PROFÎL Nifûs: 7,543,825 (2018) Berfirehbûn: 32,108km² Paytext: Barselona Ziman: Katalanî (Bikaranîna rojane: % 36.29, zanîn % 95.12), îspanyolî Dema xweseriyê: 1979 KURTEAGAHÎ Katalonya welatekî li bakurêrojhilatê Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Welat ji çar parêzgehan (Barselona, Girona, Lleida and Tarragona) û 947 belediyeyan pêk tê. …
Bêtir »Encamên Lêgerînê ji bo: katalonya
Bakurê Katalonyayê kampanyaya “Welatê Katalan” da destpêkirin
Şaredariyên katalan ên Fransayê “Welatê Katalan” li bin tabelayên navên xwe dinivîsin.. Bi vê kampanyayê, şaredariyên katalan daxwaz dikin ku rêveberiyeke Katalan li herêmê bê damezrandin. Cara pêşiyê, senator François Calvet pêşniyaz kir ku hemû şaredariyên li Katalonyaya Bakur ên li başûrêrojhilatê Fransayê tabelayên “Welatê Katalan” li bin navê şaredariyan …
Bêtir »Parlamentoya Katalonyayê pêvajoya serxwebûnê da destpêkirin
Biryareke ku pêvajoya damezrandina dewleteke serbixwe ya katalan dida destpêkirin, ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê hat qebûlkirin. Li gorî biryara ku di 9’ê Mijdarê de hat qebûlkirin de wê di navbera 18 mehan de dewleteke katalan bê damezrandin. Biryar bi dengên 72 wekîlên îtîfaqa Junts Pel Si (Bi …
Bêtir »Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin
Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne. Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye …
Bêtir »Serxwebûnxwaz li Katalonyayê bi ser ketin
Di hilbijartina herêmî ya Katalonyayê de alîgirên serxwebûna herêmê bi ser ketin û li Parlamentoya Katalonyayê ku ji 135 kursiyan pêk tê, 72 kursiyan bi dest xistin. Piştî serkeftina hilbijartinê, çav li rêyê ku aliyê katalan ji bo serxwebûnê gavên yekalî bavêje. Beşdariya gelê katalan a ji …
Bêtir »Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê
Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin. Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …
Bêtir »Swêd û Awistralya modelên xizneya Katalonyaya serbixwe ne
Serokê Hikumeta Katalan Artur Mas roja Duşemê modela Xizneya Katalonyayê ya dema serxwebûnê pêşkêş kir. Aliyê herî girîng ê vê modelê damezrandina saziyeke bacê ya katalan e ku wê hemû baca li herêmê berhev bike. Niha hêza berhevkirina bacê di destê dewleta Îspanyayê de ye û dewlet …
Bêtir »Ji katalonyayê gefa serxwebûna yekalî
Li Katalonyayê lîderên alîgirên serxwebûnê bi serxwebûna yekalî gef li Îspanyayê xwarin. Pênc lîderên serxwebûnwaz li Barselonayê dan xuyakirin ku eger Madrîd pevajoya self-determînasyona herêmê asteng bike ew ê vî gavî bavêjin. Namzetên Junts pel Si (Ji bo erê bi hev re) yên CDC, ERC û saziyên …
Bêtir »Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?
Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin. Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin. Profesor …
Bêtir »Katalonya referandûma yekalî lidarxist
Digel qedexeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, referandûma serxwebûna Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Ji 2 milyonî zêdetir welatiyên li Katalonyayê di referandûmê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji % 80’i dengan ji bo serxwebûna Katalonyayê hatin bi kar anîn. …
Bêtir »1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan
Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê meşeke pir mezin li dar xistin. Li gorî rêxistina polîsan a Barselonayê li paytext Barselonayê 1.8 milyon kesên ji her temenî û komên civakê beşdarê vê meşê bûn. Bi vê meşê destekeke mezin ji bo …
Bêtir »Russia Today: “Bilinbûna asta veqetîne: Banga serxwebûna Katalonyayê xurtir dibe.” Di vê bernameya televîzyonê de tê diyarkirin ku ji ber aboriya xwe ya xurt a ji asta Spanyayê bilindtir û cudabûna xwe ya çandî û zimanî, Katalonya dixwaze serxwebûna xwe bi dest bixe.
Katalonya û Welatê Bask li dijî Hikumeta Spanyol dibin yek
Serokê Baskê Inigo Urkullu û serokê Katalonyayê Artur Mas bi daxuyaniyeke hevbeş a ku di 2’yê Gulanê weşandin de, “stratejiya jinûvenavendîkirina” hikumeta spanyol a li dijî plana diyarkirina qederê ya her du herêman û pêvajoya aştiyê ya li Baskê rexne kirin. Her du serok di civîna xwe ya …
Bêtir »Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir
Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin. Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê …
Bêtir »Li Katalonyayê banga ji bo parastina modela perwerdeyê
Endamê Parlamentoya Katalonyayê ya ji CUP-AE’yê (Banga ji bo Yekitiya Gel-Alternatîfa Çep) Isabel Vallet bang kir ku biryara dadgehê ya ji bo pênc dibistanên li Katalonyayê ya bi sebeba ku ji % 25’ê dersan bi spanyolî nehatine dayîn qebûl nekin û li hember vê biryarê bêîteatiya sivîl pêk …
Bêtir »Katalonya biryara referandûma serxwebûnê da
Katalonya di riya lidarxistina referandûma serxwebûnê de gaveke girîng avêt. Piraniya endamên Parlamentoya Katalonyayê, di dengayina ji bo lidarxistina referandûmê de dengên erênî dan. Serfiraziya alîgirên serxwebûnê di encama hevkariya partiyên neteweperest ên katalan de derket holê. Di dengayina ku di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin de pêşniyaza …
Bêtir »Katalonya di 2014’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe
Serokê Parlamentoya Katalonyayê Artur Mas diyar kir ku wê di sala 2014’an de li Katalonyayê referandûma ji bo serxwebûnê bê li dar xistin. Ji 135 parlementerên katalan 87 parlementer destekê didin lidarxistina referandûmê serxwebûnê. Artur Mas di 12’ê Kanûnê de eşkere kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an …
Bêtir »Entegrasyona bi riya veqetînê: Katalonya û Skotland
Neteweperestî êdî ne wekî berê ye. Cihêxwazên modern nîşan didin ku civakên nû yên polîtîk li derveyê etnîsîteyê, li ser prensîbên din bên damezrandin. Îro faktorekî balkêş ê tevgerên herî mezin ên îro ên li Ewropayê, di warê vekirîbûna wan a li hember cîhana li dora wan e. Dema katalan …
Bêtir »Galîsya, Bask û Katalonya ji bo xurtkirina zimanên xwe civiyan
Berpirsên siyaseta ziman ên ji herêmên Galîsya, Bask û Katalonyayê bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên xwe li Santiago de Compostella’yê civiyan. Berpirsê departmanên siyaseta ziman a Galîsyayê Valentin Garcia, ê Baskê Patxi Baztarrika û yê Katalonyayê Ester Franquesa ku her sê jî girêdayî hikumetên xweser ên Galîsya, Bask û …
Bêtir »Ji bo serxwebûna Katalonyayê zincîra mirovan
Li Katalonyayê ku herêma xweser a herî zengîn a Spanyayê ye, bi armanca destekirina doza serxwebûnê ji milyon û nîvî zêdetir mirov zincîreke mirovan çêkirin. Zincîra ku li seranserê Katalonyayê 400 km dirêj bû, doza serxwebûnê xurtir kir. Çalakiya serxwebûnxwaz a bi navê Riya Katalan a ber bi Serxwebûnê ve …
Bêtir »Katalonya “herêmeke serhildêr” e
Rojnameya xwedî prestîja bilind a alman Frankfurter Allgemeine ku ji xeynî Almanya li qada navneteweyî jî zêde tê şopandin, dosyeyeke berfireh li ser tevgerên serxwebûnxwaz ên Ewropayê weşand. Rojname di dosyeya bi sernivîsa “Herêmên serhildêr ên Ewropayê ku di 29 Hezîranê de weşand, li ser herêmên Ewropayê yên wekî …
Bêtir »