Le Monde: Komar rastî serhildana herêman tê

Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand.

Ev gotar derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye.

Rojnameya Fransî Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand.

Gotara ji aliyê Benoît Floc’h ve hate nivîsandin, bi sernivîsa xwe ya “Komar rastî serhildana herêman tê” balê dikişîne.

Ev gotara di 8′? gulanê de hate weşandin, derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye.

Nivîskar dibêje Fransa neçare bersivekê bide daxwazên xwerêvebirinê yên Korsîka, Bretonya, Alsas, Polînezya û hin herêmên din.

Benoît Floc’h dide zanîn, Fransa di dewsa bersiveke giştî de, li gorî her herêmî polîtîkayeke cuda dimeşîne.

Li gorî nivîskar, herêmên herî zêde zorê li Fransayê dikin, Korsîka, Bretonya û Alsas in.

Di 2016’an de Fransa hejmara 23 herêman daxist 13 herêman.

Lê ji bilî van herêman, derbarê xebat û daxwazên hin herêmên din de jî agahî tên dayîn.

Bakurê Baskê û Loire-Atlantique du ji van herêman e ku gav bi gav herêmparêziya wan xurt dibe.

Tê ragihandin, bajarê Nantesê ji bo ji herêma Loire-Atlantiqueê veqete û tevlî Bretonyayê bibe daxwaznameyekê ji hukumeta Fransayê re şandî ye.

Herwiha, tê destnîşankirin, li herêma Baskê 158 belediye di 2017’an de yekitiyeke belediyeyan ava kirine û 21 erkên di destên xwe de dewrê vê saziyê kirine.

Ji bilî vê, hatiye gotin, Alsasa/Elsas ku bi herêmeke din ve hatiye girêdan dixwaze di 2024’an de bi tena serê xwe bibe herêm.

Katalonya û Skotland 

Profesorê Zanîngeha Katolîk a Louvenê Vincent ji Le Mondeê re ragihandî ye, li Ewrûpayê bi tenê Skotland û Katalonya serxwebûnê dixwazin.

Agahiyeke balkêş ê di gotarê de cî digire, derbarê daxwazên serxwebûnê yên Skotland û Katalonyayê de ye.

Malpera Katalan Vilaweb, di vê gotarê de agahiyên derbarê Katalonya û Skotlandê de derxist pêş.

Profesorê Zanîngeha Katolîk a Louvenê Vincent ji Le Mondeê re ragihandî ye, li Ewrûpayê bi tenê Skotland û Katalonya serxwebûnê dixwazin.

Laborderie diyar kiriye, tevgerên din ên etnîk ên li Brîtanya, Îspanya, Îtalya, Fransa û Belçîkayê otonomîst in dixwazin û lewma jî dikarin wekî tevgerên meşrû û demokratîk bên qebûlkirin.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …