Holandî û Yekitiya Ziman

Saziya Yekitiya Ziman Taalunie di 1985’an de ji aliyê wezîrên perwerdeyê û çandê yên Holanda û Flanderê ve hate damezrandin.

Butçeya saziya ku parastina ziman a li Holanda, Belçîka û li cîhanê daye pêşiya xwe bi qasî 11 milyon Euro ye.

Holanda û Flander li ser qedera saziya Taalunie (Yekitiya Ziman) niqaşê dimeşînin.

Tomas Vanheste û Daan Stoop di raporeke xwe de bi berfirehî li ser problemên vê saziyê sekinîn.

Her du lêkolîner diyar kirin, ev sazî sal bi sal lawaz dibe û nema dikare armancên xwe pêk bîne.

Di raporê de tê diyarkirin, ji 2005’an û vir ve endamên Holandî û yên Flaman li ser hin mijarên rastnivîsê li hev nakin.

Ji vê salê û pê ve, herêma Flander a Belçîkayê ji bo nivîsandina navên sedsalên dîrokê êdî tîpên mezin bi kar nayne.

Lewma jî endamên Holandî yên saziyê êdî tevlî civînên derbarê rastnivîsa peyvên dîrokî de nabin.

Tomas VanHeste tevlî Daan Stoop lêkoîna dawî ya li ser yekitiya zimanê holandî weşand. 

Herwiha, medyaya Holandî tîpên ewil ên sedsalên dîrokî wekî berê mezin dinivîse.

Mijareke din a aliyê Holandî û Flaman ji hev dûr xist, fînansekirina Xebatên Zimanê Holandî yên li cîhanê bûn.

Saziya Taalunie 600,000 Euroyên wê ji Komeleya Xebatên Holandî re bişandana dereng xist.

Li ser vê yekê, Wezareta Perwerdeyê ya Holandayê kete nava tevgerê û milyonek Euro şand ji komeleyê re.

Bi vî awayî Holanda wezîfeyeke saziya ziman girt ser xwe û qada wê ya xebatê teng kir.

Yekitiya ziman xeyale?

 Van Oostendorp: Em tev bi Holandî diaxivin lê hin ji me Holandiya Belçîkayê, hin kes bi Holandiya Holandayê û hinên din jî bi Holandiya Sûrînamê diaxivin.

Zimanzan Van Oostendorp jî diyar dike, yekitiya ziman herî zêde ji bo Flamanan girîng e û lewma jî roleke wiha li vê saziyê hatiye barkirin.

Li gorî Van Oostendorp, yekitiya ziman ji bo Holandayê tu car nebûye xem û gelek kes bi perspektîfa plûralîst nêzîkî meseleya ziman dibin.

Van Oostendorp dibêje:

Em tev bi Holandî diaxivin lê hin ji me Holandiya Belçîkayê, hin kes bi Holandiya Holandayê û hinên din jî bi Holandiya Sûrînamê diaxivin.

Saziya Yekitiya Ziman

Saziya Yekitiya Ziman Taalunie di 1985’an de ji aliyê wezîrên perwerdeyê û çandê yên Holanda û Flanderê ve hate damezrandin.

Zimanê Holandî û zaravayên wê.

Navenda saziyê li bajarê Den Haag yê li rojavayê Holandayê ye.

Saziyê, ji bo yekitiya rastnivisa Holandî di 1995’an de pirtûka bi navê Groene Boekje (Pirtûka Kesk) amade kir.

Butçeya saziya ku parastina ziman a li Holanda, Belçîka û li cîhanê daye pêşiya xwe bi qasî 11 milyon Euro ye.

Heta niha 30 kesên ji Holanda û Belçîkayê wekî kadro li saziya ziman dixebitîn.

Lêbelê ji ber hin problemên navxweyî ev hejmar niha daketiye 10’an.

——————-

Foto: Doorbraak

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …