Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê

 

 

 

Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin.  Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû.

Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî wekheviya mafên fonksiyonên dewletê binpê dike.

Li gorî biryara dadgehê, wê qasî 5 mehan meşandina vê qanûnê bê sekinandin û beriya bidawîbûna vê demê wê dadgehê biryara xwe ya dawî bide.

Cîgirê serokê Katalonyayê Neus Munte biryara hikumeta Îspanyayê rexne kir û got ku vê biryarê “gaveke din a ber bi jinûvenavendîkirinê ye.” Li gorî Munte, vê biryarê dişibe biryarên din ên li dijî xweseriya Katalonyayê. Munte got ku wê hikumeta Katalonyayê li dijî vê biryarê têkeve nava helwdanan.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …