Xwepêşandana dîrokî ya li Barselonayê

 

 

 

Di roja neteweyî ya Katalonyayê de xwepêşandana herî mezin a Ewropayê hat lidarxistin. Nêzîkî 2 milyon kes beşdarê meşa li Barselonayê bûn. Vê meşê, bû nîşana biryardariya gelê Katalonyayê ya ji bo serxwebûnê.

Alîgirên serxwebûna Katalonyayê di 11’yê Îlonê de yek ji kolana herî mezin a Barselonayê Avinguda Meridianayê ku ber bi Parlamentoya Katalonyayê ve dirêj dibe, tije kirin. Li derdora 30 rewşenbîren biyanî û lîstikvanê FC Barseloknayê Gerard Pique jî beşdarê vê mêşê bûn. Herwiha, hejmareke zêde rojnamegerên ji hemû aliyên cîhanê vê bûyerê şopandin.

Di xwepêşandana dişibiya festîwalekê de, mozaîkeke mirovan a dêwane hat pêkanîn û deh rûmetên bingehîn ê ku tê pêşiniyazkirin ku dewleta katalan bi rêberiya wan bê damezrandin, hatin îfadekirin.

Xwepêşandan bi axaftinên Quim Sanchez û Jordi Torra ku serokên komên sivîl ên katalan ên ku vê bûyerê li dar xistibûn, Asambleya Neteweyî ya Katalan (ANC) û Omnium Cultural û bi sirûda neteweyî ya katalan ‘El cant dels segadors’ bi dawî bû.

Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Artur Mas ji ber wezîfeya xwe ya fermî beşdarê çalakiyê nebû lê destekê da vê çalakiyê. Berdevkê hikumeta îspanyol Soraya Saenz de Santamaria ji Artur Mas xwest ku di vê mijarê de bêalî be û saziyên katalan ji bo berjwendiyên xwe yên neteweperest bi kar neyne.

Ji ber ku hikumeta îspanyol destûr nade ku referandûma serxwebûna Katalonyayê bê lidarxistin, partiyên siyasî yên katalan biryar girtibûn ku di 27 Îlonê de hilbijartinên herêmî ya pêşwext li dar bixin û vê hilbijartinê veguherînin referandûma serxwebûnê.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …