Parlamentoya Katalonyayê pêvajoya serxwebûnê da destpêkirin

 

 

 

Biryareke ku pêvajoya damezrandina dewleteke serbixwe ya katalan dida destpêkirin, ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê hat qebûlkirin. Li gorî biryara ku di 9’ê Mijdarê de hat qebûlkirin de wê di navbera 18 mehan de dewleteke katalan bê damezrandin.

Biryar bi dengên 72 wekîlên îtîfaqa Junts Pel Si (Bi hev re ji bo erê) û sosyalîstên demokratîk CUP’ê hat qebûlkirin. 63 endamên parlamentoyê jî li dijî biryarê dengên xwe bi kar anîn.

Di belgeya hat qebûlkirin de tê diyarkirin ku “pêvajoya amadekirina destûra bingehîn” wê bi saya zelalî û vekirîbûnê destûrê bide ku welatî di her astê de xwe bi hêz bikin. Belge destnîşan dike ku pêvajoya serxwebûnê wê guh nede biryarên saziyên dewleta spanyol û bi taybetî Dadgeha Destûra Bingehîn.

Lê aliyên serxwebûnxwaz ên katalan di warê serokê Katalonyaya serbixwe de heta niha li hev nekirine. Junt Pel Si serokê niha Artur Mas wekî namzet nîşan dide lê CUP dixwaze namzetekî/ê din bê pêşniyazkirin.

Piştî dengdayina di parlamentoyê de serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku ew ê hikumeta îspanyol destûrê nede pêvajoya serxwebûna Katalonyayê bimeşe. Rajoy got ku wê di destpêkê de hikumeta wî ji bo betalkirina vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …