Li Galîsyayê “Roja Niştiman” hat pîrozkirin

 

 

 

Li herêma Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Niştimana Galîsyayê bi beşdariya bihezaran kesan ve hat pîrozkirin. Bi mebesta pîrozbahiyên duh, li paytext Santiago de Compostellayê bernameyên curbecur hatin li dar xistin ku yek ji wan meşa neteweperestên herêmê bû.

Roja Niştimana Galîsyayê ku ji aliyê hin kesan ve wekî Roja Neteweyî ya Galîsyayê jî tê naskirin, her sal di 25’ê mehê de bi merasîma hêzên neteweperest a li Catedrala li Santiagoyê dest pê dike. Îsal jî piştî vê merasîmê, bi beşdariya hêzên sereke yên neteweperestiya herêmê BNG (Bloka Neteweperest a Galîsyayê), Anova, Compromiso por Galicia û Cernayê meşeke hevpar hat li dar xistin. Di meşê de afîşên wekî “Serdestî û demokrasî” û “Neteweya Galîsyayê” hatin hilgirtin.

Sosyalîstên li herêmê beşdarê çalakiyên neteweperestan nebûn û bi rêveberiya PSdeG’yê (Partiya Sosyalîst a Galîsyayê) wekî her car vê rojê li Rianxoyê pîroz kirin.

Partiya herî mezin a neteweperestiya herêmê BNG rojekê beriya vê meşê tevlî partiyên çepa radîkal a ji Baskê EH Bildu û ji Katalonyayê CUP’ê (Namzetên Yekitiya Gel) li Santiagoyê “Deklerasyona Bonavalê” a li ser mafê self-determînasyona her sê gelan îmze kiribû.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …