Katalonya biryara referandûma serxwebûnê da

 

 

Katalonya di riya lidarxistina referandûma serxwebûnê de gaveke girîng avêt. Piraniya endamên Parlamentoya Katalonyayê, di dengayina ji bo lidarxistina referandûmê de dengên erênî dan. Serfiraziya alîgirên serxwebûnê di encama hevkariya partiyên neteweperest ên katalan de derket holê.

Di dengayina ku di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin de pêşniyaza ji bo lidarxistina referandûma serxwebûnê bi dengên wekîlên ji partiyên CiU, ERC û ICV-EUiA’yê hat qebûlkirin. Endamên partiyên navborî tevlî 3 wekîlên ji PSC’yê bi tevahî 87 dengên dan. Li hember vê bloka serxwebûnxwaz jî PP, Ciutadans û piraniya endamên PSC’yê, bi tevahî 43 dengên neyênî dan. Di dengdayinê de wekîlên CUP’ê ku 3 kes bûn, dengên xwe nedan.

Di pêşniyaza hat qebûlkirin de hat gotin ku Parlamentoya Katalonyayê “qebûl dike ku wekî saziyeke polîtîk û hiqûqî serdestiya demokratîk a gelê Katalonyayê deklere bike” û dest bi pêvajoyeke ku mafê biryardayina damezrandina dewleteke serbixwe wê bide welatiyan, bike.

encam

Piştî dengdayinê, sekreterê giştî yê ERC’ê Marta Rovira da xuyakirin ku Parlamentoya Katalonyayê bi vê gavê dev ji polîtîkaya xwe ya “dekleretîf” berdaye û “derbasî bikaranîna mafê diyarkirina qederê bûye.” Rovira bang li serokwezîrê Spanyayê û partiya îktîdar PP’yê kir û got ku ev “ji bo çareserkirina tansiyona siyasî bi awayekî demokratîk, firsenda dawiyê ye.”

Di Spanyaya 46 milyon de nifûsa Katalonyayê 7,5 milyon e. Herêm, tevlî herêma Baskê ji 15 herêmên din ên xweser zêdetir xwedî asteke bilind a xweseriyê ye. Ji aliyê aboriyê jî Katalonya xurt e û ji % 20’ê aboriya Spanyayê pêk tîne.

Lê divê bê gotin ku vê biryarê piranî ji aliyê gelek derdoran ve sembolîk tê dîtin. Ji ber ku hikumeta Madrîdê heta niha di hemû geşedanên di warê serxwebûna Katalonyayê de pozîsyoneke antî-serxwebûnê girtiye. Li gorî statuya xweseriyê, Katalonya bêyî pejirandina hikumeta navendî, nekare di warê guherandina statûya xwe de yekalî gavan bavêje. Dema ku herêmên xweser di vî warî de yekalî tevdigerin, hikumeta spanyol giliyên van kiryaran bi Dadgeha Destûra Bingehîn dike û dadgehê jî piranî di lehê hikumetê de biryarê dide.

Çavkanî: Vilaweb.cat / Catalannewsagency.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …