Hilbijartina Îspanyayê û herêmên xweser

Di hilbijartina giştî ya 28’ê Nîsanê ya Îspanyayê de partiyên katalan û bask encamên baş girtin. Bloka Neteweperest ên Galîsyayê gavek din pêşket û li Giravên Kanaryayê partiyên herêmparêz hêza xwe parastin. Di hilbijartinê de partiyên rastgir ên îspanyol li Katalonyayê û Baskê têk çûn.

Di encama hilbijartinê de Partiya Sosyalîst a Karkeran a Îspanyol (PSOE)176 kursiyan bi dest xist û bû partiya yekemîn. Her sê partiyên rastgir bi 159 kursiyan li dûv partiya sosyalîst man. Li gorî van encaman, partiya yekemîn ji bo pêkanîna hikumetê divê bi Podemos, Partiya Komarger a Katalan (ERC) an bi partiyên biçûk ên kêmaran re hevkariyê bike.

Sîstema siyasî ya vî welatî ji parlamentoyê (Cortes Generales)û Senatoyê pêk tê. Rola senatoyê li paş parlamentoyê tê lê di dema betalkirina xweseriya Katalonyayê ya di 2017’an de pêvajo ji aliyê Senatoyê ve hat destpêkirin. Lewma formasyona Senatoya nû ji bo herêmên xweser gelek girîng tê dîtin.  

Katalonya

Wiha xuya dike ku di pekanîna parlamentoya Îspanyayê de ERC wê rolekê bilîze. Ev partî di vê hilbijartinê de li Katalonyayê bi % 24.6’an dengan bûbû xwedî 15 kursiyan. Partiyeke din a serxwebûnxwaz Junts per Catalunya di hilbijartinê de 7 kursiyan bi dest xist. Bi vê encamê, cara pêşiyê partiyên katalanîst di parlamentoya Madrîdê de bû xwedî 22 kursiyan.

Ji bo amadekerina hikumeta navendî PSOE divê bi Podemos û hevparê wê yê katalan En Comú Podem re hevkariyê bike. Digel vê jî pêdiviya partiya sosyalîst bi partiyeke din heye û bi îhtimalek mezin ev partî jî ERC’e.

Valensiya û Balear

Herêma Xweser a Valensiyayê ku yek ji herêmên katalan tê binavkirin demeke dirêje di bin hegemonyaya partiyên navendî ya îspanyol de ye. Partiya Gel (PP) ku partiya herî mezin a rastgir e, di hilbijartina giştî ya 2011’an de ji % 53’yê dengên herêmê girtibû. Di vê hilbijartinê de vê partiyê li vê herêmê têk çû û incax dikaribû ji % 18’ê dengan bigire. Mixabin li vê herêmê partiya rastgir Ciudadanos ( welatî) ji 18 û partiya radîkal a rastgir Vox ji % 12’yê dengan girtin.

Partiya Compromís a alîgirê xweserî û federalîzmê bi % 6,4’ê dengan wekîlek di Parlamentoya Îspanyayê de bi dest xist. Di roja hilbijartina giştî de hilbijartina herêmî jî hat lidarxistin û partiya Compromís bi 440,000 dengan  ji % 16,4 yê dengan bi dest xist.

Di hilbijartina li Giravên Balearê de ku ev jî yek ji herêma zimanê katalanî lê belav bûye ye, koalîsyona çepgir û serxwebûnxwaz (Dengên Pêşketî) di hilbijartina giştî de dikaribû 25,000 dengan bigire. Heman koalîsyon di hilbijartina herêmî ya 2015’an de 65,000 girtibû.  

Welatê Bask (Euskadi)  

Partiyên rastgir li Welatê Bask bi tevahî têk çûn û ji bo parlamentoya navendî wekîlek jî bi dest nexistin. Partiya xwerîxwaz a Bask PNV (Partiya Rastgir a Bask) ji 18 kursiyên li Baskê 6 kursiyan bi dest xist û tevgera serxwebûnxwaz a EH Bildu kursiyên xwe ji 2’yan derxist 4’an. Partiyên navendîparêz ên îspanyol PSOE û Podemos di vê hilbijartinê de her yek ji wan 4 kursiyan bi dest xistin.  

Navarra

Navarra yek ji herêmên ku berê parçeyeke Welatê Bask bû lê di encama polîtîkayên asîmîlasyonîst û parçekirinê yên dewleta îspanyol de hebûna ziman û siyaseta bask li herêmê hat qelskirin. Di hilbijartina giştî de tifaqa Bildu, Geroa Bai û PNV a li vê herêmê bi ser neket û kursiyek jî bi dest nexist.  Tifaqa partiyên rastgir ên navendî û partiya herêmaparêz a Navarra 2 kursiyan bi dest xistin û li aliyê din jî PSOE 2 û Podemos kursiyek girt.

Galicia

Bloka Neteweperest Galîsyayê  (BNG) di hilbijartinên berê de di parlamentoya navendî de 2 kursiyan bi dest xistibû lê 2015’an de ji ber veqetîna hin komên di nava wê de ev her du kursiyan jî winda kiribû. BNG di 2016’an de bi girtina 45,000 dengan di dîroka xwe de encama herî xerab girtibû. Di vê hilbijartinê de dengên vê partiyê derket 93,000’î lê ev deng têrî bidestxistina kursiyekî nekir.

Giravên Kanarya

Partiya xweserîxwaz a Koalîsyona Kanarya (CC) di hilbijartinê de kursiyên xwe ji 1’e derxist 2’yan û herwiha dengên wê ji % 8’an derket ji % 13’an. Partiyeke din a Kanaryayê ya bi navê Giravên Kanaryayê jî kursiyek bo parlamentoya Îspanyayê bi dest xist.  Pêşbaziya Sosyalîst a ji bo La Gomera (ASG) bû xwediyê kursiyeke di Senatoyê de.

înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …