Bi sedhezaran katalan ji bo girtiyên xwe daketin qadan

Li ser banga siyasetmedarê katalan ê li Almanyayê dîlgirtî Carles Pûîgdemont, bi sed hezaran kes bi daxwaza azadiyê li Barselonayê daketin qadan. Katalanan xwestin ku bi dehan siyasetmedarên ku piştî referandûma Serxwebûna Katalonyayê ya di cotmeha 2017’an de hatine girtin, bên berdan.

Çalakvanan destnîşan kirin ku di serî de Pûîgdemont, siyasetmedarên din ên li sirgûnê jî divê bikarin vegerin welatê xwe. Serokê Herêma Katalonyayê Joaqûîm Torra û gelek siyasetmedar, hunermend û sporvanên katalan jî di çalakiyê de cih girtin.

Bi referandûmê xweserî îlan kiribûn

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Katalonya piştî referandûmê di 27’ê cotmeha 2017’an de serxwebûna xwe îlan kiribû. Lê belê hikûmeta navendî ya Spanyayê bi hinceta xala 155’an a destûra bingehîn, hemû saziyên xweser ên Katalonyayê betal kiribûn û biryara hilbijartina pêşwext dabû. Di vê demê de jî gelek siyasetmedar hatibûn girtin û tevî Pûîgdemont hinek siyasetmedar jî neçar mabûn ku berê xwe bidin sirgûnê.

Di hilbijartinên pêşwext de jî encam neguherî

Di hilbijartinên pêşwext ên 21’ê kanûna 2017’an de jî partiyên alîgir ên serxwebûnê careke din bi ser ketibûn. Piştî ku Partiya Mûhafazakar a Spanyayê (PP) ji desthilatdariyê ket, Partiya Sosyalîst (PSOE) ji bo rageşiyê kêm bike hin gav avêtibûn. PSOE dabû xuyakirin ku weke gava destpêkê, girtiyên katalan dikarin ji bo girtîgehên bajarên ku malbatên wan lê ne bên veguhestin.

Çavkanî: E-rojname.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …