Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin

 

 

 

Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne.

Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye û pêkanîna mercên ku rêzdariya ji qanûnê re bê girtin e.”

Serokwezîr pê de çû û got ku ew herdem amadeye ku “di çarçoveya qanûnê de” bi serokwezîrê Katalonyayê Artur Mas re biaxive. Wekî vê carê, di her axaftina xwe ya di derbarê mijara Katalonyayê de Rajoy diyar kiriye ku divê rewşa li vê herêmê bi diyalogê bê çareserkirin.

Li ser pirseke di derbarê doza Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê  ku li dijî Artur Mas vekiriye de Rajoy wiha axivî: “Li Îspanyayê hêz ji hev hatine veqetandin. Tiştekî ku hikumet di derbarê biryara ku Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê  girtiye bike, tuneye. Ev, biryareke ku saziya biryargir eleqeder dike.” Lê digel vê jî Rajoy got ku “di demokrasiyekê de ji bo biryarên dadgehan rêz tên girtin” û bi vî awayî nîşan da ku ew ne li dijî vê gava dadgehê ye.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …