Zimanê Korsîkayê li meclîsa giravê qedexe ye

Dadgeha li bajarê Bastiayê ya li Korsîka di biryara xwe de ragihand, tekane zimanê fermî yê Korsîkayê Fransî ye.

Dadgehê bi biryara ku xwe spart Destûra Bingehîn a Fransayê, di Meclîsa Korsîkayê de bikaranîna zimanê Korsîkî qedexe kir.

Dadgeheke Fransî bikaranîna zimanê Korsîkî ya di Meclîsa Korsîkayê de qedexe kir.

Biryar li ser serîlêdana waliyê Fransî ya Korsîkayê hate girtin.

Dadgeha li bajarê Bastiayê ya li Korsîkayê di biryara xwe de ragihand, tekane zimanê fermî yê Korsîkayê Fransî ye.

Dadgehê bi biryara ku xwe spart Destûra Bingehîn a Fransayê, di Meclîsa Korsîkayê de bikaranîna zimanê Korsîkî qedexe kir.

Herwiha, bi heman biryarê de hate ragihandin, bikaranîna pênaseya “Miletê Korsîkayê” jî qedexe ye.

Biryara qedexekirina ziman di nava alîgirên otonomiyê yên li Korsîkayê rastî reaksiyonên berfireh hat.

Gilles Simeoni. Serokê desteya rêvebirinê ya Korsîkayê bi daxuyaniyekê reaksiyon nîşanî biryara dadgeha Fransî da.

Serokê desteya rêvebiriya Korsîkayê Gilles Simeoni û serokê Meclîsa Korsîkayê Marie-Antoinette Maupertuis daxuyaniyeke hevpar dan.

Her du nûnerên Korsîkayê balê kişandin ser êrîşa li dijî mafên giravê û wiha axivîn:

“Bi vê biryarê mafê axaftina zimanê Korsîkî ya di dema gotûbêjên di meclîsê de ji destên nûnerên Korsîkayê tê girtin.

Em nikarin tiştekî bi vî rengî tu carî qebûl bikin.”

Partiya serxwebûnxwaz Core in Fronte û Partiya Miletê Korsîkî jî bi daxuyaniyên xwe yên di medyaya civakî de biryara dadgehê protesto kirin.

Fransa otonomî pêşniyaz kiribû

Serokê Fransayê Emanuel Macron jî tevlî hevdîtinên dawî bûbû û otonomiyê pêşniyazê Korsîkayê kiribû.

Par, piştî kuştina mîlîtanê Korsîkî Yvan Colonna ya di girtîgeheke Fransayê de Korsîka li nava hev ketibû.

Bi dûv serhildana civakî, Fransa bi Korsîkayê re dest bi muzakereyan kiribû.

Serokê Fransayê Emanuel Macron jî tevlî hevdîtinên dawî bûbû û otonomiyê pêşniyazê Korsîkayê kiribû.

Otonomiya mijara gotinê xwe spartibû xweseriya giravên li Derya Spî ku bi giranî li ser bingeha desentralîzasyonê bilind dibe.

Korsîka çi dixwaze?

Korsîka ji Fransayê daxwaza otonomiyeke berfireh dike ku parastina demografyaya giravê yek ji stûna sereke ya vê daxwazê ye.

Siyaseta giravê dixwaze erka mafê welatîbûnê û kirîna milkan di destên wê de be.

Hukumeta herêmî diyar dike, kesên heta demekê li giravê îkamet nekiribin, divê nikaribin bibin xwedî mal û milk.

Daxwazeke din a Korsîkayê jî ji bo statuya zimanê xwerû yê giravê ye.

Zimanê Korsîkî 

Korsîkî zimanekî nêzîkî Îtaliya standard e û li giravê ji aliyê 150,000 kesî ve tê axaftin.

Hukumeta herêmî dixwaze zimanê korsîkî ligel Fransî bibe zimanê fermî yê Korsîkayê.

Korsîkî zimanekî nêzîkî Îtaliya standard e û li giravê ji aliyê 150,000 kesî ve tê axaftin.

Zimanê Korsîkî ji ber polîtîkaya asîmîlasyonê ya Fransayê niha di nava proseyeke hebûn û tunebûnê de ye.

UNESCO ji ber vê yekê Korsîkî wekî zimanekî di nava xetereyê de bi nav dike.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …