Vîdeo

Demsala Gergedanan ku derhêneriya wê ji aliyê derhênerê navdar ê kurd Behman Gobadî hatiye kirin, di sala 2012’an de derket pêşberî temaşevanan. Di fîlmê de li ser parçeyeke jiyana helbestvanê îranî Sahel Farzan tê sekinandin. Farzan li Îranê 30 sal di girtîgehê de dimîne û paşê serbest tê berdan. Demsala Gergedanan fîlmeke li ser êşa penaberan e û bangeke ji bo azadiyê ye.

Bêtir »

Rojnameya Gara (bi kurdî “em”) ya baskê di 1999’an de li bajarê San Sebastianê dest bi weşanê kir. Rojnameya ku bi zimanên baskî û spanyolî weşanê dike xwedî 130,000 xwendevanan e. Piştî ku rojnameya çepgir û serxwebûnxwaz a “Egin” ji aliyê dadgeheke spanyol di 1998’an de hat qedexekirin, Gara dest bi weşanê kir. Di vê vîdyoyê de pêdiviya hebûna medyaya Baskê tê vegotin.

Bêtir »

Li Barselonayê bernameya tevgera Som300 ku komeke koçberan e. Koçberên navborî avahiyeke vala a li bajêr dagir kiribûn ji xwe re kiribûn wargeh. Lê piştî biryara dadgehê, ji aliyê polêsên katalan ve di havîna 2013’an de ji avahiyê hatin derxistin. Ji ber ku hejmara koçberan li derdora 300’î bû, bi armanca domkirina berxwedanê navê Som300 (Em 300 kes in) a bi katalanî li koma koçberan hat kirin.

Bêtir »

Belgefîlma Şoreşa Bêdeng a li Rojava ku di Adara 2013’an de hatibû kişandin, di dawiya meha Mijdarê de li Londonê beşdarê Festîwala Fîlmên Kurd bû. David Meseguer û Oriol Gracia ku her du jî katalan in, derhêneriya belgefîlmê kirin. Di belgefîlma 60 deqeyî de li ser şeş qadên jiyana li Rojava tê sekinandin: polîtîka, perwerdeya bi zimanê kurdî, têkoşîna jinê, hêzên çekdar ên kurd, medya û çand.

Bêtir »