Katalonya referandûma yekalî lidarxist

 

 

Digel qedexeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, referandûma serxwebûna Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de hat lidarxistin.  Ji 2 milyonî zêdetir welatiyên li Katalonyayê di referandûmê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji % 80’i dengan ji bo serxwebûna Katalonyayê hatin bi kar anîn.

Dengdayîn ji aliyê hikumeta Katalan Generalitatê ve hat lidarxistin û digel nefermîbûna wê, wekî referandûmeke fermî ji serê sibehê ve hilbijêr li ber avahiyên dengdayinê rêz bûn. Hat diyarkirin ku ji 6.2 milyon hilbijêrên potansiyel ên li Katalonyayê 2.3 milyon hilbijêr dengên xwe bi kar anîne. Dema hebûna 900,000 biyaniyên li Katalonyayê dijîn li ber çav bê girtin, beşdariya ji bo hilbijartinê digihîje ji % 38’ê hilbijêran.

Di referandûmê de sê tercîh pêşkêşî hilbijêran hat kirin: “Erê-erê” ya ji bo damezrandina dewleteke katalan û serxwebûna vê dewletê, “erê-na” ya ji bo damezrandina dewleteke katalan lê di dewsa serwebûnê de damezrandina têkiliyeke federal bi  Spanyayê re û “na” ya ji bo domandina xweseriya heyî ya Katalonyayê. Li gorî daneyên Hikumeta Katalan, “erê-” gihîşt ji % 80.76’ê dengan, “erê-na” incax dikarîbû bigihîje ji % 10.07 û “na” jî bigîje ji % 4.54’ê dengan. Beşdarî û dengên erênî ji dengên “erê” yên di referandûma 2006’an ên ji bo Statuya Katalonyayê hatibûn bikaranîn derbastir kir.

Delegasyoneke çavdêrên navneteweyî ya di bin rêberiya parlamenterê skotî Ian Duncan de pêvajoya dengdayinê şopandin. Duncan di daxuyaniya xwe ya piştî referendum de diyar kir ku digel hin astengiyên teknîkî yên wekî kêmbûna hejmara ciyên dengdayinê, dengdayin bi serfirazî derbas bûye.

Piştî lidarxistina vê referandûmê, niha eniya serxwebûnxwaz a katalan dixwaze bi hikumeta spanyol re li ser lidarxistina referandûmeke fermî ya di warê serxwebûna Katalonyayê de li hev bike. Hikumeta Katalan diyar kiribû ku eger Spanya ji bo referandûmeke wiha bi wê re li hev neke ew ê bi rengekî yekalî “hilbijartina referandûmê” li dar bixin. Aliyê katalan difikire ku eger partiyên serxwebûnxwaz di vê hilbijartinê de piraniya dengan û kursiyên li Parlamentoya Katalonyayê bigirin ew ê bê eşkerekirin ku katalan destekê didin veqetîna ji Spanyayê.

Çavkanî: Nationalia.info

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …