Jpeg

“Radîkalîzm û lîberalîzm xisarê dide parastina kurdî”

Nivîskar Necat Ayaz di bernameyeke di Sterk Tv’de da zanîn ku kurdî ber bi xetereyê ve diçe. Ayaz got ku bi taybetî rewşa ziman li Amedê pir xedar e lê ev yek ji aliyê saziyên ziman ve nayê dîtin.

Ji bo temaşekirina videoyê bitikînin!

Ayaz di bernameya Bêndera Çandê ku di 6’ê Tîrmehê de hat weşandin de bersiva pirsên bernameçêker Şêxmûs Sefer da. Ayaz di bernameyê de li ser xweserî û gelek mijarên bi rewşa ziman re eleqeder sekinî û di vê mijarê de saziyên kurd rexne kir. Aliyên balkêş ên vê hevpeyvînê bi vî awayî bûn:

“Stratejiyeke xweseriyê tuneye”

“Stratejiyeke me ya rûniştî ji bo xweseriyê tuneye. Sermayeya me ya entelektuelî ya di vî warî de gelek kêm e. Dema em bê stratejî bin, em vê derfeta entelektuelî jî winda dikin. Gelek pirtûk li ser vê mijarê tên weşandin lê ez fam nakin çima ew li ser derveyê welat, li ser modelên xweseriyê nasekinin. Kes naxwaze qala Baskê, Katalonyayê, Skotland, Gal û Tîrola Başûr bike. Dibêjin ‘em ê modelekê ji xwe re biafirînin’. Lê divê modela me bi riya lêkolîna mînakên cihanê pêk were.”

“Xweserî ne modeleke bêdewlet e. Modela xweseriyê unîversal e. Heman tişt li Hîndîstanê jî, li Fîlîpînê jî, Li Ewropayê û li Amerîkaya Latîn jî heye. Modela xweseriyê modeleke ku di bin banê dewletê de tê avakirine. Ji bo vê herêmeke bisînorkirî, statû û saziyên herêmî pêwîst in. Xweserî ji aliyê dewletê ve tê erêkirin, ji aliyê parlamentoyê ve wekî qanûn tê qebûlkirin û ji aliyê serokwezîr an serokomar tê îmzekirin. Li her aliyê cîhanê bi vî awayî bûye.”

“Xweseriya yekalî ne pêkan e”

“Li cîhanê bi tenê li herêma Chiapasê ya li Meksîkayê xweseriya yekalî hatiye îlankirin. Lê Chiapas pir zêde entegreyî Meksîkayê nebûye. Herêmeke çiyayî ye û bi daristan e. Hem biçûk û hem jî nifûsa wê kêm e. Kesên xwecî li wir dijîn û zimanên xwecî diaxivin. Heta gelek ji wan bi zimanê spanyolî nizanin. Xweseriya yekalî ya li Chiapasê otorîteya dewleta Meksîkayê tehdît nake. Xweseriyeke bi vî rengî li ciyekî wekî welatê me stratejîk pir ne realîst e. Lewma divê em modelên cîhanê yên unîsersal lêkolînê bikin û encamê ji wan derxin.”

“Siyaset, ziman wekî qadeke xweser nedît”

“Siyaseta kurd heta 2005’an ziman wekî qadeke xweser a xebatê nedît. Parastina ziman bi tenê di daxuyaniyan de ma. Ji 2005’an û şûn ve gotin ‘qada ziman qadeke xweser e, divê em tevgera ziman damezrînin û li cîhanê jî bi vî awayî bûye’. Lê ji 2005’an heta 2015’an û 2016’an xebateke berbiçav pêk nehat. 2-3 dibistan hatin vekirin. Perwerdeya ziman bi kursan bi sînor bû. Bi kurs û çend dibistanan wê ziman çawa bê parastin? Li cîhanê ji bo parastina ziman li benda statuyê û dewletê nehatiye sekinandin. Li Baskê di 1958’an de dibistana yekemîn a ku bi baskî perwerdeyê dike  ku jê re ikastola tê gotin bi rengekî veşartî hatiye vekirin. Wê demê dîktatoriya Franco vê dibistanê û yên din ên hatine vekirin girtiye. Komên dê û bavan û saziyên sivîl ên bask van dibistanan dîsa vekirine. Piştî 1978’an ku Herêma Xweser a Baskê hatiye damezrandin, sîstema ikastolayê bûye bingeha perwerdeya fermî ya bi zimanê baskî. Li Katalonya, Gal û Îrlandayê jî hewldanên sivîl ên dişibin vê tecrûbeyê ji bo parastina ziman derketine holê.”

“Saziyên ziman di xeweke giran de ne”

“Rêvebirên saziyên ziman ên li Amedê rewşa ziman baş dibînin. Dibêjin ‘me çend dibistan vekirin û li wir bi sedan zarok perwerde dibin. Em di saziyên kurd de bi kurdî diaxivin’. Lê dema ez li Amedê digerim, dibînim ku civak bi tirkî diaxive. Ji ber vê yekê ez îdîa dikim ku niha kurdî ber bi xetereya potansiyel ve diçe. Di xetereya potansiyel de zarok dev ji zimanê xwe berdidin. Divê ji bo famkirina rewşa ziman em lêkolînên sosyolînguîstîk bikin. Em bi van lêkolînan bibînin ku ziman ji aliyê kîjan komên civakê çiqas tê axaftin. Di forma anketan de ji çar salan carekê heta ji salê carekê divê lêkolînê bên kirin. Divê pêşiyê rewşa ziman bê teşhîskirin û paşê polîtîkayeke ziman bê amadekirin. Bi ya min, di vê mijarê de saziyên bi ziman re eleqeder dibin wekî ku di xeweke giran de bin.”

Rola Amedê û parastina ziman

“Amed navenda kurdan e û nifûseke wê ya mezin heye. Li Amedê bajarîbûn û mobîlîzasyona civakî ya ber bi statuyên bilind ve bi tirkî pêk tê. Ji bilî vê, Amed pir bi lez mezin dibe. Rola Amedê di parastina ziman de girîng e. Bi rastî, rola navendên bi vî rengî di parastina ziman de girîng e. Bo nimûne, heta ku zimanê fransî li paytexta Quebecê Montrealê nehat parastin, zimanê fransî xwe di ewlehiyê de nehesiband. Li wir bêaramiya civakê pir bilind bû û civak heta şerê çekdarî gav avêt. Piştî ku bi tedbîrên pir mezin li Montrealê fransî hat parastin, civak normalîze bû û bêhna wê fireh bû.

Stratejîstên katalanîst jî li ser rola Barselonayê ya di parastina katalanî de disekinin. Ew dibêjin ku ‘eger em şerê ziman li Barselonayê winda bikin ew ê heman tişt li bajarên din jî pêk were’. Li aliyekî din, paytexra Îrlanda Dublinê ji ber bandora îngilîzî ti carî nebûye navenda zimanê îrlandî. Gelo wê Amed ji van her sê mînakan kîjan ji xwe re hilbêjere? Montreal, Barselona an Dublin?”

Di parastina ziman de radîkalîzm û lîberalîzm

“Siyaseta kurd wiha dibêje: ‘Ez dersa dersa hilbijarî naxwazim.’ Dema beşên Kurdolojiyê tên vekirin, reaksiyon nîşan dide. Dema televizyoneke bi kurdî weşanê dike ji aliyê dewletê tê vekirin reaksiyon nîşan dide. Dema destûra ji bo vekirina dibistanên taybet tê dayîn reaksiyon nîşan dide. Naxwaze van derfetan bi kar bîne. Ew bi tenê vê dibêje: ‘Ez perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazim.’. Bîst sal in em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin! Gelo zimanê dayikê ma? Kurd hene lê nifşên ciwan û zarok zimanê dayikê terkirine. Dema tu li Amedê perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazî wê demê divê tu perwerdeyê bi tirkî bidî. Vê argumana me kevn bû. Divê em argumanên nû bibînin. “

Li Katalonya, Bask û Quebecê nabêjin ‘em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin’. Dema li Quebecê PZD’ê bixwazin divê bi îngilîzî jî perwerdeyê bikin. Katalan dibêjin em bi zimanê xwe yê xwerû ango katalanî perwerdeyê dixwazin. Lewma kesê ku li vê coxrafyayê dijî, divê bi kurmancî an zazakî perwerdeyê bibin. Helbet mafên suryaniyan, tirkan û kêmarên din jî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin.”

Nasnameya siyasî/etnîk û nasnameya ziman

“Nasnameya siyasî û nasnameya ziman di nava kurdan de ji hevûdû dûr ketine. Ev meqes her ku diçe ji hev vedibe. Ez ditirsim ku em ber bi îrlandabûyinê ve diçin. Li Îrlandayê Sinn Fein zimanê îngilîzî tercîh kir. Wê demê li Îrlandayê civak ji % 90 bi îngilîzî diaxivî. Têkoşîn serxwebûnê anî. Nasnameya siyasî hatibû parastin lê nasnameya ziman têk çûbû. Wekî vê mînakê, siyaseta kurd jî bi tirkî diaxive. Saziyên kurd bi giranî bi tirkî diaxivin.”

Rizgariya ziman

Azadî ne tenê siyasî ye. Azadiya ciwanan, jinan û ekolojiyê têr nake. Divê ziman jî wekî qadeke xweser a azadiyê bê dîtin. Di nava civakê de têkiliya di navbera tehekûm û ziman de çawa ye? Di civakê de di warê zimanan de hiyerarşiyekê pêk hatiye. Kesên ku bi tirkî baş dizanin di siyasetê de, di aboriyê de û di qadên din de hêzê girtine destên xwe. Kesê ku bi tenê bi kurdî bizanibe dikare li welatê me karekî bi hêz bi dest bixe? Heta tu vê hiyerarşiyê hilneweşînî tu nikarî qala rizgariya civakê bikî.

Îdeolojiya rizgariya ziman di nava siyaseta kurd de baş rûneniştiye. Ew bi tenê ji retorîkê pêk hatiye. Divê em têkiliyên di navbera  rizgariya ziman, tehekûm û dekolonîzasyonê zelal bikin. Divê di destpêkê de îdeolojiya rizgariya ziman bê zelalkirin. Paşê divê em krîterên ji bo polîtîkaya ziman diyar bikin. Ev krîter divê li ser bingeheke mafên lîberal an mafên kolektîf pêk werin? Piştî vê jî divê polîtîkayeke ziman bê amadekirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Par 266,000 penaber çûne Almanyayê

Fatoş DEMIRTAŞ Di 2023an de zêdetirî 266,000 penaber bi rêyên kaçax çûne Almanyayê. Ev jî …