Kurmancî zimanê 60. ê cîhanê ye

Kurmancî di nava zimanên cîhanê de di rêza 60. de ye.

Kurmancî piştî zimanê Bengalî, zaravaya Tosk a Albanî û Îgbo ya li Nîjaryayê zimanê herî girîng ê cîhanê ye.

Azeriya Başûr ku li eyaleta Azerbaycanê ya Îranê tê axaftin û Ozbekiya Bakur tevlî zaravaya Geg a Albanî li paş Kurmancî man.

Di Barometreya Zimanên Cîhanê ya 2022’an de agahiyên derbarê Kurdî de jî cî girtin.

Kurmancî di lîsteya Barometreyê de di nava hemû zimanan de di rêza 60. de cî girt.

Zaravayên din ên Kurdî bi pûanên kêm di bi dehan hejmar di bin Kurmancî de cî girtin.

Barometreya Zimanên Cîhanê her ji pênc salan carekê ji aliyê Wezareta Çandê ya Fransayê ve tê weşandin.

Bi vê lêkolîna berfireh li gorî gelek pîvanan zimanên cîhanê di lîsteyeke dirêj ciyê xwe digirin.

Di lêkolîna dawî ya wezareta fransî de 641 ziman li dûv hev hatin rêzkirin.

Kurmancî şêstemîn ziman e 

Di Barometreya Zimanên Cîhanê de ji nav zaravayên Kurdî ciyê herî baş Kurmancî girt.

Kurmancî di nava zimanên cîhanê de bû 60.

Lêkolîn, Kurmancî piştî zimanê Bengalî, zaravaya Tosk a Albanî û Îgbo ya li Nîjaryayê, di rêza 60. de bi cî kir.

Azeriya Başûr ku li eyaketa Azerbaycanê ya Îranê tê axaftin û Ozbekiya Bakur tevlî zaravaya Geg a Albanî li paş Kurmancî man.

Hêjayî gotinê ye, Ozbekiya Bakur zimanê fermî yê Ozbekistanê ye ji aliyê 17 milyon kesan ve tê axaftin.

Soranî 101. e

Soraniya ku di lêkolînê de wekî Kurdiya Navîn hate pênasekirin, di lîsteyê de bi dehan hejmaran li paş Kurmancî cî girt.

Barometreya Zimanê Cîhanê fransî Soranî di rêza 101. de bi cî kir.

Soranî bû xwediyê rêza 101. a lîsteya zimanan 

Pencabiya Rojhilat a li eyaleta Pencabê ya Hîndistanê tê axaftin û zimanê turkmen di ser Soranî re cî girtin.

Lêbelê Soranî bi girîngiya xwe ket pêşiya zimanê Moxolî ku zimanê fermî ya Moxolistanê ye.

Zazakî 165. e

Zazakiya ku bi xetereya jiholêrabûnê re rûbirû ye ji her du zaravayên kurdî kêmtir pûan girt.

Barometreya wezareta fransî Zazakî di rêza 172. de bi cî kir.

Zazakî di nava 641 zimanan de bû 165.

Zimanê Keşmîrî ya Keşmîra di bin kontrola Hîndistan û Pakistanê de ye û zimanê Kabîlî (amazîx) ya li bakurê Afrîkayê tê axaftin ketin pêşiya Zazakî.

Digel vê jî,  Zazakî di ser Erebiya Levantîn ku li Libnan û Misrê tê axaftin cî girt.

Goranî di rêza 239. de ye

Goranî encax di rêza 239. de cî girt

Goranî û devokên wê ku wekî Kurdiya Başûr hatin pênasekirin, encax di rêza 239. a lîsteyê de cî girtin.

Belûciya li Îranê tê axaftin bi çend pûanan ket pêşiya Goranî.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …