Li Fransayê pênc xwepêşandanên ji bo parastina ziman

 

 

Li herêmên cuda yên Fransayê di heman demê de pênc xwepêşandanên ji bo parastina zimanên hatine marjînalkirin hatin lidarxistin. Parazvanên ziman daxwaz kirin ku zimanên wan ji aliyê dewletê ve bên naskirin û parastin.

Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandên ku di 24’ê mehê de li Montpeller (Oksîtanya), Bayona (Bask), Ajacciu (Korsîka), Strasbûrg (Alsas) û Karaezê (Bretonya) hatin lidarxistin bûn.Karaez2

Montpeller

Xwepêşandana li vî bajarî  ji aliyê rêxistinên oksîtan ve hat lidarxistin û ji aliyê rêxistinên katalan hat destkirin. Nêzîkî 12 hezar kes beşdarê vê xwepêşandanê bûn. Nûnerên partiyên siyasî yên oksîtan ku di nava wan de nûnerê Herêma Aranê ya li Katalonyayê û wekîlê ji koma Kesk a Parlamentoya Ewropayê Gerard Onesta jî hebû, beşdarê vê meşê bûn.

Karaez

Pênc hezar kesên ku beşdarê xwepêşandana li Karaezê bûn, daxwaza naskirina her du zimanên xwerû yên Bretonyayê –bretonî û zimanê gal- kirin. Nûnerên ji partiyên siyasî û rêxistinên çandî yên breton beşdarê meşê bûn. Herwiha komên yekitiya Bretonyayê ya bi Nantesê dixwestin di meşê de ciyê xwe girtin.

bayona2

Bayona

Li bajarê Bayona ya li Welatê Bask a Bakur pênc hezar welatî beşdarê meşa bi armanca parastin û naskirina zimanê baskî hat lidarxistin, bûn. Xwepêşander di heman demê de ji Fransayê daxwaz kirin ku saziyeke îdarî ya ji bo Welatê Bask a Bakur bê damezrandin. Di hefteyên derbasbûyî de ji aliyê rêvebiriya herêmî ya li başûrêrojavayê Fransayê pêşniyazeke ji bo damezrandina saziyeke îdarî ya bask hatibû kirin.

Ajacciu

Li bajarê Ajacciu a li Korsîkayê xwepêşandeke ku bi sedan kes beşdar bûn, hat lidarxsitin. Di çalakiyê de bang hat kirin ku zimanê korsîkî ligel fransî bibe zimanê fermî yê Korsîkayê.

Strasbûrg

Li bajarê Strasbûrbûrgê ya li rojhilatê Fransayê xwepêşandenek ji aliyê rêxistinên Alsasê vê hat lidarxistin. Welatiyên beşdarê çalakiyê bûn ji Fransayê daxwaz kirin ku bi armanca parastina zaravaya alsasî ya zimanê almanî tedbîrên pêwîst bigire.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …