Netewperweriya kurdan lawaz e

Carna dema li me dinêrim, dibêjim aqlê me hê kamil nebûye, qey loma em ji teqlîdkirinê wêdetir naçin û bi ser de em vê wek marîfetek mezin jî dibînin.

Aqlê kamil ji teqlîdê direve, êdî ew bi xwe diafirîne, neafirîne jî tiştekî ji xwe lê zêde dike, rengê xwe dide ya beriya xwe.

Fexrîya Adsay: Heta ku em ji çarçoveyeke neteweperwer bêpar bin…

‘Jiyana Min‘ a Golda Meir bi wergera Fexrîya Adsayê re ketîbû nav kitebxaneya me Kurdan. Di pirtûka Golde Meîr de em şahidîya kedeke bêhempa dikin. Merîv dikare bêje ku Golda Meir çavên xwe li nav meseleya Sîyonîstan (netewperwerên Cihûyan) û tevgerên sîyasî vedike. Û ev tişt dibe sedemek bingehîn ku tevahîya jiyana xwe bi wan meseleyan re derbas bike. Ji zarokatîya xwe heya heftê salîya xwe, Meir jiyana xwe bi karên damezrandinê dewleta Cihû re derbas kiriye.

Çi bû sedem ku Fexrîya Adsay wê pirtûkê bike kurmancî, dê ew pirtûk çi li me Kurdan kêm an zêde bike, têkilîyeka çawa di navbere Kurd û Cihûyan de heye…

Di hemû pêvajoya wergerandinê de herî zêde we çi hîs kir?

Bêyî ku pêşî temama kitêbê bixwînim, min dest bi wergerê kiribû. Loma her beşek nû ji bo min heyecanek nû bû. Dema beşek diqediya û diviyabû ji ber karên xwe yî din navber bidimê, hişê min li wir dima û min dixwest di demek zûtir de vegerim ser wergerê. Eyn mîna mirov li benda beşa nû ya rêzefilimekê be. Her beşekê îlhamek nû dida min. Çawa îlham nede?! Keçek ku 125 sal berê di nav malbateke xizan de hatiye dinyê, di nav birek mêr de di guhertina qedera neteweya xwe de bûye xwedî rolek ji ya mêran ne kêmtir, belkî mestir jî. Di temenekî piçûk de bawer kiriye ew jî dikare di nav guhertina qedera neteweya xwe de cî bigre û ev pêk aniye.

Jiyana Golda Meir dikare wek dîroka damezrandina dewleta Israilê jî bê xwendin. Di her rûpelî de ji vê dîrokê tiştekî nû hîn dibûm û şexsiyetên girîng ên vê dîrokê nas dikirin. Dema navê ciyekî, bûyerekê an kesekî derbas dibû, gotinên Golda têra min nedikirin, ez bi xwe ji google an youtubê li wan digeriyam û bêtir agahî bi dest dixist derbarê wan de, vê jî kêfek mezin dida min. Wê demê kî di ber min re biçûya min dixwest ji wan re qala Golda, sîyonîzm û Israîlê bikim.

Ji aliyekî ve jî, dema min ew û em didan ber hev, xemgîn dibûm; gelek caran hêrs dibûm. Min didît di me de çi kêm be, bi wan re ew heye. Me çi kêm hiştibe, me nikaribe çi pêk bînin, wan ew pêk anîne. Loma her carê difikirîm û heyfa min lê dihat ku zûtir haya min ji vê berhemê çênebûye û wernegerandiye. Û helbet min hêvî dikir ku ji me gelek kes vê kitêbê bixwînin; haya me ji tecrubeya îsrailiyan û tecrubeyên çêbibe, ev bibe sedem ku em li ser xwe bêtir bifikirin.

Pêwîstîya pirtûka ‘Jiyana Min‘ di Kurdî de çi ye, dê kîjan valahîyan dagire?

Îro nêrîna piraniya me ya derbarê Îsrailê xwe dispêre meseleya Filistînê. Em, wek gelekî mexdûr û bindest xwe dikin hevalê filistiniyan û tenê bi wan re empatî dikin. Lê em bala xwe nadin gelê cihû ku heta sala 1948an ew bixwe mexdûrtirînên cîhanê bûn, li ber lingên dinyayê dipelçiqîn. 2000 sal berê ji welatê xwe hatibûn qewirandin, li çar aliyê dinyayê belav bûbûn û hema hema li her derê dibûn hedefa nefreta antîsemitîzmê. Li dinyayê belkî ti gel demek ewqas dirêj (2000 sal) bi qasî wan nebûye hedefa nefretek ewqas mezin û nebûye armanca şîdetek ewqas mezin (şîdeta serdema navîn û Holocoust hwd.). Lê îro Israîl di çi halî de ye, em wê dibînin, lê bala xwe nadinê bê çawa ji wî halî hatine vî halî. Tevî Dewleta Cihûyan a Theodor Herzl û Meseleyek Girîng a derbarê Eliezer Ben-Yehuda de, Jiyana Min behsa vê dike ji me re. Ji bo em Israila îro û meseleya Filistinê jî baştir fam bikin otobiyografiya Golda Meir ji me re gelek tiştan dibêje.

Ya din, wek ku min li jor jî got, jiyana Golda dîroka damezrandina dewletekê û îzehata aqlê siyonîst e jî, lê siyonîstên (em dikarin siyonîzmê wek neteweperweriya cihûyan pênase bikin) çepgir. Ji ber ku Golda ji ciwantiya xwe ve di nav siyonîstên çepgir de cî girtiye. Em, wek neteweyek hê qedera wê di ne destê wê de ye, zanîna tecrubeya damezrandina vê dewletê û serkeftinên wê dibe ku  valahiyekê dagire. Di warê fikra dewlet, dewletbûnê, neteweperwerî, zimanê neteweyî, girîngiya sazîyên neteweyî, aqlê organîk, xwemalîkirina teoriyên mezin de dikare gelek tişt li xwînerên xwe zêde bike.

Di pirtûke de herî zêde çi bala we kişand?

Pêşî îdealîzm û xîretkêşiya Golda ku di temenekî pir ciwan de dest pê dike û heta dawiya emrê wê her diçe xurttir dibe, ev têra xwe îlhambexş bû rastî. Ya din, kedkariya wê. Li Filistînê (beriya avabûna Dewletê) di avakirin û geşkirina saziyên civakî de di her astê de wê ked daye. Li kibbutzê (çêwliga kolektîf) ji her cûre karê cotkarî û xwedîkirina mirişkan bigre heta rêvebiriya saziyên cûrbicûr, li Amerîkayê perehevdan, û piştî avabûna Dewletê jî, sefîrî, wezîrî û serokwezîriyê.

Ya herî girîng ku bala min kişand, rêbaza siyonîstên sosyalîst û tetbîqkirina wan a fikra sosyalîzm bû. Wan fikra sosyalîzmê ji xwe re kiribûn rêber lê sosyalîzma reel a ti welatan kopî nekiribûn. Wan sosyalîzm bi temamî li gor şertên Filistînê şîrove kiribûn û saziyên xwe li gor xwe avakiribûn. Fikra sosyalîzmê rê li ber fikra neteweperwerî û dewletbûnê negirtibû, bîlakîs wan fikra sosyalîzmê kiribûn xizmeta fikra neteweperweriyê û dewletbûnê. Aqlê wan, rêbaza fikirîna wan û rêbaza peydakirina çareseriyan pir resen bû, bi temamî aidî wan, axa wan û civaka wan bû. Aqlê wan hew li ser çareseriyan dixebitî, ji çareyan pê ve serê xwe bi tiştekî nediêşandin. Ji bo wan pirsgirêk jî armanc jî rêbaz jî zelal û diyar bû. Pirsgirêk belavelabûna wan bû; armanc li Filistînê geşkirina civaka cihûyan û damezrandina dewleteke cihûyan a wekhevîxwaz, demokrat û modern bû; rêbaza wan sosyalîzm û sekularîzmeke aidî wan bû.

Di piraniya pirtûkê de Golda Meir her bi kesayeta xwe ya netewperwerîyê derket pêşîya me. Çima kesayeta jinbûnê li paş dimîne?

Belê, di kitêbê de ew her tim bi kesayeta xwe siyonîst/neteweperwer li pêş me ye. Lê, ji jinbûna wê bêtir em dikarin bibêjin jiyana wê ya şexsî û malbatî li paş maye. Berpirsyariyên wê yên civakî û siyasî pir zêde ne û ev her tim dikevin pêşiya berpirsyariyên wê yên malbatî û şexsî. Salên navbera 1922-1975an pir dijwar in di dîroka Filistîn û Israilê de û Golda bi performanseke mezin her tim çalak bûye di van salan de. Di jiyaneke ewqas çalak û îdealîst de, di nav ewqas kar û xebatên civakî û siyasî de asayî ye ku aliyekî jiyanê li paş bimîne.

Li gorî we çi ferq di navbera me kurdan û cihûyan de heye?

Navbera me û cihûyan de bi giştî hin cudatî û manendiyên sereke hene helbet. Yek ji cudatiyan ew e ku cihû li çar aliyên dinyayê belav bûbûn, em her dem li ser axa xwe bûn/ne. Ya duyem, derbarê zimên de ye. Ji bo wan jî ziman hêmanek girîng e ji bo nasnameya wan a neteweyî, ji bo me jî. Lê serencama meseleya zimên û ya me ji hev cuda ye. Di gotûbêja Avestayê ya li ser Herzl û Ben-Yehuda de, ji nav guhdaran hevalekî gotibû, “zimanê wan mirî bû, wan ew vejandin; yê me zimanekî zindî heye, em winda dikin/dimirînin.” Heta radeyekê tesbîtek rast e ev, lê em ji bîr nekin ku ew herî kêm li dor sê hezar salan xwedan kitêb in, kitêba olî. Yanê di jiyana wan de, axaftina bi îbranî nebe jî her dem nivîs û xwendina bi îbranî hebû. Berî her tiştî sê hezar sal e kitêb, xwendin û nivîs bixwe parçeyek ji jiyana wan bû û zimanê vê xwendin û nivîsê îbranî tenê zimanê wan bû, cihûtî jî tenê ol û baweriya wan bû. Vê civata wan a muxayel her tim zindî hiştibû. Dema em li têkiliya me û xwendin û nivîsê dinêrin ev cudatiyek girîng e. Kitêba wan a pîroz her tim berê wan dida axa wan û nedihişt bê jibîrkirin. Digel ku ne li ser axa xwe bûn jî nasnameya wan wek qedîmtirîn nasnameya neteweyî bi hezaran salan berdewamiya xwe parastiye. Ê me zimanekî me hebû, lê baweriya me ya olî û yên cîranên me yek bû. Zimanê me di axaftinê de her hebû lê di nivîs û xwendinê de bûye pir kêm kesan, û dîroka vê jî zêde ne dûr e.

Lê bawer dikim di vê pirsê de mebesta te bêtir cihûyên siyonîst e. Ji ber ku di Jiyana Min de em cihûyên siyonîst dibînin. Helbet, siyonîzm jî fraksiyonên wê cûrbicûr hebûn. Ji ber ku Golda û rêxistina wê sosyalîst bû, ez ê behsa wan bikim. Li jor jî min gotibû, di vê kitêbê de tişta herî zêde bala min kişand reseniya fehma wan a sosyalîzmê bû. Çawa ola wan û dîroka wan ji ya gelên din cuda be an tenê aidî wan be, fehma wan a sosyalîzmê jî ji ya neteweyên din cuda bûye. Di vir de navbera me (sosyalîstên me) û wan de cudatiyek mezin heye bi ya min.

Cihû hê dawiya sedsala 19mîn de rêxistinên wan ên sosyalîst hebû. Golda jî di destpêka sedsala 20mîn de xwe di nav rêxistinên sosyalîst-siyonîst de dibîne. Yê me 60-65 sal berê fikra sosyalîzmê di ser tirkan re tê nav me (li bakur) û pêşî em di nav rêxistinên wan de cî digrin (mîna TİPa tirkan)… Hê di salên 1970yî rêxistinên me yên sosyalîst çêdibin. Di nav cihûyên sosyalîst de jî yên ku li dijî siyonîzm/neteweperweriyê derketine hebûn, lê mîna Golda û ew qadroya dewleta Israîlê damezrandin, aliyekî xurt ê siyônîst/neteweperwer jî hebû. Dema em li dîroka me ya 60 salên dawî û îroya me dinêrin, fikra sosyalîzm an çepgiriyê bi giştî rê li ber fikra neteweperweriya kurdî girtiye, nehiştiye neteweperwerî geş bibe. Heta neteweperwerî fam jî nekirine, hewl nedane fam bikin ku îro jî ev hê didome. Fraksiyonek jî ranebûye xwedî li fikra neteweperweriyê derneketiye. Rewşenbîrên kurd jî ji ber ku piranî li derdora rêxistinan cî girtine, rewşenbîrek derneketiye fikra neteweperweriyê dernexistiye pêş. Bi qasî dizanim tenê ji Başûr Cemal Nebez wek rewşenbîr li hemberî bayê xurt ê çepgiriyê derneketiye û xwedî li fikra neteweperweriyê derketiye. Ewqas sal e hê lîteraturek me çênebûye li ser neteweperweriyê. Hê jî em bi çavên teorisyenên serdestên xwe li neteweperweriyê dinêrin. Hemû teoriyên hemû cîhanê ji ber dikin lê em bi aqlê xwe, li gor şert û merc û hewcedariyên xwe ji nav xwe teorî dernaxin an rengê xwe nadin wan teoriyan û wan nakin xizmeta xwe; ji jiberkirin û dubarekirina teorî, fikir û gotinên ku ne li gor şert û mercê me ne, wêdetir naçin. Helbet, divê ev neyê famkirin ku em guh û çavên xwe ji dinyayê re bigrin. Mebesta min ne asotengiyek bi vî rengî ye. Ya girîng, em ji van fikir û teoriyên beriya xwe, derveyî xwe çawa îstifa dikin, em wan çiqasî dikin malê xwe an em çi li wan zêde dikin an nakin, mesele ev e. Carna dema li me dinêrim, dibêjim aqlê me hê kamil nebûye, qey loma em ji teqlîdkirinê wêdetir naçin û bi ser de em vê wek marîfetek mezin jî dibînin. Aqlê kamil ji teqlîdê direve, êdî ew bi xwe diafirîne, neafirîne jî tiştekî ji xwe lê zêde dike, rengê xwe dide ya beriya xwe.

Dizanim ku di nav me de jî bi qasî kesên mîna Golda û hevriyên wê îdealîst, xîretkêş û kedkar hebûn û hene, wek hejmar zêdetir in jî. Lê dema em li pey xwe dinêrin, serkeftinên me pir piçûk dimînin li hemberî wê ked û berdêla me daye. Piraniya enerjiya vala çûye. Rast e, serdestên me ne yek e, ne du ye, û pir xedar in hwd. Lê hê jî em nikarin wek neteweperwer pênase bikin, ji xwe re çarçoveyek neteweyî ya demokratîk û modern diyar bikin, xwe û saziyên xwe li gor vê organîze bikin, ji nû ve saz bikin. Çarçoveya siyonistan diyar bû û em îro Golda bi saya vê çarçoveya siyonîst nas dikin, tişta Golda kir Golda ev bû. Li ba me, hema hema eyn kes in yên herî zêde ked dane an rê li ber mezintirîn çalakgeriyê vekirine û yên herî zêde li hemberî fikra neteweperweriyê disekinin. Heta ku em ji çarçoveyeke neteweperwer bêpar bin, ked û enerjiya me wê vala biçe, çepgirên me jî lîberalên me jî îslamiyên me jî wê teqlîd bin; bi hezaran kurdên ku dikarin her yek bibin Goldayek wê di valahiyê de bimînin an enerjiya wan vala biçe.

———————

Ev nivîs cara ewil di Botantimesê de hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal ji aliyê Infowelat ve hatiye guherandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …