Companys 75 sal berê hat înfazkirin

 

 

Serokê Katalonyayê Luis Companys di 1940’an de ji aliyê rejîma faşîst a îspanyol ve hat înfazkirin.

Companys ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Almanya Gestapoyê ve radestî Îspanyayê hatibû kirin. Katalanên welatparêz bang li hikumeta îspanyol kirin ku rêzê ji bîranîna Companys re bigire.

Serokê hikumeta katalan Generalitat Lluis Companys di 15’yê Cotmeha 1940 ‘an de li Barselonayê ji aliyê rejîma faşîst a Franco ve hat înfazkirin. Dadgeheke leşkerî çend meh beriya serkeftina hêzên Franco ya di Şerê Navxweyî yê Îspanyayê de, biryara kuştina wî dabû. Lê digel 75 sal di ser kuştina wî re derbas bûye jî heta niha leborîneke fermî ji aliyê dewleta îspanyol ve nehatiye xwestin.

Companys di hilbijartina 1932’an de bû endamê Parlamentoya Katalan a xweser û du sal şûn de bû serokê Katalonyayê. Di dema Şerê Navxweyî yê Îspanyayê de (1936-1939) wî li dijî serhildana leşkerî ya di bin rêvebiriya Franco’de ligel eniya komarger a Îspanyayê ciyê xwe girt. Ji ber pêşketina hêzên Franco ya di şer de, Companys mecbûr ma ku di 1939’an de derkeve derveyî welat. Compays di dema penaberiya wî ya li herêma Bretonyayê ya li Fransayê di 1940’î de ji aliyê Gestapoyê ve hat girtin û radestî Îspanyayê hat kirin. Du meh piştî vê jî bi lez hat înfazkirin.

Saziyên katalan di van rojan de ligel bîranîna serokê kevn, ji hikumeta îspanyol daxwaz dikin ku vê cezayê mirinê yê Companys betal bike. Cara dawiyê meclîsa şaredariyê ya Barselonayê du hefte berê bi deklerasyonekê bang li hikumeta îspanyol kir ku darizandina Companys betal bike û şaşiya li dijî wî telafî bike.

Di 2009’an de jî hikumeta katalan bang li dozgeriya dewletê kiribû ku serî li Dadgeha Bilind a Îspanyayê bide û daxwaza betalkirina biryara dadgehê bike. Salekê piştî vê bûyerê Parlamentoya Îspanyayê vê pêşniyazeke partiyeke katalan red kiribû. Her du partiyên sereke yên Îspanyayê li dijî pêşniyaza partiya katalan ERC (Partiya Komarger a Katalonyayê) ya ji bo telafîkirina fermî ya kiryara li dijî Companys dengên xwe bi kar anîbûn.
———–

Ji Nationalia’yê hatiye wergerandin û kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …