Hukumeta Welatê Baskê desteka xwe ya ji bo parastina ziman a di qada kedê de berdewam dike. Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a hukumetê 2 milyon euroyê din ji bo vê qadê terxan kir. Armanca vê destekê ev e, hebûna zimanê Baskî di navendên kedê de bê xurtkirin. Hukumeta Welatê …
Bêtir »Butçeya Katalonyayê 41 milyar Euro ye
Butçeya hukumeta Katalan Generalitat 41 milyar Euro ye. Butçeya îsal bi qasî 7.6 % ji ya sala 2022’an zêdetir e. Hukumeta Katalan zêdebûna butçeyê wekî gaveke aboriyê ya ber bi serxwebûnê ve nîşan dide. Parlamentoya Katalonyayê butçeya hukumeta katalan a ji bo sala 2023’an qebûl kir. Piştî dengdana di parlamentoyê …
Bêtir »Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk
Gramer bi tena serê xwe nikaribû arezuyê Nebrija pêk bîne û wê hewldanekê bibe serî. Gava Columbus û peyrevîn wî li Parzemîna Latîn Emerîkayê daket ne tenê bi zêr û zîvan, bi xan û eywanan lê bi pirtûkxaneyên gewre û bi hezaran pirtûkên ku bi alfebeya piktografîk (wêneyî) hatine nivîsandin …
Bêtir »Fransa mafê penaberiyê da 56 hezar kesî
Li Fransayê di sala 2022’an de 156,103 kes serî li mafê penaberiyê dane. Dema mirov bi sala 2021’an re dide ber hev, ev hejmar 28.6 % bilindtir e. Herî zêde welatiyên ji Afganistan, Bangladeş û Tirkiye serî li Îltîcayê dane. Serîlêdanên ji bo penaberiyê wekî welatên din ên Ewrûpayê li …
Bêtir »Parastina ziman li Ewrûpayê sembolîk e
Akademîsyenê katalan Climent-Ferrando di raporê de diyar kir, digel Biryara Alfonsi ya di 2013’an de jî zimanên kêmar (hatine kêmarkirin) bi tenê bi awayekî sembolîk hatine naskirin. Ev jî tê vê wateyê, zimanên mijara gotinê di pratîka saziyên Yekitiya Ewrûpayê de nayên bikaranîn an parastin. Di Yekitiya Ewrûpayê û saziyên …
Bêtir »Federalîzm û polîtîkayên ziman
Bi pergala federalîzmê, ligel statuyeke bilind a ji bo neteweyan fermiyeta zimanên bindest jî hatine naskirin. Forûma Federasyonan (Forum of Federations) di hejmara dawî ya kovara xwe de li ser parastina ziman a li dewletên federal sekineye. Ziman hêmaneke esasî ye ji bo nasnameya gelek miletan. Lewma jî li gelek …
Bêtir »Ulysses bi kurdî hate weşandin
Berhema navdar a Ulysses a James Joyce bi kurdî hate weşandin. Çapa normal a Ulysses cara pêşî li Fûara Pirtûkan a Hewlêrê hate pêşkêşkirin. Berhema navdar a Ulysses a James Joyce bi kurdî hate weşandin. Ulyssesa ji aliyê Kawa Nemir ve hate wergerandin, ji aliyê weşanxaneya Avestayê hate weşandin. Çapa …
Bêtir »Zimanê Korsîkayê li meclîsa giravê qedexe ye
Dadgeha li bajarê Bastiayê ya li Korsîka di biryara xwe de ragihand, tekane zimanê fermî yê Korsîkayê Fransî ye. Dadgehê bi biryara ku xwe spart Destûra Bingehîn a Fransayê, di Meclîsa Korsîkayê de bikaranîna zimanê Korsîkî qedexe kir. Dadgeheke Fransî bikaranîna zimanê Korsîkî ya di Meclîsa Korsîkayê de qedexe kir. …
Bêtir »Romenî bû zimanê fermî yê Moldovayê
Parlamentoya Moldovayê zimanê welêt wekî “zimanê Romenî” pênase kir. Bi vê encamê, careke din siyaseta Moldovayê li ser meseleyeke bingehîn a welêt ji hev veqetiya. Alîgirên yekitiya bi Romanyayê re ku dixwazin Moldova ji Rûsyayê dûr be, pênaseya “Romenî” bi kar tînin. Li hember vê komê jî alîgirên Rûsyayê di …
Bêtir »Siyasetên ziman ên aktorên Kurd li Almanyayê
Partiyên sereke yên siyasî yên Kurd, di salên 1990’î de li xelkê Kurd ê li Elmanyayê, yan weke miletekî ku berê xwe wê dîsa bide Kurdistanê nihêrî yan jî weke çavkaniyeke berhevkirina derfetên dewamkirina têkoşîna xwe. Siyaseta xwe ya ziman jî li gorî vê diyar kirin. Gava em behsa siyasetên …
Bêtir »Bern û Cenev deriyên xwe li penaberan girtin
Kantonên Bernê û ya Cenevê ragihandin ew nema dikarin penabaran bihewînin. Kantonên Swîsreyê nema dikarin bersivê bidin pêla dawî ya penaberan. Lewma jî du kantonên li rojavayê welêt, ji dewletê re ragihandin ew ê heta demekê nikaribin penaberan bihewînin. Hukumeta federal a Swîsreyê û nûnerên kantonan li ser mijarê roja …
Bêtir »Netewperweriya kurdan lawaz e
Carna dema li me dinêrim, dibêjim aqlê me hê kamil nebûye, qey loma em ji teqlîdkirinê wêdetir naçin û bi ser de em vê wek marîfetek mezin jî dibînin. Aqlê kamil ji teqlîdê direve, êdî ew bi xwe diafirîne, neafirîne jî tiştekî ji xwe lê zêde dike, rengê xwe dide …
Bêtir »Daxwaza self-determînasyonê ne sûc e
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li bende ye Îspanya derbarê serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û lîderên din de daxwaza wê pêk bîne. Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont di 2018’an de serî li komîteyê dabû û giliyê Îspanyayê kiribû. Zilma siyasî ya Îspanyayê ya li dijî lîderên …
Bêtir »Raperîna 1991ê û Kurdistana Otonom
Raperîna li dijî rêjîma Baas a Iraqê ya li Başûr yek ji bûyereke girîng a dîroka Kurdistanê ye. Raperîn bi serfirazî û têkçûna xwe kurtedemek şûn de bû bingeheke xurt ji bo bidestxistina desthilatê û damezrandina Herêma Federal a Kurdistanê. 5ê Adarê 32. salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî …
Bêtir »Holandî û Yekitiya Ziman
Saziya Yekitiya Ziman Taalunie di 1985’an de ji aliyê wezîrên perwerdeyê û çandê yên Holanda û Flanderê ve hate damezrandin. Butçeya saziya ku parastina ziman a li Holanda, Belçîka û li cîhanê daye pêşiya xwe bi qasî 11 milyon Euro ye. Holanda û Flander li ser qedera saziya Taalunie (Yekitiya …
Bêtir »Former Belgian minister takes Turkish regime to the International Court
The complaint speaks of 200,000 victims of torture, disappearances, incarceration and convictions without due process. The alleged crimes took place in Turkey, a country that doesn’t recognise the ICC, but also in 45 other countries including Belgium. Former Belgian minister takes Turkish regime to the International Court Former Belgian cabinet …
Bêtir »Belçîka statuya penaberiyê da 756 kesan
Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, di Çileyê de 2,785 kes serî li mafê penaberiyê dane. Daxwaza îltîcayê ya 1064 kesan hatiye redkirin û bi tenê mafê penaberiyê ya 756 kesan hatiye naskirin. Belçîka îstatîstîkên penaberiyê yên ji bo meha Çileyê weşandin. Ofîsa Komîseriya …
Bêtir »Dîroka Flanderê û Netewperestî
Çîroka Flanderê, li Belçîkayê dibe sebeba nîqaşên li ser têkiliya netewperestî û dîrokê. Belgefîlma mijara nîqaşê ji 10 beşan pêk tê ku hemû jî li ser dîroka herêma Flander a Belçîkayê ne. Ev berhema hunerî bi nêrîneke epîk li ser hemû dem û dewrên Flander û dîroka flamanan disekine. Belgefîlma …
Bêtir »Macron otonomiyê pêşniyazê Korsîkayê kir
Fransa bi girava Korsîkayê re ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo otonomiyê kir. Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ligel delagasyona hukumetê tevlî civînê bû. Tê ragihandin, pêşniyaza Fransayê li gorî modelên otonomiya giravên Derya Spî yên wekî Balear, Sîcîlya û Sardînyayê hatiye amadekirin. Fransa bi girava Korsîkayê re ji …
Bêtir »Kurmancî zimanê 60. ê cîhanê ye
Kurmancî di nava zimanên cîhanê de di rêza 60. de ye. Kurmancî piştî zimanê Bengalî, zaravaya Tosk a Albanî û Îgbo ya li Nîjaryayê zimanê herî girîng ê cîhanê ye. Azeriya Başûr ku li eyaleta Azerbaycanê ya Îranê tê axaftin û Ozbekiya Bakur tevlî zaravaya Geg a Albanî li paş …
Bêtir »Tolstoy li Ukraynayê qedexe ye
Televîzyona Katalonyayê TV3 di nûçeyeke xwe de bi taybetî balê kişand ser boykota gel a li dijî pirtûkên bi Rûsî. Kanal di nûçeya xwe de diyar kir, di çend mehên dawî de xwendevan 80 ton pirtûkên bi zimanê Rûsî avêtine ser sergo. Polîtîka û kiryarên Ukraynayê ya li dijî çand …
Bêtir »