Li Barselonayê kursa zimanê kurdî

 

 

Li paytexta Katalonya Barselonayê kursa zimanê kurdî dest pê dike. Beriya kursê wê di 15’yê Tîrmehê de semînereke di derbarê vê mijarê de bê lidarxistin.

Ji saziya sivîl a katalan CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) daxuyaniyeke di derbarê vê mijarê de hat dayîn û hat diyarkirin ku wê li navenda saziyê ya li Barselonayê kursa zimanê kurdî dest pê bike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin kursa ku wê ji aliyê mamosteyeke kurd bê dayîn, di bavbera Cotmeh û Qanûna 2015’an her hefte 2 an 3 saet bê lidarxistin.

Zaravaya ku di kursê de wê bê fêrkirin kurmancî be û di heman demê de di kursê de wê li ser hin mijarên di derbarê çanda kurdan de jî bên sekinandin. Di kursê de di warê cudahiyên di navbera devokên kurmancî yên li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê tê axaftin de jî wê agahî bên dayîn.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …