Partiyên sereke yên siyasî yên Kurd, di salên 1990’î de li xelkê Kurd ê li Elmanyayê, yan weke miletekî ku berê xwe wê dîsa bide Kurdistanê nihêrî yan jî weke çavkaniyeke berhevkirina derfetên dewamkirina têkoşîna xwe. Siyaseta xwe ya ziman jî li gorî vê diyar kirin.
Gava em behsa siyasetên ziman dikin, weke Kurd, em bi pirranî berê xwe didin siyasetên ziman ên dewletên li dijî Kurdî. Par li Koyê, di konferansa zimanê dayikê de min behsa wan siyasetan û siyasetên muhtemel ên aktorên Kurd bi giştî kiribû. Nexasim jî îşaret bi wê yekê kiribû ku aktorên siyasî yên Kurd lazim e siyasetên xwe yên ziman diyar bikin. Îsal jî li Zanîngeha Helebce min behsa Elmanyayê kir. Di vê gotarê de ez ê esas bi wan tesbît û argumanên vê gotarê dakevim û di dawiyê de jî îşaret bi lawaziyên li ber aktorên Kurd ên siyasî û civakî yên li Elmanyayê sebaret bi siyaseta ziman bikim û hin pêşniyazên maqûl di vê çarçoveyê de hewl bidim ku li meydana minaqeşeya li ser siyaseta ziman deynim
Lê beriya wê li xwe ferz dikim bi kurtî bi du xisûsan ez behsa rewşa zimanê Kurdî û civaka Kurd elaqedarî ziman bikim.
Xisûsa yekê ew e ku divê mirov bersiveke eşkere, zelal û bêyî wirde wêde bide pirsa “Siyasetên asîmîlasyon û lînguîsîdê yên li dijî Kurdan û zimanê wan, hiqûqî mirov çawa bibîne?” Tenê weke asîmîlasyon dîtin, yan jî bi peyvên weke kuştina ziman, lînguîsîd binavkirin, di warê hiqûqî de sûc ji holê radike. Ji ber wê ez dixwazim hem gorbeheşt Amîr Hesenpûr bi bîr bînin û hem jî Tove Skutnab-Kangas a ku gelekî di ber vê tesbît û pêşniyazê de xebitî. Di hiqûqa navneteweyî de kuştina ziman nîne, lê tişta ku dewleta Tirk bi hewldana kuştina Kurdî kiriye, jenosîd e. Yanî em timî li ber çavan bigirin ku li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî sûcê li asîmîlekirina zimanî ya Kurdan “qirkirin” e.
Xisûsa duyê jî ew e ku tesîrên vê siyaseta qirkirinê yên yekser li Elmanyayê û tevahiya Ewrûpayê jî hene. Xuyanekirina Kurdî, tinehesibandina wê û gelek dezavantajên elaqedarî agahdarbûn û mafê perwerdeyê di nava van tesîran de ne. Ji ber wê, pêdiviya aktorên siyasî û civakî yên Kurd a bi siyaseta ziman lazim e vê heqîqetê li ber çavan bigire.
Ji siyaseta salên 1990’î ber bi nebûna siyasetê ve
Ez berê xwe bidim aktorên siyasî û civakî yên Kurd ên li Elmanyayê. Tevî ku ev aktor gelek û cuda ne, ez ê bi giranî bi du koman dakevim: Aktorên dersên Kurdî teşwîq û organîze dikin û komeleyên Kurdî teşwîq dikin.
Gava em berê xwe didin aktorên Kurd ên li Elmanyayê yên ku xwedî siyaseteke ziman in, yan jî divê li gorî destûrên xwe xwedî siyasetên ziman bin, em dikarin weke aktorên sereke behsa van aktorên li jêr bikin:
* Partiyên siyasî yên Kurdan û kongre yan jî hevgirtinên partî û rêxistinên siyasî.
* Yekîtiyên pîşeyî, nexasim ên mamosteyan, înstîtuyên Kurdî û komeleyên akademîsyenan.
* Aktorên civaka sivîl ên weke yekîtiyên dêûbavan.
* Weşanxane, nivîskar û rêxistinên wan.
Li derveyî van aktoran, aktîvîzma ferdan jî heye ku ez ê di çarçoveya vê gotarê de pê zêde danekevim.
Partiyên siyasî yên Kurd li Elmanyayê, bi pirranî di ser komeleyên bajar û herêman ve bi rêxistin bûne. Yanî mekanên wan hene. Xelkê ku dikarin ji bo proje, çalakî û kampanyayên diyarkirî seferber bikin hene. Tevnên wan ên siyasî û civakî hene ji bo peywendîdanînê.
Ev komele jî bi federasyon û konfederasyonên li Elmanyayê û Ewrûpayê, xwedî kapasîteyên seferberkirinê yên pirr mezin in. Xasma gava ku ji salên 1990’î ve pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê bibînin, komeleyên ku li dora seferberkirina wê bi rêxistin dibin, xwediyê vê kapasîteyê ne.
Ji bilî wê, îro roj partiyên siyasî yên Kurdan yên ku derfetên dewletê bi kar tînin jî hene. Ev partî, yên desthilatên li Hewlêr û Silêmaniyê ne. Ev gotar wê bi van aktoran danekeve, lê wê îşaret bi roleke muhtemel erênî ji bo siyasetên ziman ên aktorên din bike; ew jî di warê hêsankariya çarçoveyên hiqûqî û destûrî de.
Bermahiyên siyaseteke ziman a bi dawî bûyî
Berê vê siyasetê, li serketineke siyasî û eskerî ya zûzûka ya li Kurdistanê û vegera xelkê ber bi Kurdistanê ve bû. Em vê yekê di weşana kanala satelîtî ya pêşî ya Kurdî MED TV´yê de jî dibînin. Armanca wê ya sereke ne seferberiyeke ji bo ziman, lê seferberkirina xelkê li dora armancên siyasî bû.
Hîna di salên 1960´î de jî li Elmanyayê rêxistinên elaqeya wan yekser bi partiyên siyasî re hebû, Elmanya nexasim ji bo bikaranîna derfetên li “welatê dagirkirî” nînin bi kar anîn, ev jî nexasim çapkirin û weşana bi Kurdî jî bû. Lê ez ê ji ber girseyî nebûnê, behsa siyasetên ziman ên aktorên hingê nekim. Ez ê behsa siyaseta salên 1980 û nexasim salên 1990’î bikim.
Partiyên sereke yên siyasî yên Kurd, di salên 1990’î de li xelkê Kurd ê li Elmanyayê, yan weke miletekî ku berê xwe wê dîsa bide Kurdistanê nihêrî yan jî weke çavkaniyeke berhevkirina derfetên dewamkirina têkoşîna xwe. Siyaseta xwe ya ziman jî li gorî vê diyar kirin.
Ez bi nimûneya Tevgera Azadiya Kurdistanê dewam dikim. Gelek berhemên ku mamosteyan, Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê, berhemên Înstîtuya Kurdî, yên nivîskaran ên bi Kurdî ji bo zarok û mezinan nivîsandin, bi rêya rêxistinên xwe gihandin bi dehhezaran malbatan heta derfetên xwe yên çapê û yên wekî din ên madî ji bo vê bi kar anîn. Yanî ev xebat, parçeyek ji xebata “welatparêzkirina” Kurdan bû.
Alfabeyên Kurdî, kitêbên hînkirina xwendinê (weke kitêbên rêza “Xwendin Ronahî ye”), çîrokên besît jî di nava van de hebûn, lê her wiha kitêbên bi Elmanî hînkirina Kurdî, kitêbên rêzimana Kurdî jî di nava van de hebûn.
Di heman demê de li gelek bajarên Elmanyayê komeleyên dêûbavan hatin teşwîqkirin û wan her wiha xebeta ji bo dersên Kurdî li dibistanan jî meşandin. Navê YEKMAL’ê yê ji hingê hîna li hin bajaran mabe jî, îro roj ev komeleyên dêûbavan bi pirranî nemane. Lê encamên wan yanî dersên zimanê Kurdî bi rêxistinên mamosteyan û hevkariya hin saziyan, dewam dikin.
Siyaseta ziman ne ji bo Elmanyayê bû
Di sala xwendinê ya 2022 û 2023’yan de li dibistanên endamên wê de, tenê 3200 xwendekar dersên Kurdî dixwînin. Li gorî texmînan li Elmanyayê ji her aliyê Kurdistanê milyonek û nîv Kurd hene. Mirov tavilê pê dihise ku kapasîteyên seferberiyeke di çarçoveya ziman de kêm e.
Esas ya ku dikir ev siyaset bê meşandin, ne yekser aktorên siyasî û civakî yên li Elmanyayê bi xwe bûn. Weke nimûne, Tevgera Azadiya Kurdistanê weke rêxistina herî xurt a di nava Kurdên li Elmanyayê de û siyaseta xwe ya ziman li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diyar dikir. Li gorî vê siyaseta ziman, derfet li Elmanyayê dihatin çêkirin, kitêb dihatin weşandin, saziyên huner, çapemenî û akademîk dihatin damezrandin û ji bo dersên Kurdî îmze dihatin berhevkirin; yanî çerxa tevahiya seferberiya civakî a li dora ziman, bi vê siyasetê dihat gerandin.
Rêxistinên di ser partiyan re jî yên weke PKDW’ê (Parlamenta Kurdistanê Li Derveyî Welat) di heman çarçoveyê de wan salan kampanyayên bi Kurdî bipeyive, bi Kurdî bihizire û bi Kurdî binivîse dimeşandin. Berê vê siyasetê, li serketineke siyasî û eskerî ya zûzûka ya li Kurdistanê û vegera xelkê ber bi Kurdistanê ve bû. Em vê yekê di weşana kanala satelîtî ya pêşî ya Kurdî MED TV´yê de jî dibînin. Armanca wê ya sereke ne seferberiyeke ji bo ziman, lê seferberkirina xelkê li dora armancên siyasî bû.
Halê hazir ji ber wê siyaseta ziman tiştekî zêde nemaye. Li çend komeleyan dersên Kurdî yên tên dayîn, nîşan didin ku partiyên siyasî yên Kurdan û rêxistinên di ser partiyan re, weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) tevî komîsyona xwe ya ziman, her wiha Saziya Ziman û Perwerdeyê Şaxê Ewrûpayê, tevî hewldanên destpêkê, siyaseteke ziman ji bo Kurdên Ewrûpayê û nexasim Elmanyayê bi taybetî hîna bi pêş nexistine. Ji ber nebûna siyaseta ziman a ji bo Elmanyayê jî em dibînin ku derfetên di salên 1990’î de bi seferberiya partiyên siyasî, nexasim jî ya PKK’ê hatibûn afirandin, her diçe kêm dibin.
Aktorên pîşeyî
Bi vê tesbîtê ez berê xwe bidim aktorên pîşeyî û yên nêzî wan aktoran jî û esas ez behsa Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê (YMK) bikim. Ew jî encama seferberiya li jor me behsa wê kir a salên 1990’î ye. Îro ji mamosteyên dersên Kurdî pêk tê.
Di sala xwendinê ya 2022 û 2023’yan de li dibistanên endamên wê de, tenê 3200 xwendekar dersên Kurdî dixwînin. Li gorî texmînan li Elmanyayê ji her aliyê Kurdistanê milyonek û nîv Kurd hene. Mirov tavilê pê dihise ku kapasîteyên seferberiyeke di çarçoveya ziman de kêm e.
YMK ji ber ku rêxistineke Kurdan e, nikare tenê weke rêxistineke pîşeyî be. Lewma heger xwe bi vê sînordar bike, xwendekar wê kêmtir bibin û dersên Kurdî jî. Ji ber wê gelek mamosteyên wê li nava xelkê ne, malbatan qaneh dikin da ku zarokên xwe bişînin dersan.
Li 16 eyaletên Elmanyayê, endamên YMK’ê li 6 eyaletan dersên Kurdî didin.
Li van eyaletan 32 mamoste bi giştî li 44 dibistanan dersan didin. Pirraniya dersan Kurmancî ne, lê dersên bi Kirmanckî û Soranî jî hene.
Ji ber nebûna beşên pêwîst ên li zanîngehên Elmanyayê ew bi karê nivîsandin û weşandina materyalên dersê jî dadikevin. Di hevpeyvîneke 19’ê Îlona 2022’yan ya Polîtîk Azadê [Beşa Kurdî ya Yeni Özgür Politika] de serokê YMK’ê Samîr Xidir Ebdî bersiva pirsên Murat Mang da û got, ew ferhengeke ji 450 peyvên sereke û 3 pirtûkên dersê dixebitin û 2 pirtûkên dersê jî wan ji çapê re amade ne kirine.
Li 16 eyaletên Elmanyayê, endamên YMK’ê li 6 eyaletan dersên Kurdî didin. Bremen (ji 1993’yan ve), Niedersachsen (ji 1995’an ve), Nordrhein-Westfalen (ji 1996’an ve), Rheinland-Pfalz (ji 2018’an ve), Berlîn (ji 2019’an ve), Brandenburg (ji 2020’an ve). Ji sala 1995’an heta 2005’an jî li Hamburgê ders hatibûn dayîn.
Li van eyaletan 32 mamoste bi giştî li 44 dibistanan dersan didin. Pirraniya dersan Kurmancî ne, lê dersên bi Kirmanckî û Soranî jî hene.
Li derveyî YMK’ê li çendek dibistanan dersên Kurdî tên dayîn, lê statîtikeke wan li ber destan nînin.
Pirsgirêkeke mezin a dersên Kurdî, mamosteyên kualifiye yên Kurdî ne. Elmanya gelek caran mamosteyên Kurdî ji ber kêmasiyên pedagojîk qebûl nake. Ji bo kualîfîkasyona ziman li zanîngehan (li zanîngehên INALCO û Bonnê) dewre hatin organîzekirin. Bi heman rengî dewreyên Înstîtîtuya Kurdî jî ji bo vê yekê ne bi rêkûpêk be jî tên lidarixstin. Lê ji ber ku li Elmanyayê, têkildarî beşên pedagojiyên hîndariyeke ji bo Kurdî jî nînin, mamosteyên kualîfiye yên bi temamî li gorî pîvanên xwendina li Elmanyayê kêm in.
Li vir, aktorên pîşeyî dibînin ku li Elmanyayê pêdivî pê heye ku ji bo mamosteyan dewrên Kurdî jî bên amadekirin da ku ev mamoste heger bixwazin dersên Kurdî jî bidin. Dozeke wisa dikare bibe parçeyek ji siyaseta van aktorên ku yekser kêmasiya perwerdekirina mamosteyan dibînin. Lê kapasîteyên rêxistinên pîşeyî wiha diyar e ku di vî warî de têrê nake ku siyaseteke ziman a ji bo armancên diyar bi pêş bixin.
Nimûneya Hessenê
Zarokeke Kurd bi rêya dêûbavê xwe doz li Wezareta Perwerdê ya eyaleta Hessenê vekir. Dêûbavê wê welatiyên Elman ên Kurd in. Wan doz li wezaretê vekir, ji ber ku pîvana wekheviya di perwerdeyê de bi nedana dersên Kurdî hatibû binpêkirin. Dadgeha Bilind a Îdarî ya Eyaletê ya Wiesbadenê sala 2019’an miracaeta vê keçikê red kir. Dadgeha îdarî got, dersên zimanê welatê zarok jê tên, êdî ne karê eyaletê ye, karê dewletên zarok jê tên e. Ev qenaeta dadgehê xwe disipêre siyaseta ziman a hikûmetên eyaletê. Li dijî vê biryarê rêya îtîraza li nava Elmanya nîne, lê ev biryar li dijî mafên gerdûnî yên lînguîstîk e û esas malbat dikare dozê bibe dadgeriya Ewrûpî. Lê dozeke wiha, ne barekî wiha ye malbatek ragire. Tenê civakên birêxistinkirî dikarin xwe bidin ber vî barî. Ji bo vê jî em çavê xwe li siyaseta ziman a aktorên heyî yên siyasî û civakî yên Kurd ên li Elmanyayê digerînin.
Aktorên li ser zemînê fonan kar dikin
Aktorên ku xwedî hezeke bi rastî ya seferberkirina civaka Kurd li Elmanyayê ne, ne xwediyê siyaseteke ziman in ji bo Kurdên li Elmanyayê.
Ji bilî van aktoran, em dibînin ku YEKMAL e ku navenda wê liBerlînê ye. Ev sazî li bajarên weke Essen û Mainzê jî şaxên xwe vedike û hewldanên vekirina şaxên din jî heye. YEKMAL û aktorên ku bi fonan yan jî ji bo bidestxistina fonan siyasetên ziman bi pêş dixin jî di çarçoveya Elmanyayê muhim in.
YEKMAL bi projeyên diyar ên weke dergûşxane û baxçeyên zarokan ên du zimanî, yanî bi Kurdî û Elmanî, fonan bi dest dixe û bi van fonan, kesên bi du zimanan yanî bi Kurdî û Elmanî dizanin, dixebitîne. Bi vî awayî dike ku li hawîrdorên zarok lê ne, ev her du ziman bên peyivîn. Yanî ew mekaneke ewle ji bo herdu zimanan û zarokan diafirîne. Ji bilî vê YEKMAL, ji bo dana dersên Kurdî li Berlînê jî çalak e. Ji 6 salan û vir ve, em dibînin ku ew bi xebatên akademîk û lêkolînên li ser Kurdî û nexasim jî ên li ser helwêstên Kurdan beramberî Kurdî li Elmanyayê dadikeve.
Em bi vê yekê dibînin ku ew ji bo projeyên xwe yên bi rê ve diçin û berfereh dibin, hewl dide daneyên zanistî hilberîne û li ser vî zemînî, projeyên ku xwe disipêrin fonan, bi pêş bixe.
Kapasîteyên rêxistinên wiha jî sînordar in bi fonên tên bidestxistin û bi xebatkarên bi van fonan dixebitin. Di çarçoveya van fonan de kapasîteya wan a seferberkirina xelkê pirr kêm e.
Herçî weşanxane ne, rola wan weke berê nîne. Jixwe weşanxaneyên elaqedarî partiyên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê îro roj jî bi pirranî bi Tirkî kitêban diweşînin, û li vir ti ferqa partiyan zêde ji hev nîne. Hin projeyên prestîjê yên şexsî ku têkiliyên wan ên rabihuriyê bi hin partiyên siyasî re hene, yên weke weşanên “Rûpel” vî dîmenî zêde naguherînin. Lê weşanên spesîfîk ên ku ji bo Kurdî û Elmanî hatine destpêkirin ên weke TÎR Verlag jî pirr nû ne. Ji ber wê jî hîna zû ye ji bo mirov karibe tehlîleke weşangeriya wan bike.
Gelek ferd jî hene bi tena serê xwe hin karan organîze dikin, weke dersên Kurdî yên ne bi rêkûpêk, dersên Kurdî li dibistanên êvaran, û heta weşangeriya şexsî û firotina pirtûkên Kurdî jî dikevin nava vê kategoriyê. Karên van aktoran gava mirov bide ser hev ji yên aktorên din weke hejmar bêhtir in, lê herî kêm ew xuya dikin.
Hin tesbît û pêşniyaz
Ji bo aktorên li jor hemûyan, ev ê bibe hêsankeriyeke mezin heger sefareta Iraqê li Berlînê li ser malpera xwe agahiyeke bi Elmanî biweşîne û bi vê metnê bibêje, “Erebî û Kurdî li seranserê Iraqê zimanên fermî ne.” Aktorên siyasî û civakî yên Kurd dikarin vê ji hikûmeta Hewlêrê û partiyên desthilatên li Hewlêr û Silêmanî bixwazin.
Li ber van aktoran hemûyan siyaseta ziman a dewleta Elman astengeke mezin e. Ne lazim e bi berferehî behsa wê bê kirin, lê ez dîsa bi kurtî bibêjim, dewleta Elman, sazî û dezgehên wê û şirketên li gorî hiqûqa wê damezrandî, gelek caran tenê zimanên dewletan qebûl dikin.
Ka em berê xwe bidin astengiya herî mezin a li ber aktorên li jor:
Aktorên ku xwedî hezeke bi rastî ya seferberkirina civaka Kurd li Elmanyayê ne, ne xwediyê siyaseteke ziman in ji bo Kurdên li Elmanyayê.
Aktorên ku siyasetên wan ên ziman sînordar in bi çarçoveya pîşeyî û bi fonan, nikarin siyaseteke berferehtir a ziman texeyul bikin. Heger texeyul bikin jî kapasîteyên wan destûra bipêşxistinê nadin.
Kordînasyoneke di navbera van aktoran de ji bo diyarkirina siyaseteke ziman a bi giştî ji bo Kurdên li Elmanyayê, wê hem van aktoran biguherîne, hem jî aktorên pîşeyî û yên karê bi fonan dikin mezintir bike. Li ber me du aliyên aktoran hene ku lazim e xwe ji pêşhukmên xwe xilas bikin û ji bo diyarkirina siyaseke ziman a Kurdên Elmanyayê qet nebe dest bi hizirîn û şêwrê bikin. Astengiya herî mezin a li ber aktorên bi fonan û projeyên diyar kar dikin, serîtewandina li ber siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê ye. Astengiya sereke ya aktorên siyasî jî ew e ku vê meydana heyatî ji bo xwebûna Kurdan li Elmanyayê, bi hincetên piçûk stewr dikin.
Ez dikarim bi pêşniyazeke besîttir û darîçavtir vê gotarê bi dawî bikim: Ji bo aktorên li jor hemûyan, ev ê bibe hêsankeriyeke mezin heger sefareta Iraqê li Berlînê li ser malpera xwe agahiyeke bi Elmanî biweşîne û bi vê metnê bibêje, “Erebî û Kurdî li seranserê Iraqê zimanên fermî ne.” Aktorên siyasî û civakî yên Kurd dikarin vê ji hikûmeta Hewlêrê û partiyên desthilatên li Hewlêr û Silêmanî bixwazin.
————————————-
Ev gotar ji aliyê Luqman Guldivê ve hatiye nivîsandin. Gotar cara ewil di PolitikArt de hatiye weşandin.
Luqman Guldivê edîtorê PolîtîkAzad û PolîtîkArta Kurdî ya Özgür Politikayê ye . Li ser wêjeya devkî, zarbêj û performansên di rêûresma Kurdî de lêkolînan dike. Ji bo zarokan aktîvîteyên ziman û rîtuelan bi pêş dixe û kitêbên zarokan dinivîse. Li Parîs, Gottingen, Erfurt û Bambergê dersên ziman, çand û civaka Kurdî dan. Îro jî dersên Kurmanciyê dide li dibistana êvarê. Guldivê karê wergêriyê jî dike.