Tolstoy li Ukraynayê qedexe ye

Televîzyona Katalonyayê TV3 di nûçeyeke xwe de bi taybetî balê kişand ser boykota gel a li dijî pirtûkên bi Rûsî.

Kanal di nûçeya xwe de diyar kir, di çend mehên dawî de xwendevan 80 ton pirtûkên bi zimanê Rûsî avêtine ser sergo.

Polîtîka û kiryarên Ukraynayê ya li dijî çand û zimanê Rûsî bi şer re girantir dibe.

Hukumeta Ukraynayê piştî derfeta perwerdeya Rûsî ji holê rakir, berê xwe da qadên çand û hunerê.

Ji destpêka şer û vir ve firotina pirtûk, fîlm û albumên muzîkê yên bi zimanê Rûsî hatin qedexekirin.

Di vê proseyê de li gelek aliyên welêt abîdeyên hevalbendiya Rûs-Ûkraynî nîşan didan hatin hilweşandin.

Ev polîtîkaya zextan a giran herî zêde bandorê li xwendin û firotana pirtûkên bi rûsî kir.

Boykota pirtûkan

Televîzyona Katalonyayê TV3 di nûçeyeke xwe de bi taybetî balê kişand ser boykota gel a li dijî pirtûkên bi Rûsî.

Kanal di nûçeya xwe de diyar kir, di çend mehên dawî de xwendevan 80 ton pirtûkên bi zimanê Rûsî avêtine ser sergo.

Yek ji hedefa kampanyaya antî-rûs jî nivîskarên navdar in ku bi zimanê rûsî nivîsîne.

Li Ûkraynayê êdî pirtûkên Lev Tolstoy û Fyodor Dostoyevski nayên firotin.

Li Ûkraynayê êdî pirtûkên Lev Tolstoy û Fyodor Dostoyevski nayên firotin.

Herwiha hukumeta Ukraynî destûrê nade tu pirtûkên nivîskarên rûs ji Rûsyayê bên xwestin.

Qanûna ziman a 2019’an

Paşxaneya zilma niha ya li dijî çand û zimanê Rûsî bi qanûneke sala 2019’an a Ukraynayê dest pê dike.

Hukumeta Kiewê di 2019’an de di çapemeniyê de bikaranîna zimanê Rûsî bisînor kiribû.

Qanûn li rojnameyên neteweyî ferz kiribû bi duzimanî (Ukraynî-Rûsî) weşanê bikin.

Paşê, Ukrayna bi qanûneke din a di 2022 de jî weşana duzimanî ya rojnameyên neteweyî bi tevahî qedexe kiribû.

Televîzyona Katalan TV3 di nûçeya xwe de derbarê bikaranîna ziman de hin daneyan da û pêşketina Ukraynî wekî ronesans pênase kir.

Gelo ev ronesanse?

Serjimara 2001’an nîşan dida,  14.3 milyon wleatiyên Ukraynayê (29 ji %) bi zimanê Rûsî diaxivin. Di encama polîtîkaya zextan de niha ev hejmar daket 20 ji %. 

Televîzyona Katalan TV3 di nûçeya xwe de derbarê bikaranîna ziman de hin daneyan da û bi van gotinan proseya pêşketina zimanê Ukraynî wekî ronesans pênase kir:

Yek ji encamên dagirkirina Ukrayna ya ji aliyê Rûsyayê vejîna zimanê Ukraynî ye. 10 sal berê anket nîşan didan, Ukraynî zimanê yekemîn ê 57 ji % nifûsê ye; niha ev rêje derketiye 77 ji %. Her roj zêdetir welatî di têkiliyên xwe yên civakî de terka Rûsî dikin û hemû têkiliyên xwe yên çandî bi welatê dagirker re qut dikin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

‘Tîbeta Biçûk’ ji Hîndistanê otonomîyê dixwaze

‘Tîbeta Biçûk’ Ladak ji Hîndistanê otonomîyê dixwaze. Sebebên esasî yên pêdivîya otonomîyê, parastina ekosîstem û …