Ji nava dilê Îspanyayê banga serxwebûnê

Tevgera serxwebûnxwaz a katalan li Madrîdê xwepêşandaneke dîrokî li dar xist. Bi hezaran kes li ser banga 50 sazî û partiyên siyasî yên serxwebûnxwaz ji Katalonyayê herikîn nava dilê Îspanyayê û beşdarê çalakiya ‘meşa biryardayinê’ bûn.

ANC (Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê), Omnium Cultural, Junts Per Catalunya, Esquerra Republicana û CUP ji bo beşdariya çalakiyê li Katalonyayê xebateke berfireh kirin. Zêdetirî 500 otobus ji bo anîna xwepêşanderan ji her aliyê Katalonyayê herikîn Madrîdî. Hêzên ewlekariyê yên Îspanyayê ku xwestin mezinbûna çalakiyê ji raya giştî veşêrin diyar kirin ku 18.000 kes beşdarê çalakiyê bûye. Aliye katalan vê hejmarê red kir û da zanîn ku herî kêm 120.000 kes beşdarê vê çalakiya dîrokî bûne.

Çalakvanên katalan êvarê saet di 6’an de di ber Paseo Prado re ku bi awayekî sembolîk ji aliyê cografîk ve navenda Îspanyayê tê dîtin, derbas bûn. Di meşê de çalakvan posterên li ser “Diyarkirina mafê qederê )çarenûsiyê ne sûc e” û “Demokrasî biryardayine” bilind kirin.

Ji El Prado hinekî wê de 12 lîderên serxwebûnxwaz ên katalan bi hefteyane ji aliyê Dadgeha Bilind a Îspanyayê ve tên darizandin. Girtiyên siyasî yên katalan ji ber lidarxistina referandûma serxwebûnê bi serhildêrî, cihêxwazî û bi awayekî bêqanûnî xerckirina fonên herêma xweser tên sûcdarkirin.

Referandûma Serxwebûnê

Referandûma Serxwebûnê bi biryara hikumeta Katalonyayê Generalitat ve di 1’ê Cotmeha 2017’an hat lidarxistin. Di referandûmê de ji dengdaran hat pirsîn ku pirsa “Hûn dixwazin bila Katalonya bila bibe komareke serbixwe” hat pirsîn. 2,044,038 kes ku ji % 92’yê beşdaran pêk dianî di  referandûmê re gotin “Erê.” 177,547 jî bi tenê ji % 7.99’ê beşdaran pek dianîn dengê “Na” bi kar anîn. Beşdariya bo vê referandûma dîrokî gihîst ji % 43’yê hemû dengdarên li Katalonyayê. Hikumeta herêmî piştî referandûmê da xuyakirin ku li derdora 770,000 kesî ji ber astengiya polêsan nikaribûne dengên xwe bi kar bînin û lewma beşdarî ewqas pêk hatiye.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …