Entegrasyona bi riya veqetînê: Katalonya û Skotland

Neteweperestî êdî ne wekî berê ye. Cihêxwazên modern nîşan didin ku civakên nû yên polîtîk li derveyê etnîsîteyê, li ser prensîbên din bên damezrandin.

Îro faktorekî balkêş ê tevgerên herî mezin ên îro ên li Ewropayê, di warê vekirîbûna wan a li hember cîhana li dora wan e. Dema katalan bi milyonan ji bo serxwebûnê xwepêşandan pêk tînin, armanca wan ne îzolebûn e. Dema gelê skotî bi riya sîstema xwe ya parlamentoyê daxwazên xwe yên cihêxwaz tînin ziman, ew ji bo tenêtiyê naxebitin. Ev protestovan li dijî netewe-dewletên ku ew parçeyekê wan in, derdikevin lê nasnameya xwe ya ewropî –û Yekititiya Ewropayê hembêz dikin.

Di dewsa ku wekî ku Komîsyonê heta niha kiriye guh nede wan, Yekitîya Ewropayê (YE) wan qebûl bike û li ser van dînamîkan bixebite wê baştir be.

Serokê Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) Alex Salmond di demên dawiyê de got ku Skotlanda serbixwe wê di YE’yê de bibe xwedî dengeke bilindtir. Destekirina YE’yê faktoreke bingehîn a kampanyaya ji bo serxwebûna Skotlandê ye. Li Katalonyayê anket nîşan didin ku eger di nava cihêbûna ji Spanyayê de veqetîna ji Ewropayê hebe, desteka ji bo serxwebûnê dikeve asta herî nizm. Katalonya ne Spanya ye: Skotland ne Îngilîstan e; lê herkes dixwaze bibe ewropî.

Taybetiyên neteweperestiyê

Bi tenê çend sal berê, cihêxwaziya entegrasyonalîst mimkûn nedihat dîtin. Bi awayekî kevneşopî tevgerên neteweperest bi tenê di derbarê komeke mirovên ku dixwestin xwe ji komekê ku parçeyeke wê ne, veqetînin. An jî wekî ku George Orwell dibêje “neteweperestî xuyê danasîna xwe ya bi neteweyekê an yekeyeke din û bicîkirina wê li derveyî başî û xerabiyê ye û ji bilî pêşxistina berjewendiyên wê nasnekirina peywireke din e.”

Partiya Serxwebûnê ya Qraliyeta Yekgirtî (UKIP) mînakeke klasîk a hemdem e. Eniya Neteweperest a li Fransayê mînakeke din e. Niha her du jî hêzeke polîtîk bi dest xistine. Vekişîna ji “cîhana tirsnak a derve” naverokeke bingehîn a dîskursên wê ne. Ev naverok pirî caran wekî reaksiyona li hember demên ne zelal –bo nimûne qrîza fînansê ya qada Ewropayê – derdikeve holê. Wekî civakeke polîtîk a “mirovên wekî te”, netewe-dewlet bi vî awayî wekî hêlîneke ewle tê dîtin. Neteweperestiya vî cûreyî dikare pirî caran xurt bibe û bibe sekter û xetere.

Di dewsa civakên etnîk de yên polîtîk

Bi van daxwazên neteweperest ên di nava YE’yê de, potansiyeleke hêdî hêdî guherîna strûktûra hêzê heye. Biryardayîn her ku diçe ji etnîsîteyê vediqete û ji aliyekî ve ber bi asta ewropî ve û ji aliyekî ve jî ber bi asta lokal ve hereket dike.

“Ewropayî” wekî îşareta nasnameya ji bo şexsan û koman a ji bo hemû niyet û daxwazan, di deh salên dawî de bi awayekî nehatiye dîtin xurt bûye. Elbet, em di vê nuqteyê de dikarin rastî xetereya ketina xefika Jean-Jacques Rouseau werin. Lê di heman demê de –ji perspektîfa aboriyê ya pêşerojê ya qada Ewropayê serbixwe-  şensê me yê avakirina civakên polîtîk a li ser hin xetên ku ji sebebên etnîk ên kevneşopî yên li paş netew-dewletê cûdatir, heye: avakirina civakên polîtîk li ser prensîbên polîtîk.

Divê vî şensî bê hembêzkirin. Û li vir mînakên Katalonya û Skotland pir enteresan dibe û mînakên li dijî tevgerên wekî UKIP û Eniya Neteweyî temsîl dikin.

Encama dawî ya van kampanyayên cihêxwaz hîn jî ne zelal e lê mijara me qet ne “guherandina” wan e. Hêvî dikim ku Komîsyona Ewropayê wê fam bike ku ji bo Ewropayê îşareteke çiqas xurtbûnê ye ku cûdaxwazên wê jî entegrasyonîst in.

Hallvard Barbogen

———–

Nivîs, di 21’ê Cotmehê de di malpera one-europe.info ya bi îngilîzî de hatiye weşandin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …