Ji katalonyayê gefa serxwebûna yekalî

 

 

 

Li Katalonyayê lîderên alîgirên serxwebûnê bi serxwebûna yekalî gef li Îspanyayê xwarin. Pênc lîderên serxwebûnwaz li Barselonayê dan xuyakirin ku eger Madrîd pevajoya self-determînasyona herêmê asteng bike ew ê vî gavî bavêjin.

Namzetên Junts pel Si (Ji bo erê bi hev re) yên CDC, ERC û saziyên sivîl Raul Romeva, Carme Forcadell, Muriel Casals, Artur Mas û Oriol Junqueras duh li Museo Historia de Catalunyayê daxuyaniyekê dan çapemeniyê.

Raul Romeva diyar kir ku “Eger di vê pêvajoyê de dewleta îspanyol bi riya biryarên siyasî û hiqûqî hikumeta xweser a Katalonyayê û Parlamentoya Katalonyayê asteng bike, em ê bi deklerasyona serxwebûnê gavekê bavêjin.”

Kurtedemek berê Wezîrê Edaletê yê Îspanyayê Rafael Catala dabû zanîn ku eger pevajoya serxwebûnê bidome ew ê xweseriya Katalonyayê betal bikin û Destûra Bingehîn a Îspanyayê vê mafî dide hikumetê. Hefteya borî jî Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy dabû xuyakirin ku “ew ê Katalonya nebe serbixwe.”

Li Katalonyayê bi paşveçûna aboriyê rêjeya bêkariyê û deynên rêvebiriya herêmî zêde dibe û ev jî sebebên sereke yên bilindbûna daxwazên serxwenbûnê tên nîşandayîn. Niha herêm di forma bacê de salane 16 milyar euro dide Îspanyayê lê ji hikumeta navendî kêmtir pere digire. Tê ragihandin ku 40 milyar euro deynê Katalonyayê heye û ev jî kiriye ku hikumeta herêmî lêçûyinên tenduristî û perwerdeyê kêm bike.

Tifaqa Junts pel Si bi armanca hilbijartinên ku wê di 27 Îlonê de li Katalonyayê bê lidarxistin di di Tîrmeha 2015’an de hat damezrandin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …