Swêd û Awistralya modelên xizneya Katalonyaya serbixwe ne

 

 

 

Serokê Hikumeta Katalan Artur Mas roja Duşemê modela Xizneya Katalonyayê ya dema serxwebûnê  pêşkêş kir. Aliyê herî girîng ê vê modelê damezrandina saziyeke bacê ya katalan e ku wê hemû baca li herêmê berhev bike.

Niha hêza berhevkirina bacê di destê dewleta Îspanyayê de ye û dewlet beşeke baca berhev dike dide Katalonyayê. Di 4 salên dawî de ji ber krîza aboriyê û qutkirinên bacê vê mijarê bû yek ji mijara esasî ya pêvajoya serxwebûna Katalonyayê û ji bo vê meseleyê li herêmê însîyatîf hatin pêşxistin.

Artur Mas di dema pêşkêşkirina modelê de got ku “bêyî Xizneya me ya taybet xwerêvebirineke heqîqî pêk nayê û bêyî xwerêvebirinê ji bo vî welatî qala projeyan nikare bê kirin.” Mas li ser rojên destpêkên yên xweseriya Katalonyayê jî sekinî û got ku dema Îspanya ji dîktatoriyê derbasî demokrasiyê bûye piraniya partiyên siyasî yên katalan “şaşiyekê” kirine û mijara xizneya xwerû ya Katalonyayê dernexistine pêş.

Serokê hikumetê herêmî Mas diyar kir ku “niha pêdivî bi mercên polîtîk hene ku vê projeyê bê meşandin û bi vî awayî balê kişand ser hilbijartina 27 Îlona îsal ku ji aliyê hêzên katalan ve tê pilankirin ku ji bo serxwebûnê bibe referandûma de facto.

Mas destnîşan kir ku saziya bacê ya îspanyol modern e lê wekî modelên ewropî û yên li hin aliyên cîhanê ne pêşketî ne û got ku ew ê ji bo saziya bacê ya Katalonyayê modelên Danîmarka, Swêd û Awistralyayê ji xwe re model bibînin. Mas da zanîn ku li van welatan di navbera saziyên bacê û welatiyan de têkiliyeke li ser bawerî, hevkarî û kêrhatîbûnê hatiye damezrandin, heye.

 

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …