Rojev

Ûkrayna bi qanûna ziman mafên zimanên kêmar bi sînor kir

Serokê nû yê Ûkraynayê ku di hilbijartinê de ji % 73’ê dengan girtibû, di 20 Gulanê de hat ser kar. Serokê kevn ê Ûkraynayê Petro Porošenko beriya îktîdarê ji serokê nû re bihêle, qanûneke nû ya ziman îmze kir. Bi vê qanûnê, mafên zimanên kêmar tên bisînorkirin. Qanûna ziman di …

Bêtir »

Têkoşîna Savoyê ya hatiye ji bîr kirin

    Piştî demeke dirêj a polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê, di Tebaxa 2014’an de li Savoyê ku herêmeke rojhilata başûr ê Fransayê ye Midûriyeta Karên Savoyê hat damezrandin. Lê kurtedemek şûn de serokê saziyê Fabrice Dugerdil sê meh cezayê girtîgehê girt û dewleta Fransa ji ber xebatên saziyê gef lê …

Bêtir »

Kobane abîdeya berxwedana kurdan e

    Dorpêçkirina bajarê kurd Kobanê ji aliyê leşkerên ji xwe bi xwe peywirdarkirî yên Îslamê niha ket hefteya xwe ya sêyemîn. Ev, ji dorpêçkirina komeke amerîkî ku di nava wan de James Bowieyê navdar jî hebû yên Alamoyê li dijî artêşa Santa Anayê diparastin hefteyeke dirêjtir e. Bê guman, …

Bêtir »

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe ya dîrokî de dimeşe pêk tên. Ji % 40’ê hong kongî xwe wekî kesê ji çînê nadin naskirin. Rola zimanên kantonî û îngilîzî ya li civaka Hong Kongê alîkariya damezrandina senaryoyeke cihê dike. Dema ku …

Bêtir »

1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan

    Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê meşeke pir mezin li dar xistin. Li gorî rêxistina polîsan a Barselonayê li paytext Barselonayê 1.8 milyon kesên ji her temenî û komên civakê beşdarê vê meşê bûn. Bi vê meşê destekeke mezin ji bo …

Bêtir »

Hikumeta Myanmarê sîstema federal qebûl kir

    Hikumeta Myanmarê di hevdîtinên bi komên etnîk ên çekdar re qebûl kir ku sîstema federal li welat damezrîne. Serokê Tîma Kordînasyona Agirbesta Neteweyî Naing Han Tha di derbarê vê mijarê de da xuyakiririn ku “hikumet daxwaza damezrandina Yekitiyeke Federal ku komên etnîk ên çekdar demeke dirêje daxwaza wê …

Bêtir »

Li Sîlezyayê meşa ji bo xweseriyê

    Li herêma Sîlezyayê ya li başûrê Polonyayê 5,000 kes ji bo xweseriya herêmê meşiyan. Di meşê de ji Polonyayê hat xwestin ku nasnameya etnîk a Sîlezyayê nas bike û mafê xweseriyê ya herêmê qebûl bike. Meşa ji bo xweseriyê ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve …

Bêtir »

Somalîland: Referandûma serxwebûna kurdan hêviyê bi xwe re tîne

    Di çend hefteyên dawî yên derbasbûyî de eşkere bû ku serxwebûna Kurdistana Iraqê bi gurahî di derdorên civaka navneteweyî de tê nîqaşkirin. Vê yekê piştî ku mîlîtanên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajarên stratejîk dagir kirin û artêşa Iraqê nikaribû welatiyên iraqî ji milîtanan biparastana û di dawiyê de …

Bêtir »

Alsas daxwaza xurtbûna xweseriya xwe dike

    Parçeya yekemîn a reforma nexşeya terîtoryal a Fransayê ku du hefte berê ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve hatibû qebûlkirin, piştî Bretonyayê li herêma Alsasê jî bû sebeba nerazîbûnan. Li gorî reforma nû, wê li rojhilatê Fransayê herêmeke makro bê damezrandin û Alsas ligel herêmên Lorraine û Champagne-Ardennesê vê …

Bêtir »

Li Pakîstanê nîqaşên li ser statuya zimanên welat

    Li Parlamentoya Pakîstanê nîqaşên li ser statuya zimanên li welat tên axaftin hatin meşandin. Du pêşniyazqanûnên ku tê de zimanên herêmî statuya fermî werdigirtin û bû mijara nîqaşan ji aliyê Parlamantoya Pakîstanê ve hatin redkirin. Pênc zimanên ku ji bo wan bidestxistina statuya fermî hatin pêşniyazkirin li eyaleta …

Bêtir »

Federalîzm wê problema Nagalandê bi dawî bike

    Hevdîtınên di navbera hikumeta Hîndîstanê û rêxistina çekdar NSCN-IM (Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagalandê-Isak Muivah) de piştî heşt mehên din hefteya buhurî hat lidarxistin.  Tê hêvîkirin ku wê hevdîtin di meha Îlonê de bigihîje asta we ya herî girîng ku tê de pirsgirêka Nagalandê bê çareserkirin. Çavkaniyeke …

Bêtir »

Reforma nû yekitiya Bretonyayê dijwartir dike

    Pêşniyazqanûna li ser guherîna sînorên herêman di Parlamentoya Fransayê de gav bi gav pêş de diçe. Hefteya çûyîn beşeke pêşniyazqanûnê ji aliyê parlementeran hat qebûlkirin. Bi vê gavê derket holê ku herêmparêzên Bretonyayêji bo yekitiya herêma xwe divê qet nebe heta 2016-2019’an bisekinin. Beşa pêşniyazqanûna ku di 17’yê …

Bêtir »

Nicaragua Vive! 35 sal ji serkeftina Şoreşa Sandînîsta û vir ve

    19’ê Tîrmeha 2014’an salvegera Şoreşa Sandînîsta ya li Nîkaraguayê ye. Di vê rojê de yekîneyên Sandînîsta yên di bin rêberiya neh fermandarên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîsta (FSLN) de ketin paytext Managuayê û li vir ji aliyê bi sedhezaran nîkaraguayiyên bi coş hatin pêşwazîkirin. Gerîlayên serkeftî welatê hilweşiyayî …

Bêtir »

Xwecî dixwazin li derveyê xweseriya Bangsamoroyê bimînin

    Gelên xwecî yên li girava Mîndanao ya li başûrê Fîlîpînê bi deklerasyonekê ji parlamentoyê daxwaz kirin ku erdên pêşiyên wan ku niha ew li ser dijîn derxe derveyê Herêma Xweser a Bangsamoroyê . Rêberê xweciyan diyar kirin ku cîgirtina di nava vê herêmê de nasnameya wan a xwerû …

Bêtir »

Çima Pekîn ji akademîsyen Îlham Tohtî ditirse?

    Ev salekê zêdetir e ku Xi Jinping bûye serokê nû yê Çînê, pirs an rexneyên li dijî rêvebiriya Partiya Komunîst a Çînê ji bo akademîsyen, zanyar û parêzerên li Çînê bûye karekî pir bi rîsk. Pekîn bi biryardarî guh nade parastina hiqûqî ya azadiya îfadeyê û dema mijar …

Bêtir »

Konferansa Cihêrengiya Zimanî û Çandî ya Qada Sîber

    Konferansa Duyemîn a Cihêrengiya Zimanî û Çandî ya Qada Sîber li rojhilatê Federasyona Rûsyayê hat lidarxistin. Di konferansê de de hat diyarkirin ku li cîhanê nêzîkî 3000 ziman ji aliyê elektronîkê ve di bin gefa tunebûnê de ne. Konferans di 12-14’yê Tîrmehê de li paytexta Yakutsk a li Komara …

Bêtir »

Prensîbên etîk ên ji bo rêvebiriya lokal

    Prensîbên Etîk bi armanca teşwiqkirina rêvebiriya lokal a baş ji aliyê Weqfa Şaredarên Bajar û Projeya Şaredar a Cîhanê ve hatiye amadekirin. Şaredarên dixwazin rêvebiriya lokal xurt bikin û berpirsiyên xwe yên li hember welatiyan pêk bînin, van rêgezan dipejirînin.   Prensîpên Etîk Destpêk Rêvebiriya lokal a baş …

Bêtir »

Li Hong Kongê meşa mezin a ji bo demokrasiyê

    Li Hong Kongê di 17’emîn salvegera dewrkirina bajêr ji Çînê re protestoyên mezin ên ji bo demokrasî û parastina xweseriyê hat lidarxistin. Di midaxaleya polîsan de bi sedan xwepêşanderên hong kongi hatin girtin. Saziyên ku meşê lidarxistibûn dan xuyakirin ku ji 500,000’î zêdetir kes beşdarê meşê bûne û …

Bêtir »

Danezana Gironayê ya Mafên Ziman

    Kurtedîrok Danezana Gironayê ya Mafên Ziman di civîna Komîteya Werger û Mafên Ziman a PEN’a Navneteweyî ku di Gulana 2011’an de li bajarê Gironayê ya li Katalonyayê hat lidarxistin de, derket holê. Danezan, di Îlona 2011’an de di Civîna Giştî ya Kongreya Salane ya 77’emîn a PEN’a Navneteweyî …

Bêtir »

FLNC’ya Korsîkayê têkoşîna çekdarî bi dawî dike

    Rêxistina çekdar a Korsîkayê biryar da ku mînakên IRA û ETA’yê yên ji bo çareseriya promlemên Îrlandaya Bakur û Welatê Baskê  bişopîne. FLNC diyar kir ku Meclîsa Korsîkayê ji Fransayê daxwaza guherînên polîtîk kiriye ku demeke dirêje tevgera  serxwebûnxwaz a giravê ji bo vê têkoşînê dikir. Eniya Rizgariya …

Bêtir »

Têkiliyên Îsrail û kurdan: Bêdengî zêr e

    Her du alî jî dixwazin têkiliyên xwe yên ku bi dehan salan kevn e bimeşînin lê her du alî di heman demê de dixwazin ev bi rengekî veşartî pêk were. Di vê dema ku wiha xuya dike dewleta Iraqê nefesa xwe ya dawiyê dide, kurdên Iraqê meşa xwe …

Bêtir »