Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin

 

 

 

Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin.

Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya Galîsya, Bask û Katalonyayê tê sekinandin. Di merasîma ji bo îmzeyê de berpirsê Polîtîkaya Derve ya EH Bilduyê Maite Ubiria, nûnerê CUP’ê Roger Castellanos û berdevkê neteweyî yê BNG’yê Xavier Vence amade bûn.

Nûnerê Baskê Ubiria da xuyakirin ku “giraniyeke dîrokî” ya vê deklerasyonê heye û ji bo neteweyên bask, galîs û katalan pêdivî “bi pêvajoyeke şoreşeke demokratîk” heye. Ubiria eşkere kir ku êdî dem hatiye ku “modela sosyoaboriyê” yê di xizmeta elîtan de jî bê bidawîkirin.

Nûnerê CUP’ê Castellanos jî got ku divê pêvajoya diyarkirina siberojê ya her sê neteweyan bi tenê  ji biryara parlamentoyê re nehê hiştin û divê pêvajo “di destê gel de be” û bi “desteka kolanê” bê meşandin.

Di deklerasyonê de hin mijarên li ser hatine lihevkirin ev in:

  • Xurtkirina têkiliyan û parvekirina tecrûbeyên polîtîk, civakî, çandî û zimanî di navbera her sê neteweyan de.
  • Pêkanîna sînerjiyan ji bo têkşikandina modela dewletê ya di Destûra Bingehîn a Îspanyayê ya 1978’an de hatiye diyarkirin û meşandina pêvajoyên demokratîk a damezrîner li Welatê Bask, Galîsya û Welatên Katalan.
  • Hevkariya li dijî êrîşên ku dixwazin meşa serdestiyê ya her sê neteweyan asteng bikin.
  • Bêyî midaxeleya ji derve bê kirin, parastina mafên hemû gelên cîhanê yên ji bo siberoja xwe.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …