Katalonya roja neteweyî pîroz kir

Gelê Katalonyayê ji bo roja xwe ya neteweyî di 11’ê îlonê de li ser piyan bû

Di navbera 400 û 700 hezarî de welatparêzên katalan, li paytext Barselonayê çalakiyeke girseyî li dar xistin

Onze de Setembre`ango 11’ê Îlonê, li Katalonyayê wekî Roja Neteweyî tê pîrozkirin.

Herçiqas di vê rojê de welat hatibe dagirkirin jî, Katalan berxwedana li Barselonayê wekî bûyereke girîng a neteweyî qebûl dikin û her sal di vê rojê de pîrozbahiyan li dar dixin.

Bi boneya 11’ê îlonê îsal jî paytexta welêt Katalonya bû navenda çalakiyên girseyî.

Çalakiya herî mezin, ji aliyê Meclîsa Neteweyî ya Katalan û Omnium Cultural ve hate lidarxistin.

Nûnerên civaka sivîl ragihandin, 700 hezar kes tevlî çalakiyan bûne.

Herî kêm 400 hezar kes 

Lê hin çavkaniyên hîn bûtir objektîf ên li Katalonyayê ragihandin, 400 hezar çalakger tevlî bernameyê bûne.

Katalonya welatekî li rojavayê Derya Spî ye ku di nava Îspanyayê de xwedî statuya otonomiyê ye. Nifûsa welêt 7.600.000 e û piraniya vê nifûsê bi zimanê katalanî diaxive.

Çalakiyeke din a di heman rojê de, ji aliyê partî û komên çepa radîkal ve hate lidarxistin.

Li derdora 8 hezar kes jî tevlî vê çalakiya duyemîn bûn.

Di vê çalakiyê de hêrsa li dijî hukumeta Îspanyayê û hukumeta heyî ya Katalonyayê derket pêş.

Çalakgeran posterên serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez û serokê Katalonyayê Pere Aragones şewitandin.

Alîgirên serxwebûna Katalonyayê, ji ber polîtîkaya wê ya navendîparêz Îspanyayê tometbar dikin.

Qismek ji alîgirên serxwebûnê ji ber hevkariya wê ya bi hukumeta Madrîdê re di demên dawî de li dijî hukumeta Katalan jî reaksiyon nîşan didin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …