bibin.

Bajarê muzeya ziman lê hatiye vekirin Villers-Cotterêts e ku nêzîkî Parisê ye.

Ev bajar, bi biryarnameya dewleta Fransî ya qedexekirina zimanên din tê naskirin.

Di biryaran de zimanê Fransî wekî tekane zimanê ferz ê dewletê hatibû nîşandayin.

Lewma gelek parazvanên zimanên hatine marjînalkirin ên Fransayê reaksiyon nîşanî vekirina muzeyê didin.

Piraniya parazvanên van zimanan di wê baweriyê de ne, avakirina Bajarê Navneteweyî ya Zimanê Fransî domandina polîtîkaya emperyalîzma ziman e.

Biryarnameya Villers-Cotterêtsê

Qralê Fransayê François I. di 15’ê Tebaxa 1539’an de li bajarê Villers-Cotterêts biryarnameya li ser edalet û rêveberiyê weşand.

Biryarnameya Villers-Cotterêts di demeke dirêj de bû sebeba paşveçûna van zimanan û mîrateyeke kolonyalîst dewrî Şoreşa Fransayê kir.

Qralê Fransayê François I. di 15’ê Tebaxa 1539’an de li bajarê Villers-Cotterêts biryarnameya li ser edalet û rêveberiyê weşand.

Bi van biryaran armanca ev bû, hiqûqa her du qadan bê navendîkirin.

Du xalên ji nava 192 xalan, li ser qedexekirina zimanan bû.

Xalên 110. û ya 11. di hemû belgeyên hiqûqî û rêveberiyê de bikaranîna Fransî ferz dikir.

Berga Biryarnameya Villers Cotterets. /Jêder: Archives Nationales de France

Bi vî awayî, rê li ber fermîbûna zimanên Baskî, Oksîtanî, Katalanî, Bretonî, Almanî û Korsîkî dihat girtin.

Biryarnameya Villers-Cotterêts di demeke dirêj de bû sebeba paşveçûna van zimanan û mîrateyeke kolonyalîst dewrî Şoreşa Fransayê kir.

Piştî Şoreşa Fransî ya 1789’an, vê carê di perwerdeyê de ji bilî Fransî, bikaranîna zimanên din hat qedexekirin.

Foto: Wêneyê Kralê Fransayê Francois I.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …