Serhildêrê katalan polîtîkayên Îspanyayê darizand

Jordi Cuixart: “Serdestiya hiqûqî ne li ser demokrasiyê ye, ji ber ku di dema rejîma Franko de jî serdestiya hiqûqî hebû.”

Darizandina lîderên gelê katalan a ji aliyê dadgeheke bilind a Îspanyayê ket hefteya xwe ya sêyemîn. Roja sêşemê berpirsê saziya herî mezin a civaka sivîl Jordi Cuixart derket pêşberî dadgeha îspanyol. Cuixart di dadgehê de parastineke siyasî ya pir balkêş kir û dadgehê kir ciyekî darizandina polîtîkaya Îspanyayê ya li hemberê Katalonyayê.

Jordi Cuixart di parastina xwe de bi eşkereyî qebûl kir ku saziya wî Omnium Cultural zextê li gel kiriye ku beşdarî referandûma serxwebûnê bibin û ev zext mafekî demokratîk e. Cuixart diyar kir ku 2,300,000 mirov beşdarê referandûma serxwebûnê ya 1’ê Cotmehê de bûne û ev yek bêîteatiya sivîl a herî mezin a li cîhanê ye.

Serhildêrê katalan argumana ‘serdestiya hiqûqî’ ya dewleta spanyol jî bi tundî rexne kir û van gotinên balkêş gotin: “Serdestiya hiqûqî ne li ser demokrasiyê ye, ji ber ku di dema rejîma Franko de jî serdestiya hiqûqî hebû.” Cuixart pê de çû û got ku bikaranîna mafên demokratîk ji aliyê civaka katalan nîşaneyeke baş a ji bo demokrasiyê ye.

Dadgeha îspanyol bi sebeba ku Cuixart yek ji amadekarên referandûma serxwebûnê ya katalan bûye 17 sal cezayê girtîgehê ji wî re dixwaze. Serhildêr Cuixart 500 roj in di girtîgehê de ye.

Jordi Cuixart serokê Omnium Culturalê bû ku saziya sivîl ya herî mezin a serxwebûnxwaz a Katalonyayê ye. Ew herdem têkoşîna sivîl a ya ji bo mafên Katalonyayê meşandiye û tu carî di siyaseta katalan de cî negirtiye. Cuixart ji bilî rola xwe ya di lidarxistina referandûmê de, yek ji amadekarê xwepêşandana mezin a 20 Rêzbera 2017’an a li Barselonayê bû. Di vê meşê de êrîşa polêsên îspanyol a li hemberê lidarxistina referandûmê hatibû şermezar kirin.

Omnium Cultural di 1961’an de bi mebesta parastina çand û zimanê katalan ya li hember polîtîkaya asîmîlasyonîst a rejîma Franko, ji aliyê çend karsazên katalan ve hatibû damezrandin.

Omnium Cultural

Saziya sivîl di 1961’an de bi mebesta parastina çand û zimanê katalan ya li hember polîtîkaya asîmîlasyonîst a rejîma Franko, ji aliyê çend karsazên katalan ve hatibû damezrandin. Saziyê di paşeroja xwe de ji bilî xebatên çandî, bi giranî qursên taybet ên perwerdeya katalanî li dar dixist.

Di salên dawî de xebatên saziyê li Katalonyayê gelek kêm bûbû lê bi hilbijartina Jordi Cuixart xebatên saziyê derketin asta herî bilind. Cuixart di rêvebiriya xwe de aktîvîzma siyasî ya saziyê pir pêş xist û Omnium bû saziya herî li pêş a bêîteatiya sivîl a li ser xeta serxwebûnxwaziyê. Di vê dema awarte ya dînamîzekirina civakê de hejmara endamên saziyê derket 140 hezarî.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …