Fransa statuya Kaledonyaya Nû muzakere dike

FLNKS diyar kir, ew ê civînên bi hukumeta Fransayê re di navbera 7 û 15’yê Nîsanê li Parisê bê lidarxistin.

Rêxistinê di daxuyaniyê de da zanîn, Fransa ji bo lidarxistina muzakereyan çarçove û rêbazeke maqûl pêşniyaz kiriye.

Fransa careke din bi Kaledonyaya Nû re dest bi muzakereyên ji bo statuyê dike.

Eniya Kanak û Rizgariya Neteweyî ya Sosyalîst (FLNKS) derbarê mijarê de daxuyaniyakê weşand.

FLNKS diyar kir, ew ê civînên bi hukumeta Fransayê re di navbera 7 û 15’yê Nîsanê li Parisê bê lidarxistin.

Rêxistinê di daxuyaniyê de da zanîn, Fransa ji bo lidarxistina muzakereyan çarçove û rêbazeke maqûl pêşniyaz kiriye.

FLNKS par di Adarê de pêşniyaza Fransayê ya ji bo hevdîtinan red kiribû.

Yek aliyekî girîng a di daxuyaniya FLNKSê de cî girt, pergala lidarxistina hilbijartin û referandûman e.

Rêxistina giravê Fransayê hişyar kir, di vê pergalê de guherînên di lehê dijberê serxwebûnê de neke.

Pergala heyî ya hilbijartinê li ser balansa di navbera alîgirên yekitiya bi Fransayê û alîgirên serxwebûnê de hatiye avakirin.

Li Kaledonyaya Nû di hilbijartinên ji bo Parlementoya Ewrûpayê, Parlamentoya Fransayê û yên ji bo giravê sê lîsteyên hilbijartinê yên cuda tên bikaranîn.

Bi taybetî, lîsteyên ji bo referandûm û hilbijartinên herêmî di bin kontroleke jidandîde ne.

Ev jî şêniyên giravê ji hegemonyaya siyasî ya hilbijêrên bi eslê xwe ji Ewrûpayê hatine, diparêze.

Referandûmên serxwebûnê

Ji bo proseya dekolonîzasyonê li Kaledonyaya Nû di 2018, 2020 û 2021’an de sê referandûmên serxwebûnê hatibûn lidarxistin.

Lêbelê ji ber hêza siyasî ya şêniyên ji Ewrûpayê, di her sê referandûman de alîgirên serxwebûnê têk çûn.

Ji bo proseya dekolonîzasyona li Kaledonyaya Nû di 2018, 2020 û 2021’an de sê referandûmên serxwebûnê hatibûn lidarxistin.

Lêbelê ji ber hêza siyasî ya şêniyên ji Ewrûpayê, di her sê referandûman de alîgirên serxwebûnê têk çûn.

Alîgirên serxwebûna giravê, derbarê têkçûna referandûma dawî de rasterast Fransayê tometbar kiribûn.

Serxwebûnxwaz îşaret bi şewba coronayê kiribûn û îdîa kiribûn, ji ber vê meseleyê beşdariya şêniyên giravê ya ji bo referandûmê kêm bûye.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne par ragihandibû, hukumeta Fransî wê di 2023’an de statuyeke nû ji bo girava Kaledonyaya Nû amade bike.

Hukumeta Macron dixwaze di 2024’an de reformeke destûra bingehîn a Fransayê bîne rojeva parlamentoyê.

Tê ragihandin, statuya nû ya ji bo Kaledonyaya Nû jî di nava pakêta reformê de cî digire.

Profîla Kaledonyaya Nû 

Ji 1976’an û şûn ve gelê Kanak ji bo serxwebûna welat dest bi têkoşînê kiriye.

Fransa piştî kûrbûna aloziyê, di 1998’an neçar ma bi rêxistinên giravê re Peymana Noumeayê ya otonomiyê îmze bike.

Kaledonya’ya Nû ji giraveke mezin û çend giravên biçûk ên li Okyanûsa Pasîfîkê ne pêk tê.

Berfirehbûna hemû giravan 18,576 km2’ye û nifûsa wan li derdora 270 hezarî ye.

Di sala 1853’an de welat bûye koloniyeke Fransayê û ji Parîsê ve hatiye rêvebirin.

Ji 1976’an û şûn ve gelê Kanak ji bo serxwebûna welat dest bi têkoşînê kiriye.

Fransa piştî kûrbûna aloziyê, di 1998’an neçar ma bi rêxistinên giravê re Peymana Noumeayê ya otonomiyê îmze bike.

Piraniya nifûsa Kaledonyaya Nû ji welatiyên ewrûpî û yên ji giravên din ên Pasîfîkê pêk tên.

Gelê esil ê giravê kanak e û ew jî encax 40 % nifûsê pêk tînin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …