Federalîzm û polîtîkayên ziman

Bi pergala federalîzmê, ligel statuyeke bilind a ji bo neteweyan fermiyeta zimanên bindest jî hatine naskirin.

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) di hejmara dawî ya kovara xwe de li ser parastina ziman a li dewletên federal sekineye.

Ziman hêmaneke esasî ye ji bo nasnameya gelek miletan.

Lewma jî li gelek welatan ziman wekî parçeyeke doza neteweyî tê hesibandin.

Ev jî bûye sebeb ziman di navbera netew-dewlet û miletên bindest de bibe qadeke têkoşînê.

Hin caran di encama proseya jandar a têkoşînê de dewlet parçe bûne û dewletên din hatine damezrandin.

Lê hin car jî dewlet ji bo yekitiya xwe biparêze reforman kirine û bûne xwedî sîstemeke federal.

Bi pergala federalîzmê, ligel statuyeke bilind a ji bo neteweyan fermiyeta zimanên bindest jî hatine naskirin.

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) di hejmara dawî ya kovara xwe de li ser parastina ziman a li dewletên federal sekineye.

Li cîhanê  welatên bi pergala federal tên birêvebirin. Wekî ji harîteyê jî xuya dibe, welatên herî mezin ên cîhanê xwedî pergala federal in.

11 welatên cîhanê 

Di hejmara 66.a kovarê de mînakên 11 welatên li seranserê cîhanê di bin sernivîsa Polîtîkaya Ziman a li Welatên Federal û yên xwedî Sîstama Otonom cî digire.

Di hejmara 66.a kovarê de mînakên 11 welatên li seranserê cîhanê di bin sernivîsa Polîtîkaya Ziman a li Welatên Federal û yên xwedî Sîstema Otonom cî digire.

Welatên di vê kovarê de cî digirin ev in:

Afrîkaya Başûr, Belçîka, Bosna-Hersek, Etiyopya, Hîndistan, Îspanya, Îtalya, Kanada, Nepal, Pakistan, Swîsre.

Lêkolîner F. Leslie Seidle di destpêkê de li ser demografyaya ziman a welatan agahî daye.

Paşê ligel parastina di çarçoveya destûra bingehîn de qala polîtîkayên cihê yên ziman hatine kirin.

Herwiha, pêşniyazên dawî yên reforman û nîqaşên li ser wan jî di lêkolînê de cî girtiye.

Du mijarên din ên vê kovarê ev in:

Ji bo guherînê li ser dewletan zexteke çawa heye û kîjan aktor reforman pêşniyaz dikin?

Kîjan daxwazên ji bo guherînê herî zêde balê dikişîne an jî mimkûne bê qebûlkirin?

Lêkolîna dawî wekî yên berê li ser malpera Forûma Federasyonan bi forma PDF hate weşandin.

Forûma Federasyonan

Forûma Federasyonan rêxistineke navdewletî ye ku li ser meseleya federalîzmê çalakiyan li dar dixe û lêkolînan diweşîne.

Hejmara 66.a kovara Forûma Federasyonan

Forûm di 1999’an de di konferansa li ser federalîzmê ya li eyaleta Quebecê ya Kanadayê hate damezrandin.

Piştî konferansê, li Swîsre, Belçîka, Hîndistan û Etiyopyayê konferansên din hatin lidarxistin.

Bi dûv bernameya li Belçîkayê ya di 2005’an de, Awustralya, Brazîl, Etiyopya, Almanya, Hîndistan, Meksika, Nîjerya û Pakistan bi rêxistinê re peymana endamtiyê îmze kirin.

Bi vê hejmara welatên endam ên rêxistinê gihîşt 9’ê.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …