Li Katalonyayê banga ji bo parastina modela perwerdeyê

 

 

Endamê Parlamentoya Katalonyayê ya ji CUP-AE’yê (Banga ji bo Yekitiya Gel-Alternatîfa Çep) Isabel Vallet bang kir ku biryara dadgehê ya ji bo pênc dibistanên li Katalonyayê ya bi sebeba ku ji % 25’ê dersan bi spanyolî nehatine dayîn qebûl nekin û li hember vê biryarê bêîteatiya sivîl pêk bînin. Vallet da xuyakirin ku vê kiryarê di çarçoveya “êrîşeke li hember welat hatiye kirin ku bandorê li hemû herêmên ku katalan lê dijîn dike.

CUP-AE bibîr tîne ku bi Qanûna Wert, ya kar û barên saziyên fermî, ya sembolan û biryara sêzimaniyê ku hemû jî ji aliyê hikumeta navendî hatibû qebûlkirin, “êrîşa li hember îmersiyona zimanî ya li Katalonyayê ye” û vî awayî vê qadê dixwaze bê spanyolkirin. Lewma partî bawer dike ku bêîteatiya sivîl û ya saziyan ji bo amadekirina eniyeke li hember van êrîşan pêwîst e.

Ji % 25’ê dersan bi spanyolî ne

Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê (TSJC) di biryara xwe de got ku dibistan herî kêm divê ji % 25’ê dersan bi zimanê spanyolî bidin. Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku katalanî di navenda perwerdeya li Katalonyayê de ciyê xwe girtiye lê piştî cezayê li hember Statûya nû ya Katalonyayê, divê ciyekî maqûl ê spanyolî jî di perwerdeyê de hebe. Di biryarê de hat eşkerekirin ku Wezareta Perwerdeyê ya Katalonyayê tedbîrên pêwîst ên ji bo pêkanîna perwerdeya mînûmûm a bi spanyolî negirtine.

Dadgehê, li ser serîlêdana pênc malbatên zarokan ku li pênc dibistanên li Katalonyayê dixwendin, civiyabû. Malbatan di giliyên xwe yên ji dadgehê re pêşkêş kiribûn de diyar kiribûn ku zarokên wan bêyî ku ji yên din bên veqetandin dersa spanyolî wergirtine û lewma jî tedbîrên ji bo hebûna spanyolî ya heta derenceyekê ku divê bihatana pêkanîn di dibistanên zarokên wan de nehtine pêkanîn.

Çavkanî: Llibertat.cat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …