Bakurê Katalonyayê kampanyaya “Welatê Katalan” da destpêkirin

Şaredariyên katalan ên Fransayê “Welatê Katalan” li bin tabelayên navên xwe dinivîsin.. Bi vê kampanyayê, şaredariyên katalan daxwaz dikin ku rêveberiyeke Katalan li herêmê bê damezrandin.

Cara pêşiyê, senator François Calvet pêşniyaz kir ku hemû şaredariyên li Katalonyaya Bakur ên li başûrêrojhilatê Fransayê tabelayên “Welatê Katalan” li bin navê şaredariyan bi cî bikin. Pêşniyaza Calvet ji aliyê şaredariya Pollestres û şaredariya Perpinya ku navenda herêmê ye, hat qebûlkirin. Şaredariya Perpinyayê biryar da ku li ser hemû riyên dikevin bajêr her du formên navê şaredariyê Perpinya/Perpignan binivîsin û li bin jî tabelaya “Welatê Katalan” bi cî bikin

mapa-pp-cc3

Hin şaredariyên li Bakurê Katalonyayê (Catalunya Nord)diyar kirin ku ew li ser vê pêşniyazê difikirin. Heman şaredarî dan xuyakirin ku ew li ser pêşniyazeke din jî ku herêmeke nû ya bi navê Oksîtanya-Welatê Katalan bê damezrandin jî danûstendinan dikin.

Ji dema ku damezrandina Oksîtanya-Welatê Katalan hatiye pêşniyazkirin, hêzên neteweperest ên li Katalonyaya Bakur nerazîbûna xwe nîşan didin. Vê derdorê ditirsin ku hebûna Katalan di bin navê Oksîtanyayê de lawaz bibe.

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve beşeke Katalonyayê ye lê ji dema Peymana Pîrene ya 1659 ku di navbera Îspanya û Fransayê de hatiye îmzekirin, ji Fransayê re hatiye hiştin. Mezinbûna herêmê 4 116 kmye û di 450,000 mirov li herêmê dijîn. Di demên dawî de mafên ziman ên civaka katalan gav bi gav tê naskirin. Di 2007’an de wîlayeta Konseya Giştî ya Pyrénées-Orientales li herêmê ligel fransî fermîbûna katalanî qebûl kir.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …